Dengbêj Gazin daye pey rêça Eyşe Şan û Meryem Xanê

Dengbêj Gazin, ku heta niha 12 albûm derxistine, bi deng û awaza xwe tînahiya dilê mirov hênik dike. Ew niha li Bakurê Kurdistanê bûye sembola dengbêjên jin. Wê herî dawî bi bi dengbêjeke ermen Aşiq Leylê re albûmek bi kurmancî û ermenîkî derxist.

Dengbêj Gazin, dibêje heta mirinê ew ê dev ji kilaman bernede û çanda kurdan jî bi deng û awazên xwe dê bide jiyandin.

Dengbêj Gazin xwediyê dengekê zîz û zelal e. Ew li ser riya Eyşe Şan û Meryem Xanê diçe. Bi awaza xwe êdî bûye sembola dengbêjên jin. Dengbêj Gazin reseniya dengê xwe ji serçaviya Tetwana Bedlîsê girtiye.

Ew gelek caran ji bo ku çanda dengbêjiyê têk neçe, malbat û cîranên xwe li hev dicivîne û ji wan re dîwaneke dengbêjiyê li dar dixe.

Ew dibêje heta mirinê, heta ku zimanê wê digere ew ê kilamên dengbêjiyê bistirê.

Dengbêj Gazin ji Rûdawê re got: “Dengê ku ez hîn bûme, dengê dayika min e. Dayika min li ber dergûşê ji zarokan re lorikan digot, ez jî jê hîn bûm. Li gund jinan digot. Wan tesîreke mezin li min kir. Dema ku piçekî mezin bûm, êdî kî kilam digot, ez kilaman ji wan hîn dibûm. Piştre min Radyoya Êrîvanê guhdarî kir û wisa hînê dengbêjiyê bûm. Nava malbata min de hemûyan dengbêjî dikir.”

Dengbêj Gazin ji bo ku kelepûra kurdan nede jibîrkirin, odeyeke mala xwe bi motîfên çanda kurdî xemilandiye. Wê heta niha 12 kaset û albûman derxistiye. Çend meh berê jî albûmek bi navê “Ji Wanê heta Yêrîwanê” derxistiye û bi dengbêja ermen Aşiq Leylê re dûet kiriye.

Dengbêj Gazin dide xuyakirin: “Ev Aşiq Leylê Dengbêj Gazin e. Xwezî careke din bibûya qismet min ew bidîta. Dema fermana ermeniyan de biçûk bûye. Koçberê Ermenistanê bûye. Me projeyeke hevpar çêkir û bi hev re dûet kir. Me çanda kurdan û ermeniyan bi kilamên dengbêjiyê da naskirin.”

Hem keç û kurên dengbêj Gazin û hem jî heval û hogirên wê ji kilamên wê têr nabin. Ew dibêjin Gazin ji bo çanda dengbêjiyê bûye kaniyeke girîng.

Kurê Dengbêj Gazin, Alî Kizil jî got: “Dayika min rojên tarîtiyê de dema kareba, ceyran tunebû, ji me re kilam digot. Wê tarîtiyê li me dikir ronahî.”

Hevalê Dengbêj Gazin, Baha Bozkurt jî diyar kir: “Ez jî weke dostekî wan pê serbilind im. Ew êdî ne tenê yê vê malbatê ye, ew xwediyê gelê kurd tev e.”

Dengbêj Gazin, demeke dirêj di bin banê Komeleya Çand û Hunera Serhedê de kar kir. Piştre ji bo zindîkirina dengbêjiyê komeleyek vekir û dest bi perwerdehiya dengbêjiyê kir. Lê bi biryarên erka qanûnê de herdu komele jî hatin girtin. Ew jî kilamên xwe êdî di şûna konseran de, ji der û cîranên xwe re dibêje.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply