Deng û Dengbêjî

Kevirên çêkirina zimanan yên herî piçûk deng in. Niqik û pêlinga bihîstinê ya lerizandina hewa ku ji cîgerê tê, jê re deng tê gotin. Deng; ji organên qisedanê ( pişik, zengilor, qirik , têlên  dengan, zimanê piçûk, ziman, ezmanê dev, diran, dev, lêv, lam, poz ) şikil digire. Dengbêj, ji bêjeyên « deng  »  û « bêj » ê saz bûye. Ango yên ku dengan bi aheng û rengên cuda bikartînin re « dengbêj »  tê gotin. Meriv dikare yên ku bê têl û temburan ( û bê alavên muzikê ) stran û kilaman dibêjin re dengbêj û stranbêj bibêje. Bikaranîna deng û awazên Kurdî re jî “dengbêjî” tê gotin.

Dengbêj hostayê deng û peyvê ye.Her qadê de hîs û ramanên civaka Kurd dengbêjan bi aheng û rengên dengan anîye ziman. Ji ber vê yekê, dengbêj ji çand û hunera Kurdî re bûne wek arşîv û dîrok. Her wiha bi alîkarîya şagirtên wan jî ev arşîv û dîrok li ser xwe maye.

Gellek sedemên zindîmayîna zimanan he ne. Ji ber ku perwerdehî tune bûye û nivîsên Kurdî jî kêm bûne, ji bo Kurdî di nav van sedeman de sedema herî girîng « dengbêjî » ye. Kurdî hetanê demek nêz de bê xwendin û nivîsandin maye lê miqabil bi alav û derfetên wêjeya devkî zimanê me dewlemend bûye û zindî maye. Di tunebûna weşan, çapemenî, radyo û televîzyonan de kilam, lorik, destan, çîrok û xewroşkên me zimanê me zindî hiştine.

Meriv dikare bibêje meheng û navenda dengbêjîyê herêma Serhedê ye. Em Kurdên Serhedê, dengbêjîyê bi Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro, Huseyno, Zahiro… nasdikin. Evdalê Zeynikê bi şevan û rojan hemû bûyer, qehremanî, lehengî û evînîya Kurdan bi dengê xweyê zengilî anîye ziman û gotîye. Evdalê Zeynikê Dengbêjekî pirr navdar e. Bi xwe stran çêkirîye û gelek stranên wî yên taybet he ne. Gellek dengbêjan Evdalê Zeynikê ji xwe re wek rêber hesibandine. Kilamên me wek mayînde dengbêjên piçûk ji yên mezin girtine. Ji ber ku Şakiro zêdetir kilamên Reso gotîye jê re « şagirtê Reso » hatîye gotin. Bi alîkarîya berdevk û şagirtên dengbêjan deng, awaz û stranên me ji me re wek mayîndên hêja û giranbiha mane.

Dengbêjî bi taybetî di gundewarîyê de zêdetir bûye. Li gundan di dîwan û odeyên mêran de şahî û dawetan de dengbêjan dest dibirin ber guhê xwe dest bi « haaahî , ha hîîî » yê dikirin, ji şênîyên derdorên xwe re kilam digotin û civat bê deng dihiştin. Her wiha civatê bi nû ve lehengî û qehremanîya mêr û mêrxasên Kurdan û evîndarîya keç û xortên Kurdan ji bîr dianîn

Ji bo dawetan û şahîyan dengbêjên herêmî hebûn û bi telîfatî û vexwendîyê beşdarê dawetan dibûn. Bi gelemperî di her dawetek de dengbêjek hebû. Lê belê hinek dawetên taybet de ji yekî zêdetir dengbêj beşdar dibûn û li hev dikirin qêrîn û hawar û bi saetan kilam digotin.

Merivên ku ji bo şahîyên xwe dengbêjan dawet dikirin xilasbûna şahîyê de bi gorî derfet û imkanên xwe « rêya » dengbêjan didîtin bi nezaket û dilnizmî wan memnûn dikirin û birêdikirin. Carna dengbêj bixwe digerîyan û diçûn ba serekeyên êl û eşîrên Kurdan û dibûn mêvan. Gundî û cînar li wan dicivîyan kilam ji wan dixwestin û wan jî xwestekê civatê dianîn cî, kilamên cuda cuda digotin. Bi vî awayî bezê ser dilê merivan dihelandin û xem û xeyalên dilê merivan dianîn cî !

Şakiro di sala 1978’ de wextê bêderan tê gundê me, Çawirma Xelîl Axa ( gundê giredayî Tekmana Erzeromê ) li mal mezinîya me -mala apê minê Hecî Evdirezaq-dibe mêvan şevek disekine. Wê şevê hemû gundî û cînarên me li dora wî dicivin. Ji civatê re kilaman dibêje. Nahêle dengê wî qeydê teyban bikin. Wextê kilama « Herê lê » dibêje ji ber ku kêyfxweşî û dilxweşîya xwe bi civatê re parve bike di çarîna dawîn de « …Çar bihurên Çawirma Xelîl Axa… » derbas dike. Lê belê meriv wextê bala dide kilamê, tu pêwendîyek di navbera gundê me û « Kerawî, Seqawî  û Xamirpêtê » de nabîne.

Ji ber ku mala me li mezra Çawirmê Eto bû, Şakiro dixwaze bavê min ( Xakîyê Xalid Axa ) bibîne, serê sibê apê min « rêya » wî dibîne û bi siwarî dişîne mala me.

Hevaltîya bavê min û Şakiro di salên şêstî de li Edenê û Îskenderûnê destpêdike. Wî çaxê bavê min birrên pez dibir wê derê û difirot tucarên Helebê. Ew û hevalên xwe di otelan de diman. Dengbêj Şakiro bi çi sedemê li wê derê bûye ez nizanim, diçû gel wan û ji wan re kilam digot, bavê min û hevalên xwe bi « hevaltî û dostî » alîkarî didan Şakiro.

Wextê Şakiro hat mala me ez ne li malê bûm. Niha dibêjim xwezila li malê bama û min wî bidîta ! Şakiro li bavê min dibe mêvan û bavê min jî bi ahkamê eşîretê û bi hevaltî û dilgermî wî pêşwazî dike. şevek li mala me dimîne. Gellek kilaman dibêje. Bi taybetî kilama « Herê Lê » dubare dike.

 

Herê lêêê, herê lê…

Di Kerawîyê va, di Seqawîyê va,

Di çar bihurên Çawirma Xelîl Axa va

Tu sêr bike,

Xwe bavêje etegê Xamirpêtê…

 

Li gundan wextê dengbêjan stran û kilam digotin hemû şênîyên gund dihatin guhdarîya wan. Dengbêj li cîyên berbiçav û bilind rudiniştin û bi herkesî  ve xûya dikirin. Bi gelemperî îşligên sipî -bi taximên reş- li xwe dikirin. Destên wan de tizbîyen karîbar, tilîyên wan de gustîlên du zerrînên bi qaş hebûn. Yan li ser kursî û mînderek yan jî li ser çokan bi fors û qurêbûnek balkêş tizbî dikişandin û wek bilbil û şalûlan « qube qube » dikirin. Di nav dengbêjên Serhedî de Şakiro mînakek balkêş bû.

Birayê minê piçûk digot : « Şakiro wextê kilam digotin meriv dikare bibêje ‘ji xwe diçû !’. Di dinyakî dinê ve diherikî. Kilamên xwe bê şayeserkirin, şibandin û rêngdêr nedihîşt. Çiqas tizbî li ba dikir ewqas reng û aheng dida kilamên xwe. Li xwe mêze dikir ser û guhê wî temîz bû. Wextê kilam digot zîpik zîpik xwêdan dida û ji ber ku sikura îşligê wî yê sipî qirêj nebe pêjgîr dikir ber histuyê xwe. ».

Tu li cîyekî destura qeydkirina dengê xwe nedida lê belê ji ber ku hevaltî û dostîya xwe rava bike, di mala me de destûra vekirina teyban dide ( ji bo qeydkirina deng û stranên xwe ) mixabin birayê minê mezin şaşî çêkirîye tu kilamek wî di teyba me de nehatîye qeydkirin !

Bavê min roja Şakiro birêdike, wî çaxê bihayê pênc zêran perê tirkan didê û bi siwarî, lawê apê min pê re dişîne gundê Hecîemer mala Hecî Raîf. Hecî Raîf malmezinîya Gundê Hecî bû. Her wiha li mala vî de jî dibe mêvan.

Reso jî carna dihat Kullîyê, mala Hecî Mihemedê birazîyê Hecî Mistefa dibû mêvan û kilam digot. Hecî Mihko merivekî sexî, nanda û qonax bû. Çiqas Reso lê biba mêvan bi qedr û qîmet birê dikir.

Ji ber ku sazî û dezgehên çand û hunera Kurdî tunebûn, dengbêj jî bê ewlehî û bê dahat mane. Gelek dengbêj di jîyana xwe ya dawîn de di nav xizanî û neçarîyê de mane. Her wiha dengbêjên ku destteng ketine rewşên xwe anîne ziman û daxwaza alîkarîyê kirine. Evdalê Zeynikê ji ber ku destteng ketîye li hinek gund û bajarokên Serhedê gerîyaye « recû » kirîye û li ser vê rewşa xwe çend stran gotîye. Wexta hatîye Sêlemeza Jêrîn mala Egît Efendî, ji pêşwazî û mêvanîyê gellek dilxweş dibe û wiha dibêje* :

Evdal digot Temo lawo hatime Sêlemeza Jêrîn wê binik e

Heyran Egît Efendî di nav da pêgermokê gigerîne nike nike

Temamên Zirikan li min civîyane kilaman distirêm

Dengê min xwe daye rasta Kago bi germik e

Serê sibê min xatirê xwe xwest

Baxşîşa bavê Temo siwarê Gohgerçînê, dengbêjê Surmelî Memed Paşa

Daye deh zêrrên Hemîdî

Egît digot « Evdal baxşîşa te hindik e »

 

*Van çarînên hanê min ji arşîva « Dengbêj  Zilkîfê Goma Qilî » girtîye .

 

Hinek dengbêjan di kilamên xwe de bi awayekî eşkere behsa bêkesî û xizaniya xwe kirine. Di salên xwe yên dawîn de li welatê xwe û li xerîbîyê gellek dijwarî û zehmetî kişandine û rewşa xwe bi kilaman anîne ziman.

 

 

 

Evdalê Zeynikê :

Wey dinyayê, wey faniyê!

Welle Temo lawo mirin çêtire ji feqîrîyê

Temo lawo feqîrî ne tu çek e

Xudê mile bavê te têra kiriye

Milê mêrê camêr têra neke!

 

Eyşe Şan :

Heywax dayê  xerîbim dayê

Heywax dayê bê kes im dayê

Kesî min nema li vê darê dinyayê dayê

Ez bimirim dayê

 

Wek jênêrasyona salên şêştî yên Serhedî ez dikarim bibêjim ku em bi awazên « Reso, Huseyno, Şakiro, Zahiro, Sadiq, Mihemedê Delikê… » mezin bûn. Bê têl û tembûr, bi şibandin û şayesandinên bê hempa reng didan stranên xwe û dil û kezebên guhdaran dihelandin.

Hinek stran bi dengbêjan pênase bûne. Gelo kilama « Filîtê Quto û Memê Alan » ji Reso xweştir kî dibêje ? Kilama « Heso û Nazê » Huseyno, ya « Emro, Tellî, Axa o Welle Nabe » Şakiro wextê dibeje meriv mest dibe.

Di gundan de jî ji bo dawetan dengbêjên ku govendan digerandin hebûn. Bi şev û rojê kilamên govendê digotin û kilam ji devên wan wek ava kanîyan diherikîn. Dengbêjên jin jî hebûn. Jinan jî wek mêran bê def û zirne û bê têl û tembûr govend digirtin û kilamên govendê digotin.

Bêrîvan wextê diçûn bêrîyê li ser delalîyên dilên xwe bi dil û can kilamên evînê digotin. Keç û jinên gundan di berhevkirina pincarê de li etegên çîyan û di şax û newalan de wek şalûl û bilbilan li hev deng dikirin û kilam digotin.

Di gundan de hinek merivên dengxweş hebûn. Her wiha di dawetan de digotin û goven digerandin. Zilkîfê Dengbêj gundîyê me bû. Ji ber ku bi kêyf û eşq bû hevalên wî jê re « Keyfo » digotin. Niha heftê-heştê salî ye û li Îzmîrê dijî. Ji bo xizmeta wî ya ku ji çanda me re kirîye ez bejna xwe li ber wî ditewînim. Di gundê me de rojane sê dengbêj he ne : Kurap û demsalê minê delal « Hozan Aydin » vêga li Almanyayê dijî ; kurapê min « Dengbêj Serwet » û cinarê me « Dengbêj Yaqûp » li gundê me dijîn.

Li Tekmana me ji Goma qasê dengbêj Qereman ( Qerxo ) hebû. Ji jîyanê û derfetên rojane ji ber xwe kilam derdixist û digot. şagirtê tu kesî nebû.

Hetanê niha dengbêjên ku min guhdarî kirine ez dikarim wiha bidim rêzê : Şakiro, Reso, Huseyno, Sadiq, Mihemedê Delikê, Zahiro , Zilkîfê Dengbêj, Rizayê Teka, Mecîdê Cezo…

Bavê min jî yek caran hêlkanê dilê wî radibû û kilam digot. Zivistanê Serhedê sar bûn û şev dirêj bûn. Em hemû di odeyek piçûk de li dora sobê dorpêç dibûn, rûdiniştin. Bavê min dest dikir kerika guhê xwe û bi gelemperî « wey dinyayê wey dinyayê » kilama Surmelî Memed Paşa digot.

Teyba me hebû. Ji ber ku deng digirt wek tiştekî xerîb dihat dîtin. Gundîyê me Xalê Koçer wextê li Almanyayê bû, ji bavê min re xelat kiribû. Vî çaxê elektrîk tune bû û bi şeş pîlan dixebitî. Dengên hemû dengbêjên me tê de hebû ( Vêga ev teyb li ba min e, ez diparêzim û wek arşîv min veşartîye ). Me pirrî bi malbatî guhdar kiribû min çend kilam ezber kiribû. Ez wextê di dibistana seretayî de bûm, di dersa muzîkê de mamostê me kilamên Tirkî bi me dida gotin, ji ber ku min yên Tirkî nizanîbû, min kilama « Keremê Qolaxasî-Lê dayê » digot. Dengê min li vê kilamê dihat û meqamê wê min baş dianî cî. Mamosteyê me ( xarzîyê mala Keremê Qolaxasî bû ) hergav bi min dida gotin.

Rojane îmkan û derfet kêmbin jî, îro bi alîkarîyên malên dengbêjan, dengbêjî dewlemendî û zindîtîya xwe didomîne. Bi gelemperî li herêma Serhedê û Amedê malên dengbêjan bi alîkarîya sazî û dezgehan û şaredarîyan hatine sazkirin. Her wiha di van malan de hemû dengbêj û hezkirîyên wan dicivin, kilaman dibêjin û çêdikin û dengbêjîyê didin berdewamkirin.

Nasır Kemaloğlu

Çavkanî :

  1. Ahmed ARAS/ Kilama Kurdî û Denbêjîya Serhedê , http://ararat-welat.blogspot.com.tr/2011/01/ahmed-aras-kilama-kurdi-u-denbejiya.html
  2. Tekin ÇİFÇİ, http://nupelda.net/index.php?language=tr&nv=news&op=Lekolin/Di-Canda-Kurdan-de-Dengbej-u-Hunera-Dengbejiye-47
  3. Salih MARUFOĞLU, http://www.haberercis.com/canda-kurdan-de-dengbj-makale,157.html
  4. Zerê ZERDELLE, https://www.evrensel.net/haber/98511/bir-kurt-soylencesi-dengb-j
  5. Eskerê BOYIK, http://www.pen-kurd.org/kurdi/eskerebuyik/evdale-zeynike.pdf

 

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply