Dengên Kurdî yên ku bê Nasname mane – 3

KÎ ÇI PÊŞNÎYAR KIRÎYE ?

Alfabe bingeh û sazûmana zimanê nivîsandinê ye. Di sazkirina alfabê de rêzika herî girîng« pratîkî û fêmbarî » ye. Eger pêkan be deng ( fonem ) bi tîpek ( grafem ) bê dîyarkirin baştir e. Lê pêkan nebe deng bi du û ji duyan zêdetir tîpan tên nîşankirin. Her dengek bi tîpek bê dîyarkirin hêsanî û kêrhatîyê dide alfabeyê. Taybetmendîya dengên her zimanî he ye û deng wekxweyî ne û bilêvkirina wan jî cuda cuda ye. Gava ku pêwistî hebe meriv ji tîpekî zêdetir dengan dikare dîyar bike. Winda kirin û dûr ketina dengan dewlemendîya zimanan kêm dike. Bi alîkarîya alfabeya fonetîka navnetewî ( AFN ) divê meriv îşaretên dengan rast bide û dengan jî baş bîne ziman. Bê standart û karanîna ji hevkarîyê dûr alozîyê di sîstema dengên zimanan de derdixe holê. Fonetîka zimanê me li ser hîmê alfabeya Celadet Bedirxan hatîye sazkirin lê belê meriv wextê bala xwe didê, kêmasîya nedîyarkirina dengan tê de dibîne. Îro bi şêwazek hemdemî çareserkirina van dengan li ser me pêwistîyek gelek girîng e. Nedîyarkirina tîpan ji bo van dengan dewlemendîya zimanê me kêm dike û di zanistîya ziman de ji bo vî kêmasîyê tu sedem nayê qebûlkirin. Çawa tonên rengan hatine binavkirin divê meriv rengên dengan ( rengedeng ) jî binav bike û bi tîpan dîyar bike.

Huseyin Kartal di nivîsa xweya bi navê «  Ji bo Têgihîshtina Kurdbikurd Ziman » de wiha gotîye « Ji bo kemkirina tipan peşneyara birez Ismet Sheriff Vanly li ser 5 tipan heye. Ez peşneyara birez Vanly rast dibinim le bi ferqek: Mirov nikare bi careki ve 5 tipan biguhre, paşe ew her 5 tip ji hela tekniki pirsgireken mina hev şani nadin; pewisti bi guhertina 2 tipan heye ku ew ji hela teknik u fonetiki gelek astengan di xwe de dihewinin. Ev her du tip ev in: “ş” u “ç” ne. Em dikarin ji bo van her du tipan careseri di nav alfabeya Kurdi de bibinin: devla “ş” “sh” / devla “ç” “ch”. Bi vi awayi 2 tip ji alfabeya me kem dibin be ku di nivis de guhertinen mezin pek ben. Ji aliye teknik tu astengi li peş nivise naminin u ji aliye fonetike ji, 2 tipen ji morfolojiya Kurdi re biyani ji hole radibin. Ji bo tipen ku cot ten nivisandin mina pirr, kerr, terr uwd. Zedekirina tipan ne pewist e, mirov dikare di nav alfabeye de li careseriyan bigere. Minak: kh / th /ph / rh uwd.». bi vî nivîsa xwe pêşnîyarên xweyê ji bo dengên ku bi « ç, k, p, ş, » yê hatine dîyarkirin, tîne ziman (KARTAL, Huseyin, 2009 )

Qanatê Kurdo di gramera xwe de dengên ku li ser wan di navbera zimannasên Kurdî de gengeşî hene yekoyek nîqaş kirîye. Sewtên denganî û bêdanganî di bin serenivîsa «  FONETÎKA » yê de wiha nimandîye ( rp.13-25 ). Dengên ku rengên wan hene û em di alfabeya xweya rojane de bi « ç, h, k, p, t » yê dîyardikin bi du beşan beşandîye. Li ber yên hişk nîşana dabirê « ’ » danîye û wek « ç’, h’, k’, p’, t’ » yê, yên nerm jî bi « ç, h, k, p, t » yê dîyar kirîye ( Qanatê Kurdo, 1991 ).

Ç’ ç’em, ç’ira, ç’irok

H’ h’iş, rih’an, h’eft, h’ukmet

K’ k’êr, k’er, k’ar, k’esk

P’ p’ê, p’ird, p’or, p’erde

T’ t’isî, t’êr, t’emam, t’itûn

Ç çi, baxçe, çê, çar, rêç

H hatin,here, bihar, heval

K keç, kew, kiras, serek

P par, sipî, pîrr, çep

T tîr, tirî, gotin

Ji bo bidengên ku di bin bandora Erebî de mane û di hinek bêjeyan de tên karanîn jî li ber wan nîşana dabirê « ’ » ( a’ciz, e’cem, i’ntîn, î’lm, o’rîn, u’ryan, û’ç, ) bikaranîye. Ji bo karanîna tîpa «  l » yê tu pirsgirêk nedîtîye. Dengên ku em bi « x û r » yê dîyardikin jî di Kurmancîyê de bi du rengan tên bilêvkirin. Qanatê Kurdo li ser van tîpan jî wekî jêrîn du niqte «  ̈ » bikaranîye û her wiha rengên dengan ji hev cuda kirîye.

R r bar, derew, baran, kirin

X x texte, berx, xanî, xwar

R̈̈ r̈ ku, kiîn, biîn, oj

Ẍ ẍ ba, aa, qedee, sa

Ezîzê Cewo di nivîsa xwe ya « Hınek Nêr´în û R´aman lı Ser P´ergala Zimanê K´urdî û Zimanzanîyê » di malpera « Pena Kurd » de hatîye weşandin de nêrînên xwe bi mînak û çavkanîyan tîne ziman û behsa mezinahîya Celadet Bedirxan dike û ji bo pêwistîya çareserkirina kêmasîyên alfabê wiha dibêje « Ya din jî, Bedirxan destpêkek bû, destpêk, ya ku divê bibe bingeh ji bo pêşk´etinên mezintir û pêşvatir. Lê, ger em tiştên ku wî êdî nivîsîne, li ser hev dubare bikin û bibêjin, ku Bedirxan weha- weha gotye, ew tê wê wat´eyê, ku mirov di cî da, li dor xwe bizivir´e ». Her wiha kêmasîyên dengan tine ziman û dibêje « Wek ku tê zanîn, di zimên da ew deng divê bibin xwedî tîp, ên ku, dema di p`eyvê da bi tîpeke din tên guhar´tin, wat´eya wê p´eyvê tê guhartin, ango ew dibe peyveke din, an jî bêwat´e dibe. Dengên weha di zimanzanîyê da fonêm ( navdeng ) tên navkirin.  

Mînak :

ker- k´er, kar- k´ar, ku- k´u, ka- k´a, kew- k´ew;

ker- ker´, ber- ber´, bir- bir´, girik- gir´ik, ro- r´o;

par- p´ar, pê- p´ê, paç`- p´aç;

ta- t´a, tep- t´ep, tê- t´ê, terk- t´erk;

çar- ç´ar, çir`ik- ç´ir`ik, çeng- ç´eng, çem- ç´em.  

Di gelek zimanên cîhanê da bi tîpekê peyvek an du peyv hene, lê dîsa jî di ferhengên wan da beşê wan ê cuda heyeLê ya me? Di zimanê k´urdî da bi sedan p´eyvên bi van pênc navdengên ( fonêm) bingehîn sazbûyî hene, ên ku dewlemendîyeke awazî didin zimanê me, bi weşana her ferhengekê r´abê şop winda dibin » nivîsîye. Winda kirina çar dengên bingehîn yên ku îro bi « ç, k, p, » yê hatinediyar kirin û jibo karanîna « r » yê pêşnîyar û nêrînên xwe tîne ziman ( www.pen-kurd.org , 26. 09. 2006 ). Di nivîsa xweya li ser pirsgirêk û kêmasîyên alfabeya me « Dîsa li Ser Pirsa Alfabê » dedîroka nivîs û alfabeyan vedikolîne û li ser gengeşîya ji bo çareser kirina dengên Kurdî disekine û wiha dibêje « Bi yekalî r’edkirina hebûna pirsgirêkan, an li ser hebûna wan ç’avê xwe girtin, wê bê wê wat’eyê, ku em bi xwe xwe dixapînin û wan pirsgirêkan ji zar’okên îro- k’urdên pêşer’ojê r’a dihêlin ». Bi gorî wî em pêmayîyek neçê û bi gengeşî li pê xwe dihêlin. Balê dikişîne ser hinek peşnîyarên alfabeya Erebî û pêwistîya deng û tîpên Kurdî û di dawîya nîvîsa xwe de « Bi t’aybetmendîyên xwe yên fonologî va sazîya dengan a her zimanekî ferz dike, ku bi alfabêyê divê hemû fonêmên wî bik’aribin bên bilêvkirin… Û k’urdî jî yek ji wan zimanan e! » gotîye. ( Ezîzê Cewo, www.pen-kurd.org ).

Sami Tan di qunciknivîsa xweya bi sernivîsa « Alfabeya Denganî ya Tîpguhêzîyê » de alfabeya me ya rojane şîrove dike û pirsgirêkên ( ji bo dudengîyên « ç, k, p, t » yê ) alfabeya me tîne ziman û wiha dibêje « Tîpên “ p ”, “ ç ”, “ t ”, “ k ” her yek du dengên ji hev cuda nîşan didin. Ev du cure dengên hilmî û nehilmî bi hev re dinimînin. Lê ev her du cure deng her yek ji wan dengekî bingehîn e. Lewre jî dema ku bi heman tîpê werin nivîsandin, di warê têgihaştina wateyê de alozî û tevliheviyê pêk tînin. Ev yek ne tenê di warê têgihaştina wateyê de alozî û tevliheviyê pêk tîne, her wiha di warê rastnivîsê de jî dubendî û nakokiyan dixe navbera pisporên zimanê kurdî û di warê zimanê nivîskî de rêzik û pîvanên ji hev cuda derdixe holê. Hinek ji bo jêkcudakirina her du dengên hilmî û nehilmî ji bo nîşandana dengên nehilmî bi çewtî “ h ” yê datînin ber tîpên “ p, ç, t, k ” lê di zimanzaniyê de berevajî wê rast e, divê “ h ” yê daynin ber a hilmî. » Di nivîsê de hinek pêşnîyar anîye ziman lê miqabil di rêzimana xwe de ( TAN, Sami, 2011 ) derbarê vî pirsgirêka ku bi xwe tîne ziman de tu pêşnîyarek bilêvnekirîye. Lê belê di encama nivîsa xwe de jî daxwazîyek wiha anîye ziman « Ji bo denganiya kurdî xera nebe û ew dengên hilmî û nehilmî ji holê ranebin, divê alfabeyeke fonetîk a kurdan anku alfabeya tîpguhêziyê were amadekirin… » û rê û rêzik jî bi vî gotina xwe anîye ziman « Ji bo vê alfabeyê em dişên ji Alfabeya Fonekî ya Navneteweyî ( IPA ) sûdê wergirin » ( Azadîya Welat, 27.11.2014 ).

Mesut Keskin jî di nivîsa xwe ya bi navê « Zazacadaki Alfabe Sorununa Bir Bakış » de li ser pirsgirêkên denganîya Zazakî hîs û ramanên xwe dîyar dike û wek Kurmancîyê de di Zazakî de jî nedîyarkirina hinek dengan tîne ziman ( I. U.Zaza Dil S., Bingöl Üni. 2011 ). Bi taybetî alfabeya ku pêşnîyarê me dike de tîpên di Kurmancîyê de li ser wan nîqaş tên kirin « ç, k, p, t » ji bo herdu taybet fonetikên wan jî bi alîkarîya AFN ( alfabeya fonetîka navnetewî ) yê wiha şirove kirîye.

Tîp

Fonetîk

( API û ANF )

Mînak

Ç

[tʃʰ]

Çım

K

[kʰ]

Kay

P

[pʰ]

Pi

T

[tʰ]

Tici

Çh

[ts], [tʃ]

Çhep, çhik

Kh

[k]

Khej

Ph

[p]

Phan

Th

[t], [tˁ]

Theyr

Çavkanî: www.kurtdiliedebiyati.com

Nasır Kemaloğlu

Derbar Rêvebir

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply