Çarşem , 25 Sermawêz 2020

‘Dengbêjî neynika çanda Kurdan e’

Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî bi civaka Kurd re vegotin. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Dengbêjên Kurd ên Amedê, çand û hunera Kurdî û rola dengbêjiyê nirxandin û diyar kirin ku dengbêjî neynika çanda Kurdan e.

Tesîra dengbêjên nemir lê bû
Dengbêj Feleknaz ku sala 1975’an dest bi kar û xebatên xwe yên denbêjiyê kiriye, destnîsan kir ku dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Fatma Îso, Eyse San û Mihemed Arifê Cizîrî tesîr li wê kirine. Feleknaz got, dema ew hê li gund bû, ji ber desthilatdariya zilaman, nedikarî kar û xebatên denbêjiyê bike. Feleknaz diyar kir ku pistî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dest bi têkosînê kir ev zîhniyeta serdestiya zilam jî bi xwe re guherand. Feleknaz anî ziman ku gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine û wiha pêde çû: “Li van awazan weke çîrokan hatiye guhdarîkirin. Di heman demê de van awazan dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. “

‘Bi kilamên dengbêjiyê hestiyar dibim’
Dengbêj Naîf Monisî jî da zanîn ku dengbêjî neynika çanda Kurdî ye û wiha domand: “Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin gelekî hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikarin, xwe îfade bikin. Mirov nikare miletekî bê çand tesewur bike. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan.”

‘Dengbêjî lêgerîna li jiyanê ye’
Dengbêj Mehmet Înce jî diyar kir ku ew dengbêjiyê ji Mehmudê Hesê, Huseyînê Farê û Kerêmê Batmanî fêr bûye û dazanîn ku dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexsandina jiyanek nûye. Înce, derbirî ku dengbêjî ji bo Kurdan weki arsîveke hunerê ya bi salane li ser vê axê jiyaye û xwest nifsên nû li ser dengbejiyê hûr bibin û çanda dengbêjiyê bidin jiyandin. 

‘Çanda bav û kalên xwe ji dest dane’
Înce bal kisand ser asta muzîka Kurdî û wiha axaftina xwe domand “Asta kalîteya muzîka Kurdî li gorî demên bihurî gelekî kêm bûye, ji ber ku di demên borî de mirovan ês, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine. Lê belê em niha temaseyî civaka xwe dikin, em dibînin ku texlîtkirin û bi zarê xelkê kirin heye. Çanda bav û kalên xwe ji dest dane. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kustin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda hîp hop, arabeskê.”

‘Civaka Kurdan dewlemend e’
Înce di dawiya axaftina xwe de bang li kesên bi hunerê re elaqedar kir û got: “Ez di destpêkê de ji bo hemû mirovên mijûlî karên hunerê dibêjim, hunera xwe bi çand, ziman û hunera xwe, bidin mesandin”. Di cîhanê de ti civak ji civaka me ya Kurd ne dewlemendtir e. Pêwîst e, em vê dewlemendiya xwe biparêzin û hîn zêdetir dewlemend bikin.”

OMER ÎKE
ANF/AMED 

About baweri

Avatar

Check Also

Dengbêj û Şoreşgerekî Rojhilatî: Xalê Birê

Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe dereke dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê gund bi gund, mal …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.