Dema guhertina xûyê(hînbûnî) we hatiye.
Pirî kese ji me sala nû, wekî sepandina biryarên xwe yê girîng dihesibîne. Werin em ji bo gencîne ya xwe ya herî binirx; tenduristîyê jî van pêk bînin. Lê divê em ji bîr nekin ku pirî kes ji me van nadomîne û zû devjêberdide. Gerînende yê Navenda Tenduristî ya Nexweşxane ya Florance Nightingole ya Stenbolê Pispor Bijîşk Özgur Şamîlgîl ji bo sala nû , biryarên ji bo tenduristiyê wiha nîşan dide:
Ji bo kîlo kêmkirinê ez ê tirûşa xwe ya însulînê têk bibim.
Lewre; kîlo semedê pêşî yê şekrê(diyabet), mirina zû, nexweşînê dil û reh(damar), şehte, nexweşîna gurçikan û korbûnê ye. Pirî nexweşê cure ya duyemîn(Type 2) a şekrê pir zêde qelewin. Qelewbûna zêde û obezbûn xetereyên pençeşêrê ya qolon, singê, malzarokê û kîsikê zirav zêde dike. Ez dixwazim îsal dûr bijîm ji nexweşiyên wekî; kirêçgirtina hestiyan û peritîna movikan, apne ya xewê( di xew da sekinîna hemaseyê û bêoksîjenî ya mêjî û dil), qelewbûn(obezîte), sendroma kêmasî ya hilmijê û kevirên di zirav da.
Bê ku kompîtur û telefona destan bikarbînin ezê rû bi rû bicivak bibim.
Lewre; ji pergala bexşangê bigre pirî pergalê di laşê mirov da, bi rewşa mirova rûhî ra bi pêwendiyeka pir nêzik dixebite. Pirî lêkolîn hene ku nîşê me didin şane(hucre) bexşangê yê di nav xwîyna nexweşê pençeşêrê yê xweşbîn da hin baştir bersiv didin kemoterapiyê. Tê zanîn ku bi stresê pergala hezmê, nexweşînê dil û reh, hîpertansiyon, nexweşînê romatîzmal, nexweşînê çerm û hetanî kevirê gurçikê jî diçipkîne. Tê zanîn ku yê/a ku hobiyê wê/î zêde be, yê/a ku rû bi rû bicivak dibe, yê/a ku derdora wî/ê fireh be û nas û dostên wî/ê pir bin hin zêde bitenduriste, li hember nexweşîna serkefttire û hormonê wî/ê yê stresê jî kême.
Ezê jî cixareyê dûr bisekinim.
Lewre; cixare reha teng dike, qata hundirê reha rûxan dike, zeliqandina kolestrolê diçipikîne û cemisandina xwîynê hêsantîr dike. Rê li ber dilrawestînê(krîza dil), şehteyê û xitimandina rehên hinek hunava vedike.pençeşêrê diçipikîne. Ji bo jiyaneka hêjatir bi nas û dostên xwe ra bijîm qadeka bê dûyê cixarê dixwazim.
Ezê zêdetir tevbigerim û maşqê(egzersiz) bikim şêwaza jiyana xwe.
Parez(diyet) a ku bêmeşq tê kirin tê zanîn ku bandora wê ya ku metabolîzmayê hêdî dike ku hindik xwarin bê xwarin jî dîsa kîloya zêde dike. Mirovên qelew ku kîlo nedin jî meşqa xwe bidomînin, tê zanîn ku rêje ya wan a krîza dil, şehteyê û pençeşêrê kêm dike. Ji bilî vî meşq, kalbûna mêjî jî biderengîdixe û dibêtî(îhtimal) yê nexweşînê dirmî û romatîzmal kêm dike. Ji ber vî gava ez herim karê xwe, ezê rawestangek dereng siwar bibim û gava vegerim jî rawestangek zû dakevim, ji şûna hildanokê ezê nêrdewanê(derence) bikarbînim û ji seetek carek ji ser mesê rabim piya û du xulek bimeşim.
Ezê hewl bidim ku tiştê nû hînbikim û ezê nehêlim ku telefona min a biaqil min bêaqil bike.
Lewre; tê zanîn ku rêje ya nexweşîna ferfotîbûn û alzheimerê bi kesê ku 40 û seriya 40 salî , yê ku dixwazin tiştê nû hînbikin, ê ku diçin xuleya û ê xaçepirsê mijarên ji hev cuda çareser dike ra kêmtirê.
Ezê pûte bidim xeweka hêja û şareza.
Lewre; ji bo tenduristiyê şevê 6-8 seet xew pir girînge. Xeweka dabeş dabeş, nehêja û kêm yan jî zêde rê li ber vana vedike û dibe sedemê van tişta: pergala bexşangê di pîleyeka cidî da xera dike, bîr û vebîrê bi pîvanek girîng kêm dike, bala mirov belav dike, performansa zîhnî û fizîkî û hutê çareseriye pirsgirêkan kêm dike, şekre û ramediyê çêdike, tê bî jî birçî dide hiskirin(nobedarê şevê) û kîloya zêde dike. Di taqî yê ajalan da pêşveçûna girêbê(tumor) 2-3 ast zêde dike. Bi girêdayî ya hundirê zindewerzaniyê (hormonê xewê û antîoksîdan) teroza hormonê wekî melatonîn xera dike û li hember daringê çêkerê antîoksîdasyon yê ku dibin sedemê pençêşêrê rê li bêtirûşê vedike. Têkiliya bi stresê nexweşînê wekî; dil, tansiyon, hûr, rovî(rodî) û derûnî zêde dike. Dive sedemê kêmbûna hormona mezinbûnê a ku jê ra ‘hormonê ciwanî’ tê gotin a k udi xew da(di dema werzişê da) avzê dike; kalbûnê dereng dixe û li hember nexweşîna bitirûşî peyda dike. Bêxewî ya domdar ji ber hema yek sedemek, xetere ya mirinê 3 ast zêde dike. Xewa ji 5 seetî kêmtir yan jî ji 9 seetî zêdetir xetere ya krîza dil û şehtê wekî %50 zêde dike.
Di van mijaran da ezê kesê derdora xwe, malbata xwe, heval û hogirê xwe han dan bikim.
Lewre; pêkanîtina van biryara ya bi serê xwe çen hefteyê pêşî %75 be jî 6 meh şûnda tê dora %40 li.
Wergerîner: Emre MÛHARGÎNÎ