Der Heqê Alerjiya Biharê De Çend Agahî

Bihar bi kulîlkên xwe yên reng bi reng û xwezaya ku cilên şîn li xwe kiriye demsalekî nuwaze ye. Lê gelo hûn dizanin ku hîn kes nikarin ji vê demsala xweşik û rengîn têrî xwe sûd wergirin û kêfê derxînin? Çawa k udi biharê de xweza rengîn û candar dibe di mirovan de hestên xweşik zede dibin û hestên kêfxweşiyê derdikevin holê. Digel vê yeke em di biharê de rastî bêhaliyeke ku wekî westabûna (betilîna) biharê tê gotin û dibe sedemê bêhalî, betilin, bêdilî û bêquwetî û heta dibe sedemê neçûna dibistanê jî tê dîtin. Gelo qet hate bîra we dibe ku ev nişane ji ber alerjiya biharê derketibin holê?

Ji ber ku alerjiya biharê bêtir bi polenan (gerik, toza kulîlkan) zede dibe bi alerjiya polenan re bûye yek. Ango dema mirov dibêje ku alerjiya biharê polen tên bîra mirov.

POLEN ÇI YE?

Polen hucreya mêraniyê ya nebatan e û yek ji alerjiyên ku pêşî tên dîtin e. Bi biharê re derdikevin holê. Polenên ku ji nebadan dipijiqin hewayê bi saya bayê dikarin heta 500 km dûr biçin. Cihê ku digihêjinê dibin sedema dolgirtinê û zêdebûna nebatan. Li mêrg, dar û giyayan de gelekî polen hene. Polenên daran herî zede di mehên sibat-nîsanê de, polenên mêrgan di mehên gulan-temûz û polenên giyayan jî herî zede di mehên tebax-cotmehê de belav dibin. Din av rojê de polen herî zede danê sibê hene.

Polen di hewayên birewa de kêm dibin lê di hewaya germ û bi tav de zêde dibin. Polen sedema herî zêde û herî girîng a nexweşiyên alerjîk e.

Çawa tê teşhîskirin?

Bi muayene û testên çerm ên alerjiye teşhîsa kesên ku nîşaneyen alerjiyê di wan de hene û ji alerjiya poelnê dikevin şike tê danîn. Heke hewce bike tetkîkên pêş ên wekî nasal smear, Total İg E û testên xwînê tê tespîtkirin.

Bi taybetî ew kesên ku ji alerjiya biharê dikevin şikê heke di navbera mehên sibat-îlonê de van testan bikin dê baş be. Ji ber ku div an mehan da asta alerjiya beden zêde dibe û bi vî awayî jî teşhis hêsan dibe.

Alerjiya biharê çawa derdikeve?

Di kesên ku em dibêjinê Atopî û meyla wan a alerjîk heye polen pêşî bi hêlmgirtinê li poz bi cî dibin û dibe sedem ku giliyên demsalî derkevin holê. Wûcud dema ku rastî vê madeyê tê hîstamînê çêdike û dibe sedem ku nîşaneyên alerjîk û nexweşî derkevin holê. Aciziya mirovan li gor rêjeya polenan zêde dibe an kêm dibe.

Nexweşiyên ku polen dibin sedem û nîşaneyên wan

Polenîn li hewayê bi nefessitandinê li poz, bronş û çavan de dicive. Di poz de dibe sedemê Alerjîk rînît (alerjiya biharê, şewba kayê), di bronşan de Astima Alerjîk û di çavan de jî dibe sedemê Konjuktîvîteyê. Ew kesên ku ji alerjiyên wiha aciz in heke bizanin ka hember kîjan polenan alerjiya wan heye dê baş be. Ew kesê ku alerjiya wî heye divê ji herêma ku ew nebata ku ew polenê ku di wan de dibe sedemê alerjiyê lê ye dûr bisekinin. Di vê mijarê de welatên pêşketî nexşeyên polenan amade kirine û gelek piştgirî dane ku bûyerên alerjiya polenan kêm bibin.

Bi biharê re daimî nîşaneyên wekî bênijîn, ji poz av tê û pozê mirov dixitime, kuxika ziwa, li gewrî, poz û guh gelekî dixure an jî çav dixurin û av pê dikevin û şewba kayê dest pê dike. Heke bergirî neyên girtin di bûyerên pêş de dibe ku nexweşiyên wekî betilin, bêîştahî, hêrsbûn, serêş, sinuzît, iltihaba nav guh an jî astim derkevin holê.

Mirov çawa dikare xwe ji alerjiya polenan biparêze?

  • Di navbera saet 05.00-10.00 a ku polen herî zêde hene de dernekevin derve. Lê hûn dikarin bi maskeyên ku poz û deve we digire derkevin derve.
  • Wextê polenan li derve spor nekin.
    • Por tozê digirin. Ji ber vê jî her şev porê xwe bişon. Bi vî awayî hûn dikarin ji tozên polenan ên ser we xwe paqij bikin.
    • Dema ku zarok ji derve hat demildest cilên wan biguherînin.
    • Dema ku hûn di erebeyê de ne caman venekin. Ji bo hênikbûnê klîmayê vekin.
  • Wextê polenan derî û pencereyên mala xwe venekin.
    • Heke li mal û ofîsa we polen hebin klimaya bi filtre bi kar bînin. Van fîltreyan zû bi zû paqij bikin. Bi vî awayî hûn dikarin pêşiya tozên derve bigirin.
    • Ji bo tetîlê kêleka behrê û çiyayên bilind tercih bikin.
    • Li Derve berçavk û şewqe bi kar bînin. Her roj berçavkê di bin avê de bişon.
    • Cil û bergên xwe yên rojane li odeya razanê dernexînin.
    • Ji bo alerjiye herin bijîşk.

Di dermankirinê de divê bala xwe bidin çi?

1-Parastin: Kesên ku alerjiya wan heye divê bergiriyên li jor bi cî bînin.
2-Heke nexweşî derbas nebe derman tên bi kar anîn. Divê di bin çavdêriya bijîşkan de bi dermanên antî alerjîk nexweşiyê kontrol bikin. Di dermanên antialerjik ên kevin de wek tesîra neyinî vepesrîner (sedatîf) heye û di qelbê de tesîra toksît zêde ye hêdî hêdî tên terikandin. Ji ber vê jî divê ji dermanxaneyê eletexmînî derman neyên sitandin. Di dermanên nû de ev tesîr hatiye kêmkirin.

3-Heke nexweşî bi dermanan derbas nebeû çiqas diçe zêde dibe dibe ku hember laerjiyên spesifik ên ku hatine tespîtkirin tedawiya aşiyê bê bikaranîn. (immunoterapi) Bi mîqdarên gelekî kêm dest pê dikin û çiqas diçe aşiya ku didin wûcudê zêde dikin. Bi vî awayî pêk tînin ku bedena we dijî van alerjenan desensîtîze bibe. Aşikirin heta 4-5 salan berdewam dike.

Digel van hemû yekan mixabin ku di nexweşiyên alerjîk de tedawiya ji % 100 mimkûn nîne. Lê bele bi rêbazên li jor hewl didin ku nexweşiyên alerjîk kontrol bikin.

Burhan Irmak

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply