Dengê germ yê jiyanê, Mîrê Tembûrê: M. Arifê Cizîrî

Albûma Agit Işik ji deh stranan pêk tê. Ew bi muzikjenê navdar Serdar Keskin re xebitiye. Di albûmê de stranên gelerî bi şêwazeyên nû hatine şîrovekirin. Peyamnêrê `Sputnîk Kurdistan` Fethûllah Ozmen li gel Agit Işıik axifî.

Agit Işik dibêje: “Ji zû de ye ez bi muzîkê re eleqedarim. Muzîk ji bo min her tim karekî hestî bû. Ji ber ku derfêtên min tune bûn, ez bi awayekî profesyonel pê re eleqedar ne dibûm. Min ewilê li civatan, li komaleyan stran gotin û li komeleyan min komên muzîkê ava kirin. Albûma min ji deh stranan pêk tê. Du heb ji stranan min çêkirînê, yên din jî stranên gelerî ne. Ez dikarim bêjim ku ev serpêhatîyên min yên muzîkê ne. Di albûmê de şêwazeyên ku karîgerî li ser min kirine min bikar anîne. Wek country,flamenco”.

Ji devla biratiya gelan min biratiya muzîkan pêk anî
Agit dibêje, min di hunera xwe de biratiya muzîkan esas girtiye: “Min straneke kurdî û ermenîkî bi hev ve danî û tiştek xweş çêbû. Wekî her gav `biratîya gelan` tê ziman, min di şûna wê de `biratîya muzîkan` bikar anî, Ji ber ku dawîya beşa strana kurdî û ya beşa navê a muzîka ermenîkî de beşek hebû ku notayên wan wek hev bûn, Vê zahf bala min kişand, min jî wan nêzîkî hev kir û tiştek wisa cuda derket. Strana `Ay Narê` di albûmê de bi wî awayî derket hole”.

Hestên min çi bin, muzîka min ewe
Agit Işik girêdana hestên xwe bi muzîkê ve jî weha tîne ziman: “Di muzîkê de tiştekî `ev rast e, an jî ev xerab e` nîn e. Li gor min, ez pey hestên xwe diçim, ez çi hîs bikim ew e. Muzîkê min de ez dixwazim her bingeha wan cuda be. Ez ji stranên gelerî pir hez dikim, lê belê bikaranîna amûrên gelerî dibe ku xweş be, lê wê demê divê şîroveya te jî gelerî be. Ez vê tiştê napejirînim, bi fîkra min divê deng teqez Kurdî be lê bingeha wê bi şêwazeyeke din dikare were çêkirin”. 

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply