Delala Li Daristanê Razayî

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran.
Dibêjin li welatekî, qral û qralîçeyek hebû. Her roj ji hev re digotin:
–Ax, ax! Xwezî zarokeke me hebûya.
Wan tenê zarokek dixwest û hew.
Rojekê, qralîçe çû ber çem ji bo xwe biso, beqek ji nav avê xwe çeng kir
derket derve û ji qralîçeyê re got:
–Miradê te wê were cih. Berî ku salekê te biqede, tu ê keçekê bînî dinyayê…
Tistê ku beq got, bi rastî jî hat cih û qralîçeyê berî salekê keçek anî dinyayê.
Keçik wisa delal bû ku qral ji kêfan difiriya. Îca wî rabû ji bo vê yekê sahiyeke
mezin li dar xist. Wî ne tenê eqreba û nas û dostên xwe gazî sahiyê kir, ji bo ku zarokê
nezerî nekin gazî periyan jî kir.
Di qraliyeta wî de sêzde perî hebûn. Lê belê, ji ber ku li qesrê diwanzdeh
sênîkên zêrîn ên xwarinê hebûn, yek ji wan periyan nehat gazîkirin…
Sahî pir muhtesem derbas bû. Ber bi dawiyê jî periyan tistên qenc û bas ji bo
zarok anîn zimên: Yekê esalet, yekê delalî, ya sêyemîn dewlemendî, ya çaremîn kubarî
xwest. Û li dinyayê çi tistên xwes û bas hebin, ha wisa li dû hev ji bo keça qral hatin
xwestin.

Pistî ku yanzdeh periyan ji bo keça qral tistên qenc xwestin, periya sêzdemîn
bi carekê derket holê. Ji ber ku ew ji bo sahiyê nehatibû vexwendin, pir aciz bûbû û wê
dixwest heyfa xwe hilîne. Bêyî ku silavekê bide kesekî, periya sêzdemîn bi dengekî
bilind qîriya got:
–Dema keça qral bibe panzdeh salî, nîkê tesiyekî wê di tiliya wê re here û ewê
di cih de bimire.
Pasî ew perî bi wê hêrsa xwe ji salonê derket çû.
Ji tirsan deng ji tu kesî dernediket. Îca periya diwanzdemîn, ku hê xweziya
xwe negotibû, hat cem qral û qralîçeyê, û got:
–Ev wê nebe mirineke rastîn, lê keça qral wê bi qasî sed salan di xew de
bimîne.
Periya diwanzdemîn wisa got, ji ber ku wê nikaribû nifira periya sêzdemîn bi
temamî betal bike, lê tenê dikaribû xirabiya wê kêm bike.
Qral jî ji bo ku keça xwe ji vê xirabiyê biparêze, ferman da ku hemû tesî yên li
welêt bên sewitandin.
Yeko yeko hemû daxwazên periyan di keçikê de pêk hatin. Ew wisa delal,
wisa bixîret, wisa kubar û wisa biaqil bûbû ku çi kesê ew didît, dibû heyrana wê û jê
gelek hez dikir.
Îca roja ku keçik ket panzdeh saliya xwe, qral û qralîçe ji qesrê derketin derve.
Keçika ciwan jî bi tena serê xwe ma. Ew jî çû yeko yeko li gorî dilê xwe li her derê
qesrê geriya.

Wê, dawiyê gihîst birceke kevn û ji derenceyên wê yên teng hilkisiya. Li jorê
deriyekî biçûk derket pêsiya wê. Li ser derî mifteyek hebû. Keçikê ew mifte bada û
derî bi carekê vebû… Pîrejineke ku tesî dirêsiya, li wê odeya bircê bi tena serê xwe
rûdinist.
–Rojbas pîrê, tu li vir çi dikî?, got keçika ciwan.
–Ez tesî dirêsim keça min, got pîrê û serê xwe hejand.
Keçikê got:
–Ew çi ye di destê te de pîrê, tu wisa bi kêfxwesî digindirînî ?
Keçikê wisa got û ji bo ku ew jî tesî birêse, tesî ji destê pîrê girt… Lê keçikê
çawa dest avêt tesî, qedera xirab di wê kêliyê de pêk hat, nîkê tesiyî di destê wê re çû…
Û keçik li ser nivîneke li odeya pîrê ket xeweke kûr û giran…
Û ev xew li her derê qesrê belav bû…
Qral û qralîçe, ku hê nû vegeriyabûn qesrê û ketibûn salona mezin, ew jî di
xew re çûn. Û tevî wan, li qesrê, her kes û her tist di xew re çû.
Hesp di tewlê de ketin xewê, kûçik di hewsê de, kevok li ser banê, mês li ser
dîwaran. Hetta, agirê di nav tifikê de jî di xew re çû… Aspêja ku di wê kêliyê de porê
alîkarê xwe dikisand jî, porê wî berda û di xew re çû. Û ba sekinî, pelek tenê jî êdî
nelebitî li ser darên dora qesrê.
Dar û striyên li dora qesrê her roj zêdetir mezin û bilind bûn. Di demeke kurt
de, qesr bi temamî winda bû, hetta ala li ser bana qesrê jî êdî xuya nedikir…
Di wî welatî de, çîroka “Delala li Daristanê Razayî”, ku ev nav li keça qral
hatibû dayîn, her diçû belav dibû.

Carcaran, kurên qralên welatên din dihatin, nêzî qesrê dibûn û hewl didan dar
û strî bidin alî û bikevin hundir, lê belê ev yek mumkun nedibû. Wan nikaribû
biketanê. Striyan mîna bi dest û lepan ew digirtin û bernedidan. Prensên ciwan li wir
dieliqîn. Wan nikaribû xwe rizgar bikin û li wir bi awayekî pir xirab dimirîn…
Pistî gelek û gelek salan, kurê qralekî hat wî welatî. Mirovekî ixtiyar derket
pêsiya wî prensî û çîroka wan dar û striyan jê re vegot.
Li gorî wê çîrokê, li dû wan dar û striyan qesrek hebûye, tê de jî keça delal a
qralekî ji sedsalan û vir ve razabûye, navê wê jî “Delala li Daristanê Razayî” bûye.
Tevî keçikê, qral, qralîçe û hemû qesr razayî bûne. Mirovê ixtiyar ji bav û bapîrê xwe
bihîstibûye ku gelek prens çûne wir, hewl dane dar û striyan bidin alî, lê belê ew li
wan striyan eliqîne û li wir bi awayekî pir xirab mirine. Lê prensê ciwan ji mirovê
ixtiyar re got:
–Tirsa min ji tu tistî nîn e, ez ê herim wê derê. Ez dixwazim “Delala li
Daristanê Razayî” bibînim.
Ixtiyarê dilpak kir nekir, prens lê guhdarî nekir. Tabî di vê navberê de jî sed
sal xilas bûbû û êdî ew roj hatibû; roja ku diviyabû “Delala li Daristanê Razayî” hisyar
bibûya.
Dema ku kurê qral nêzî striyan bû, dît ku striyên ku rê girtibû, bi carekê bûn
kulîlkên muhtesem û rê ji prens re vekirin. Pistî ku prens derbas bû, ew kulîlk dîsa li
dû wî bûn strî û rê girtin.
Prens gihîst ber qesrê û dît ku hesp û kûçikên nêçîrê tevde radizên. Li ser
banê, kevokan serê xwe xistine bin perên xwe û razane. Û dema ku prens ket nav
qesrê, dît ku mês jî li ser dîwaran radizên… Destê aspêjê hê jî li hewayê ye û jinika

xizmetkar jî li ber mirîskeke res rûnistiye û amade ye wê bipirtikîne. Li jorê jî, qral û
qralîçe rûnistine ser derenceyan û razane. Qesr wisa bêdeng bû ku prens dengê nefesa
xwe jî dibihîst.
Dawiyê, prens gihîst bircê û deriyê odeya biçûk a ku prensesa delal lê radiza,
vekir. Ew li wê derê bû, û ew wisa delal bû ku devê prens ji hev vekirî ma. Prens pistre
çû, xwe bi ser wê de xwar kir û ji rûyê keçikê maçî kir. Tam di wê kêliyê de “Delala Li
Daristanê Razayî” hisyar bû, çavên xwe vekirin û bi bisirînekê li prens nihêrt.
Pasî herdu bi hev re ji wir derketin. Û qral, qralîçe, her kes û her tist hisyar bû.
Her kesî bi awayekî ecêbmayî li hev dinihêrt. Di tewlan de hesp radibûn pêdarê,
kûçikên nêçîrê dûvê xwe dihejandin û li vî alî wî alî bazdidan. Li ser banê, kevok serê
xwe ji bin perên xwe derxistin, li dora xwe nihêrtin û ber bi gundan firiyan. Mêsên li
ser dîwaran vizeviz kirin û dîsa firiyan; agirê nav tifikê pêket, ges bû û xwarina li ser
pijiya. Aspêjê porê alîkarê xwe dîsa kisand û jinika xizmetkar jî pirtikandina mirîskê
xelas kir…
Pistî demeke pir kurt, daweta prens û ya “Delala Li Daristanê Razayî” bi
awayekî muhtesem hat çêkirin. Û ew herdu heta dawiya jiyana xwe bi sad û bextewarî
jiyan…
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

Çîrokeke Jacob & Wilhelm Grimm

 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply