Pêncşem , 24 Îlon. 2020

Dengên Kurdî yên ku bê Nasname mane – 1

Zimanê me zimanekî dewlemend e. Hetanê çend salan berê, di qadên fermî û nivîsandinê de nehatîye bikaranîn lê miqabil li ser xwe sekinîye û zindî maye. Pêşîyên me di nav zordarî û qedexekirinê de ji me re zimanek dewlemend, paqij û zelal wek pêymayîyek zêrrîn hiştine. Bi hemû deng û awazên xweyên taybet Kurdî di saya serê mezinên me de li ser lingên xwe maye. Lê belê îro bi karanînên kesane û ji realîtên zanyarî dûr hinek dengên zimanên me hatine windakirin. Wek her sê alfabeyên ku rojane di zimanê me de tên bikaranîn di dîrokê de kîjan alfabe dibe bila bibe qîma dengên zimanê me nekirîye û li van alfabeyan ji bo dengên me tîp hatine zêdekirin. Di alfabeya me ya Latînî de jî hinek dengên me bê tîp mane û bi taybetî di karanînên « ç k p t » yê de pirsgirêk û gengeşî berdewam dike.

Fêrbûna zimanê qisedanê bi qisedan û lorîyên dayîkan; fêrbûna zimanê nivîsê jî bi hîn bûna alfabeyê dest pê dike. Zimanê nivîsê bi nîşanên dengan tê bikaranîn û meriv dikare bibêje bingeha zimanê nivîsê nîşanên dengan ango tîp in. Dengên ku ji devê merivan derdikeve bi işaretên taybet di alfabê de tên dîyarkirin û nivîsandin. Wextê alfabe tê binavkirin meriv dikare « koma işaretên dengên ku di nav zimanekî de tên bikaranîn » bibêje. Di zimanan de deng bi îşaretan tên dîyarkirin. Eger deng bê îşaret mabin kêmasî di sîstema fonetîkê de tê holê û bi taybetî di xwendin û nivîsê de şaşî çê dibe. Bi gelemperî her deng bi îşaretek tê dîyarkirin. Lê belê di hinek zimanan de carna dengek bi çend îşaretan ( tîpan ) tê nîşandan. Wek mînak zimanê me de dengê ku bi « ş  » yê diyar dibe ; di zimanê Fransî de « ch », di Îngîlîzî de  « sh » û di Almanî de « sch » tê nivîsandin. Di zimanê me de dengê bi « o  » yê tê nişankirin di zimanê Fransî de bi gorî çar rengên xwe yên fonetîkê «  o, ô, au, eau  » tê nivîsandin ; dîsa di zimanê me de dengê ku bi « k » yê tê nîşankirin di zimanê Fransî de rengereng bi sê tipan  «  c, k, q  » tên nivîsandin ( G. Mauger, 1995 ).

Ji bo hemû rengên dengên xwe yên taybet netewan çareserî ji sîstema fonetîka zimanên xwe re dîtine. Kurdên me yên Başûr bi gelemperî bi alfabeya Erebî dinivîsînin. Li alfabeya Erebî, ji bo dengên Soranîyên cuda, tîpên « Ç, G, J, P, V » yê hatine zêdekirin. ( Amêdî, Sadiq Behadîn. 1982 ). Her wiha gellek pirtûk di warê zanistîyê û wêjeyê de bi vî alfabê hatine çapkirin. Osmanîyan alfabeya Erebî bikaranîne lê belê ji ber ku qîma dengên Tirkî nekirîye li vê alfabê hinek tîp ( hemze ﺀ, pe پ , çim ﭺ , je ﮊ, gef ﮒ û nef ﯓ ) zêde kirine û bi vî awayî alfabeya Erebî li zimanê xwe anîne ( KAYA ERBATUR, Vildan ve DEMİR, Ercan 2012 ). Ango zimanê xwe li qalibê alfabeya Erebî nexistine.

Kêmbûna tîpên alfebeyan ji dengên zimanan re nabin pirsgirêk. Meriv wextê di dîrokê de li alfabeyan mêze dike bi gelemperî bi gorî dengan tîp kêmbin jî hemû dengên zimanan ( ji sedî sed jî nebe ) hatine dîyarkirin. Wek meriv di alfabeyên rojane yên hinek netewan ( Almanî, Fransî, Îngîlîzî…) de dibîne, alfabeyên kevn de jî pirsgirêka kêmasîya dengan hebûye. Wek mînak meriv dikare alfabeya Pehlewî bide. Ev alfabeya bi 12 tîpan saz bûye lê belê Kurdan bi vî alfabê 24 deng bikaranîne. Dîsa Kurdan hinek alfabeyên ku bikaranîne ji bo dengên Kurdî yên taybet tîp lê zêde kirine û bi vî awayîalfabe li zimanê xwe anîne lê miqabil zimanê xwe li alfabeyan neanîne. Alfabeya Mixî 36 tîp bûye û Kurdan di karanînê de 6 tîp lê zêde kirine ( ÇELİKER Celadet, 2012 ) û bi vî alfabê hemû dengên xweyên taybet re çareserî dîtine.

Fonetîka zimanê Kurdî ya rojane ji versîyonên dengên tîpên Erebî « eyn- ع , hê- ﺡ û xeyn – ﻍ » ê û ji « l û r » ji yên lerzokî der bi 36 dengan saz dibe. Eger dengên ku ji Erebî û Farisî derbasê zimanê me bûne û dengên lerzokî bên hesibandin, 47 deng di zimanê Kurdî ( taybetî zaravaya Kurmancî ) de tên bikaranîn. Lê belê ji ber ku bandora zimanan li ser hev he ye dengên zimanan jî li nav hev ketine. Va rêzika hanê bi tenê di zimanê Kurdî de tune ye. Ango hinek dengên taybet yên zimanên Erebî û Farisî di zimanê Fransî de wextê tên karanîn ji rêzik û qeydeyên alfabê der ji wan re bi tîpek û bi çend tîpan çareserî hatîye ditîn. Wek mînak : Dengên ku di zimanê me de û hinek zimanên Rojhilata Navîn de bi tîpên « c, ç, û x » yê tên nîşandan di zimanê Fransî de tune ne û di sazûmana fonetîka ziman de jî nehatine dîyarkirin. Lê belê ji wan re çareserî wiha hatîye dîtin : Dengên « c, ç, x » yê di zimanê Fransî de bi « dj, tch, kh » yê tên nîvîsandin. Hoca—Hodja, Çeçen—Tchétchène û Xumeynî—Khomeini.

Di zimanê Erebî de ji bona dengên nezikê hevdu tîpên cuda hatinê dîyarkirin. Dengên ku di zimanê me de bi tîpên « d, s, t, z » yê hatine dîyarkirin ji ber ku fonetîkên wan cuda ne ( rengên dengên wan nêzikê hev bin jî ) di Erebî de her rengedengek bi tîpek hatîye nivîsandin û dîyarkirin.

D- د ض‎ S- ث‎ س‎ ص‎ T- ت‎ ط‎ Z-ز‎ ظ

Wer tê dîtinê ku Ereban dengê xwe kêm nekirine û wek me “ ev deng nêzikê hevin û her wiha bi tîpek em dîyar bikin, di xwendinê de kîjan tîp ji bo kîjan dengê be ji hev tê derxistin ”ne gotine. Meriv dikare mînakan bi muqayese kirina zimanê Fransî jî zêde bike. Em dengên ku bi tîpên« a, e, f, j, s, z » yê didin dîyar kirin, di Fransî de ( bi gorî karanînên di bêjeyan de ), ji yekî zêdetir tîpan hatine dîyarkirin.

A- a, à E- e, é, è, ai F- f, ph J- g, j S- c, s, ss Z- s, z

Alfabeya Fransî bi 26 tîpan ( morfem ) hatîye sazkirin; lê miqabil 37 deng ( fonem ) di zimanê Fransî de hene. ( G. Mauger, 1995 ) Çima gelo bi tîpekî hinek deng nahatine nîşandan û ji bo rengên dengan cuda cuda hatine ravakirin? Gorî dengên zimanê Fransî kêmasîya tîpan tu pirsgirêk ji dengan re çê nekirîye û bi van tîpan çi deng hebin hatine nîşandan. Di alfabeyê de cî negirtibin jîtîpên bideng li ser wan îşaret hatine danîn « à, â, é, è, ê, î, ï, ô, û » û bi awayî jî reng û fonetîkên tîpên bideng hatine zêdekirin û hinek deng jî bi du tîpan ( û zêdetir ) hatine dîyarkirin. Gelo em jî nikarin wisa bikin? Li ber û li ser hinek tîpan nîşanek taybet bikarbînin û ji dengên ku bê tîp mane re bi vî awayî çareserîyê bibînin ewê çawa bibe?

Ji bo çareserîyên dîyarkirina dengan sîstema fonetîka zimanê Fransî mînakek balkêş e. Di tabloya jêrîn de hemû dengên ku di zimanê Fransî de bi alîkarîya tîpên alfabeya Fransî ( bi 26 tîpan ) hatine dîyarkirin.

 

Nasır KEMALOĞLU / WAN

www.kurtdiliedebiyati.com

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ne Rojek, Her Roj Roja Zimanê Dayikê ye

Îroj roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. “21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.