Dema Em Mamosteyan Weke Rehberê Civakê Bigrin Dest

Dema ber bi xulaseya pirtûke ve, min xwast dibin navê vê sergutarê de, beşek ji nirxên civakan ku
mamostene qala mîsyona wan ya rehbertiyê bikim. Bi serpêhatiya mamosteyek ku min di pirtûkekê de xwendiye dixwazim despê bikim.

( Di gundek yê Anotolyê de, mamosteyek dema ji mal derdikeve û ber bi dibistanê ve dimeşe, ji bo li ber çayxanêre derbaz nebe, riya xwe dirêj dike û di taxên pişt wêre derbaz dibe. Ji ber çi wexta ku li ber çayxanê re derbaz dibû, kesên heftê salî têde hemû gelê li çayxanê rûniştîn “ Birêz Mamoste derbaz dibe” radibûn ser piyan. Ev mamoste jî ji vê rewşê şerm dikir. Ji bo mirovan nexwe warek yê nerehetiyê riya xwe dirêj dikir.) Sedem çi dibe bila bibe, nêzîkatiya gelê li wê çayxaneyê, li gorî min pir hêja û xweşik bu. Ji bo em bibin xwedî civakek empatîk, hebûna nirxên me yên civakî divê em biparêzin.

Ferdîtî û ji ber xwebûna kû dibin otorîteya dayîk-bav hatî hînkirin wê nikaribe civakê bigihîne rastiya wê. Dema em mamosteyan weke avakerê mejiyê civakê bigrîn dest. Dikarîn vê yekê bibêjîn: Em rêzgirtina ji bo mamoste berdewam bikin, lê belê tiştê ku mamoste dide têgihandin jî fêm bikîn. Dema em ji mamostere rêz bigrîn û gotinên wan jiber bikin, wê demê em rolên zarok û dayîk-bavek didin pêkanîn. Ji vê rewşê cûdatir mîsyona kû mamoste pêre radibin, di civakê de avakirina pirek ji zanistê ye.

Nirxên civakê bi neslên nû dana têgihandin û naskirin peywira yekem ya mamostayane. Pir watedare kû em bêjîn civak hemû aqlê xwe ji mamosteyan digre. Ji bo vê yekê pir girînge mamoste rehbertiyek baş ji civakê re bike.  Malbat hertim bi nêzîkatiya xwe ya hiyerarşîk dixwazin zarokên xwe dibin sîwana malbatê de şiklek bidinê. Li hemberê vê feresatê nêzîkatiya ku em pêşbêxin, divê ji ya malbatê balkêştir be. Nehêlîn ciwanên me tercîha jiyanek erzan û ji rêzê bikin. Dema me vê yekê di rihê xwendekarên xwe de da rûnişkandin, wê demê em dikarin bêjîn, mamoste rehbertiya civakek nûjen dike. Hebûna me ya girêdayî nirxên me divê di aliyê civakê de baş bêne naskirin. Bi taybetî nirxên ku di civakê de weke destkeftiyek lê hatine, ji bo parastina wan hişyar kirina civakê mercê yekem yê vê xebatê ye.

Mînak: Dema em li pêvajoyên dîrokê temaşe dikîn, rolên ku mamosteyan di avakirina sîstema civakê de lehîstine pir diyarkerin. Mînaka vê ya herî nêzîk jî rola mamosteyan di avakirina komara Tirkiyê de ye. Wê demê bi awayek aktîf mamosteyên ku xwe weke mamosteyên Komarê binav dikirin, nafçe- nafçe, gund bi gund di geriyan, derbarê sîstema dewlet û komarê de civakê perwerde dikirin. Ev rewş wê yekê nîşan dide ku, di avakirina komara Tirkiyê de rolek mezin yê mamosteyan heye.  Rola mamosteyan di civakê de weke rehbertiya civakê tê dîtin.

Ramanên wan  weke mercekek ya dîtîna jiyanê têne bikar anîn. Her wiha bi wê mercekê dîtina beşên zanistê çêdibe. Çerxa îro ku em tê de jiyan dikin, hê Zimanê me yê dayîkê tê qedexe kirin. Pêşxistin û parastina zimanê me, parastina rûmeta meye. Bi zimanê Civakê perwerde kirin û zanist dayîn peywira me hemû mamosteyane. Bi gotinek dîtir  “civak bi qasî zanîna xwe pêş dikeve.” Li gorî vê nêrînê di dema afirandina ramanên nû de, cihek herî girîng dibe yê mamosteyan. Ji bo vê yekê pêwîste mamoste pêşbîniya civakek nûjen bikin.

Divê çarçoveyê de rola mamosteyan di civakê de mîsyonek ya pêşengtiyê ye. Ev pêşengtî ne ji bo dema bêye nihaye.

 Nivîskar:Abdullah BABAT

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply