Dengek Efsunî Ji Zaroktîya Min: Yekbûn

Cara pêşî di kîjan qenalê de leqayî dengê wê hatim nizanim. Lê wexta min sewta dengê seh kir di cihê xwe sekînî mam û li pey dengê wê derbasî nav xeyalan bûm. Cara pêşî bi covera strana “Were Were” min dengê cenabê wê bihîstibû. Çi dengek zelal, zîz, meqamxweş û dengxweş bû. Piştre min guh da hemû albumên hunermenda delal. Bi rastî jî meriv dikare bi rehetî bêje ku hemû albumên mîna hev serkeftî bû. Dengê wê wiha zelal bû ku meriv qet jê aciz nedibû. Eynî mîna çemê bihara di ber guhê min de dikir guşeguş û wisa meriv bi dengê wê rehet dibû; dengê wê mîna terapîyekê dil û hişê meriv rehet dikir. Me pirsên xwe ji cenabê wê kir û wê jî bersiv da pirsên me. Fermo em Yekbûnê ji nêz ve binasin.

Jîyana te jîyanek serkeftî û mînakek bê hempa ye. Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Yekbûn kî ye?

Ez xwe wek bestekar, sazkar, stranbêj û produktor dikarim bidim naskirin. Ez Li Stenbolê ji dayik bûme û ji Mêrdîne me. Biçûka 6 xwîşk û bira me. Di sala 1989an bi awayekî amatorî min dest bi mûzîkê kir, heta sala 1997an bi “Koma Çîya”  re di gelek şev, şahî, konser û organizasyonan de bi awayekî aktîf xebitîm. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê di beşa Memostatîya Mûzîkê de min perwerdehîya deng xelas kir.

Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nîrwana” ez derketim pêşberî hezkirîyên xwe.

Di vê navberê de tevlî gelek xebatên hunerî bûm. Bi mûzîk û vokalîstîya xwe ez tevli xebatên rêzefilmên “Ihlamûrlar Altinda”, “Esîr Kalpler û Asî” bûm.

Li aliyê din jî min reklam û jenerîkên mûzîkan amade kirin. Ji bo komek dansê, min muzîkên taybet amade kirin.

Berhema wê bi xwe jî di nav de ji gelek berhemên hûnerî re min muzîksazî (aranjor) kir.

Di sala 2007an de bi duyemîn berhema xweya hunerî bi navê “Kejê” derketim pêşberî hezkiriyên xwe…

Ji bo hinek stranan (Were Were, Xwezî Dîsa, Esîr Kalpler, Kejê, Yar Eman, Nikarim, Haro Baso, Şervana Kurd im,) min klîp kişand.

Ji bo televîzyona Zagros Tv li bernama “Mêvan Show” bi daxwazîya Kek Aramo min derhêneriya muzîkê kir û jênêrîk û tuşê bernamê amade kirin.

Di Trt Kurdî de bernameya pêşbazîya dengî ya bi navê “Strana xwe bêje de wek jurî min cîhê girt.

Ser navê Kurdistanê li festîvala Pusan li başûrê Korea bi stranên xwe beşdar bûm.

Di sala 2013 berhemek ji bo zarokan bi navê “Zarok amade kir û li ser itunes, amazon û musicload belav kir.

Her wekî din albuma çara “Dilop“ hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li Tirkîye hate belavkirin û ji bo albumê yek klîb hate kişandin.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Bavê min muzîka Aram Tîgran û Miradê Kinê her wext guhdarî dikir. Hevalekî bavê min dihat malê, xwişka min dielimand stranan. Ya rastî bala xwişka min bêtir li ser muzîkê bû. Carê digot tu jî bi min re bêje. Ez vokalistê wê bûm. Dawî merivek me hebû diçû dawetan, li tenbûrê dixist. Li malê me li gorî derfeta xwe qesetek qeyd kir wekî hertim min xwe paş de dihişt. Ew qeset li gelek cihan belav bibû.

Em dawî derketin konserekê. Stranbêjê go wê rojê derketibûn: “Evdilmelîk Şengal, Beser Şahîn, Genim, Zana Farqînî, Alî Temel, Tenbûrvan Celal Ekîn, Halîl Şahîn û Xwişka min Leyla” bi riya rêxistinê Koma Çîya ava bû û li Komela Meletî dest bi xebatên muzîkê kir.      

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Di vê rê de Evdilmelik Şengal gelek li ser min bi bandor bû. Heta wê çaxê min xeyal nedikir ku ez dikarim li ser muzîkê tiştekî bikim. Gelek hewl da ku ez xwe perwerde bikim. Piştî saleke din me bihîst go Navenda Çanda Meyopotamya vebûye, me êdî xebatên xwe li wir berdewam kirin. Rojeke min bihîst go Evdilmelik çûye çîya. Ez bi mehan nehatim ser hişê xwe. Ew ji min re bibû bira û îdolek. Di demek kinde jî me bihîst go şehîd ketîye. Min demekê nexwest tiştek bikim, zarok bûm û ji min re gelkî giran bû. Dûre min soz da ezê wî daxwaziyê wî bînim cîh. Min hewl da ku li saziyê xwe pêşxînim. Navenda Çanda Mezopotamya, Ji ber ku saziyek hunerî bû danûstendina hunerî û ilmî gelkî rehet çêdibû. Me bi hevre li ser filozofî, çand û huner û gelek tiştan perwerde didît û min jî demeke perwerda muzîkê da. Piştî heft sala ez ji ber hinek sedemên taybet ji wir veqetîyam û min berê xwe da welêt. Êdî ez di cihê xwe de mabûm û pêşketin tunne bû. Min biryara xwendina zanîngehê da û dîsa vegeryam Stenbolê. Bi piştgirîya malbata xwe min daxwazîya xwe ya zanîngehê bi hewldanek xurt bi cih anî.

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Wexta dawîya zanîngehê de min xwest ku ez berhemek derxînim. Malbat tu carî di vî warî de ne bû asteng bêtir piştgirî didan bes malbata min jî ne dewlemend bû. Li sektora muzîkê derxistina albuman gelkî zehmet bû. Go şensê te hebe kompanîyên muzikê xwe didin ber mesrefan bes şens tunne be divê tu hertiştî bi serê xwe bike. Min demo çêkir bes albumek pop bala kompanîyan nekişand. Wê çaxê berhemên arabesk an dengbêjî maqûl bû. Hîna jî wilo ye : )) Bi piştgiriya hevalekî Swissre û bi piştgirîya muzîkjenan  ev berhem, min bi dawî kir. Wê çaxê gelki buha bû hertişt. Ji bo belavkirinê jî min album da kompanîya Kom Muzîkê.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî? Bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çêkirine?

Ez gelek cureyên muzîkê guhdar dikim. Muzîkên go min guhdar kirine Kurdî; Mirado,  Aram Tigran, Ciwan Haco, Nîzamettîn Arîç, Şivan Perwer, Kawis Axa, Mihemed Arif,  Hesen Cizrawî, Şeroyê Biro, Şakiro û hwd. Gelek in û hunermendên xerîb; Aziza Mustafa Zadeh, Asala, Julia Boutros, Pari Zanganah û hwd.

Muzîka tu îcra dikî bi temamî ne klasîk û ne jî modern e; te hem ji rengên klasîk û hem jî ji rengên modern li muzîka xwe zêde kirîye. Van her du rengan jî bi awayekî serkeftî îcra dikî. Tu dikarî ji me re behsa terza muzîka xwe bikî?

Terza muzîkê bi guhdarkirina muzîk û çandê derdikeve holê. Hunermendên go min berî niha bahs kirin gelek bandor li ser min çêkirine. Niha bêtir bala min li ser Jazzê ye. Muzîka go ez dixwazim bikim niha bêtir ev cûre ye.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Rast e ez jî wek te difikirim lê mixabin siyaset hêza xwe danîye li ser çand, huner û wêjeyê. Ji bo vê yekê em zêde ne serbixwe ne…

Strana nemir ya Mihemed Şêxo ya bi nave “Were Were” te pir xweş cover jêre çêkirîye. Di nava projeyên te de coverên nû hene?

Ya rastî niha derfetên min tunne ye go ez berhemên nû çêbikim. Muzîk karek buha ye û hertim ji mirov distîne û distîne. Ez dikim ku rewşa xwe piçekî baş bikim û xeyalên xwe bînim cih. Mirov bi derfeta xwe çêbike bêtir hunerî kar dike. Ji bo kompanîyan mirov mecbûr dimîne karên bazirganî jî bifikire. İcar niha planên min ew e ku ez karekdin bikim ku muzîka ku ez dixwazim bikim qeyd bikim û serêmin rehet be…

Ji bo zarokan te albuma bi nave “Zarok” derxist. Ew jî xebatek hêja bû ji bo muzîka kurdî û ji bo zarokên kurdan. Her album xwedî çîrok in, gelo çîroka vê albuma çi bû?

Rojeke min xwest ku ji birazî û xwarzîyên xwe re albumek an pirtûkek ji bo zarokan bikirim lê min dît ku berhem çiqas hindikin. Rojeke me bi malbatî rudinişt û xwişka xwe re pêşniyar kir ku pirtûkek ji bo zarokan binivisîne. Birayê min Azad go: “Tu çima albumek zarokan çênakî?” Ez şaş bûm û min heq da wî. Heta wê çaxê çawa nehatibû bîra min ez nizanim. Yekser min dest bi karê xwe kir. Hevjînê min jî got: “Xalê min Mustafa Cizîrî pirtûkên swedî ji bo zarokan werdigerîne kurdî û tu dikari bi wî re bixebitî”. Ew jî ket serê min. Wî tekst nivîsand min beste kir û saz kir. Dûre bi piştgiriya rêveberê çand, huner û werzîşê kek Adil Hesen me album li studyoya Duhokê temam kir. Kompanîyek li Duhokê xwest vê albumê derxîne lê îflas kir. Ji ber ku me kontrat bi hev re kiribû min nikarîbû kompanîyên din jî biaxivîya. Werhasil piştî çend salê din min avêt li ser Youtube û İtunesê. Mixabin album hîna jî wek CD çap nebûye…

Niha gelek hunermend li ser hesabên xwe yên fermî stranên akustîkî çê dikin. Wekî şopînerekî te dixwazim bi awayê akustikî li hunera te guhdarî bikim. Gelo ji bo stranên akustikî xebatên te hene?

Di berhema min ya dawî albuma “Dilop” me 6 stran zindî qeyd kir. Ez gelek dixwazim êdî berhemên zindî çêbikim lê terza go ez dixwazim kêmayî 4 muzîkjen û teknîk lazim e. Ew jî bê derfet zehmet e…

Ev bû demek dirêj pêjna te dernakeve. Gelo di vê dema bihûrî de te çi kir? Ji bo pêşerojê xebatên te çi ne?

Berî çend salan ez û hevjînê xwe me biryar da ku em vegerin Kurdistanê. Piştî go em zewicîn ez ji Stenbolê hatibûm Almanya. Di havîna 2015an em li Dîyarbekirê bi cih bûn. Sê sal em li wir man. Min digo belkî ez li wir bim ez ê bêtir aktîf bim lê hewldana min mixabin bi ser neket. Min xwest ku ez bernameyek televîzyonê çêbikim ji bo qenalên başûr. Çênebû. Min xwest komek Jazzê ava bikim çênebû. Min fahm kir go bêyî pere kar nameşe : ))) Û ji bo sedema pirsgirêka aborî piştî sê salan em vegeryan Almanya dîsa. Min stratejîya xwe guhert. Niha ez hewl didim go beşa min li Turkîye xwendîye li vir karibim bixebitim. Ji bo wê jî ziman pêwist e û karê burokrasîyê jî piçek giran dimeşe. Ez ê mamostatîya muzîkê bikim û di navberê de berheman çêbikim.

Jin di gelek qadên jîyanê de leqayî zehmetî û neheqîyan dibin. Gelo di qada muzîkê de jin leqayî çi zehmetî û neheqîyan dibin?

Em li Cîhanekê di bin bandora zilaman de dijîn. Tu bikî nekî em berî hunera xwe an karê xwe wek jin tên ber çava. Ji bo ku em xwe li tiştan biqelibînin werekbûn û hêzek mezin ji me re lazim e. Ji bo wê jî ez hertim bi tirs bûm ku xelet neyêm naskirin. Ew tirs dike go mirov ji gelek tişta bimîne. Îja wexta go em bi wêrek û bihêz bin nerînek zilama heye go hurmetê nîşan nadin. Tucarî bawer nakin go em bi hewldana xwe an bi hunera xwe an jî bi serkeftina xwe hatine astekî. Ew dibêjin: “Ka bê bi kî re tekilîya wê heye, kî bi kar anîye û gotinên tewşo mewşo itibara jinan dikin cilik. Îja ji xeynî vê zehmetîyê muzîka kurdî jî qedexe bû, zehmetîya bê welat bûn barê me girantir dike…

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Na nikare. Zîrekbûna xwezayî û perwerdekirin ji bo vî karî şert e.

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Li gor bê welatbûnê, li gor hêza sîyaseta li ser hunerê, li gor bê sektora muzîkê, bê derfetbûnê gelkî baş e.

Di nava albumên muzîka kurdî de ya herî bêtir li ser te bandor kirî kîjan bû? Hemû albumên te serkeftî ne lê dîsa jî dixwazim pirs bikim: kîjan albuma te berdilka dilê te ye?

Ne wek album lê wek stran li ber dilê min her tim min temsil dike. Strana Rêvîn, Aştî, Xwezî Dîsa, Yar Amman, Nikarim, Di were can, Dilop, Fetisîm, Hêsir, Ronîya min… Ya baş ez bisekinim yana ezê hemmi stranên xwe binivisim : )))))))))

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Ez dikarim sedema go ji komê veqetyam bêjim. Ji alîyê terz û nerîna jîyanê ve em di nav salan gelkî hatin guhertin. Wextê go me biryarek bida divê me herkesî qane bikira. Îcar fikir û raman guhertî be rewş gelkî zehmettir dibe. Gelkî enerjî û sebr jêre divê.

Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Guhdarkirina enstrumentalekê mirov dibe xeyalekî kûr û dûr. Wextê go tekst û muzîk bi hevre be mirov sînorê wê dîyar dike. Mijar û xeyal bêtir zelal dibe û bêtir zînde dibe. Wekî din helbest bi serê xwe kûr û dûr e dîsa. Di nav helbestan de rîtmek veşartî heye. Ew jî bi muzîkê bi watedartir dibe. Yanî bi kurtasî bi hevre dibin şûr û mirtal.

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Louis Armstrong dibêje du cureyên muzîkê hene. Baş û xirab. Muzîka baş an xirab li gor welat, çand, siyaset, ol û gelek tiştan tê guhertin. Di muzîkê de rastîyek teqez tunne ye. Li gor herkesî muzîka baş cûda ye…

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Ceribandina tiştên nû, wêrek bûn, wext, zanebûna bikaranîna medyayê civakî derfet dide go ew populer bibin. Lê ev tişt berê jî hebûn. Hinek hene rojane hinek hene mayînde berheman diafirînin. Karên rojane bêtir pere tîne. Gelek kes jî qîmetê dide vî tiştî. Karên mayînde an jî pere? Herdû jî bi qîmet in. Biryar biryara wan e. : ))))

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Erê dikare. Berî niha min bahs kiribû berhemên populer mirov çêke û here dawetan an jî baran dikarin pere qezenç bikin. Lê wek hunermendên welatên serbixwe ji konseran nikarin pere qezenç bikin mixabin.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Berî her tiştî welatek serbixwe û civatek bîrewer pêwist e. Ji xwe bingeha muzîka kurdî gelkî qewîn e. Wê bi xwemalî pêş bikeve.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply