Şemî , 24 Cotmeh 2020

Demên Berê

Gava em zarok bûn her tişt xweş bû, ji bo me jîyan mina lîstikekî bû. Ji bilî listikê tu tişte xema me nebû. Hertim derd û kulê me listik bû. Serê sibê gava em hişyar dibûn me taştê dixwar û nedixwar em bilez diçûn lîstikê û me heya êvarê  bi hevalên xwe re dilîst. Listîkên me jî pir bûn, gog, goga darê, tuta darê, kerkê keledoş hwd, Lîstikên di bîra minda mane evin. Gelek hebûn lê mixabin kar û xebat, derd û kulê dinyayê mirov û hişê mirov pîr dike. 

Wê demê her tişt bi me xweş bû. Ez nizanim ji bo çibû û sedem çîye. Me çi xwarin bixwara û me çi bikira bi me pir xweş û kefxweş dihat. Car caran zaroktîya min tê bîra min û ez dibêjim, em zarokên ji vê demê pirtir bi siûd bûn  di her alî de. Dema me de her tişt bi kurdî dihate bilêv kirin, dayîka me bi me re bi kurdî diaxivî. We demê derfetên mina niha destên me de tinebûn, derfetên  ên mezin lîstik bû û ew jî bi kurdî bû. Gava em ji dayîk bûn me her tişt bi kurdî  nas kir. Xwarin, vexwarin, çûyîn û hatin, xebat, kirîn, firotan, heya ku were hişê me her tişt bi kurdî  bû. 

Ya herî xweş ew bu ku çîrokên me bi kurdî bûn. Gava  tarî dikete erdê em ji lîstikê dihatin malê  me şîv dixwar  piştî şîve pîra malê dest bi çîroka dikir. Berê mîna niha ne înternet hebû ne jî televizyon hebû, zarokên malê tev dora pîrêka malê dicivîyan û pîrê dest bi çîroka dikir.

Ax demên berê xwazil dîsa paşve bihatana. Ez niha li zarokên vê demê mêze dikim dilê min pir bi wan dişewite. Sedema  wî jî  gava ji dayîk dibin ji ber  teknolojîya vê demê ji kevnaşopîyên bav û kalên xwe bê tune dimînin. Ez bawerim salên berê çûn, êdî naynê were jî  wek mîna berê tehm tuneye …..

Îrfan Şahîn

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Parastina Kurdî Zor Zor Girîng e!

Hewldan û hesasîyeta parastina Kurdî zor zor giring û watedar e. Ji bo mêjîyekî pak …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.