der barê…de / der heqê…de

Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî hîn bibe, mirov dibêje ‘’Tu der barê vê yekê de çi difikirî?’’ yan jî dibêje ‘’Tu der heqê vê yekê de çi difikirî?’’  Her wiha mirov bi xwe jî dikare bibêje ‘’Min der barê vê yekê de tiştek got.’’ an jî dikare bibêje ‘’Min der heqê vê yekê detiştek got.’’

Heke di hevokê de ”der barê” yan jî ”der heqê” hebe, pêşdaçeka ”di” nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Wekî ”der barê…de/der heqê…de”

Mînak:

Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî?

Der barê mijara duh de raporekê binivîse. 
Min duh di civînê de der heqê xwendekaran de nêrîna xwe anî ziman.
Der barê tenduristiyê de gelek agahî hatine bidestxistin.
Heke tu der heqê vê de tiştekî nebêjî nabe.
Serokwezîr îro der barê aboriyê de 45 deqe axivî.
Kî dizane ew niha der heqê min de çi difikre.

”Der barê” di farisî de wekî daçeka ”di…de” tê bikaranîn.

Bawer Agirî

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply