Şemî , 24 Cotmeh 2020

Dayik û Pîrikên Berê Dev Ji Zimanê Xwe Bernedidan

Dayik û pîrikên berê bi xîret bûn, di bajaran da tu carî dev ji zimanê xwe bernedidan, teslîmî tirkî û asîmîlasyonê nedibûn û bi zarok û neviyên xwe ra bi tirkî nedipeyivîn. Jiyana wan li bajaran derbas dibû, lê zarok û neviyên xwe bi kurdî mezin dikirin.

Dayik û pîrikên nuha pir qelp in, çer ji gundê xwe koçî bajêr dikin, di nava du sê salan da dibin tirkên stenbolî, dev ji zimanê xwe berdidin û bi zarok neviyên xwe ra bi tirkî dipeyivin.

Ezê numûneyekê ji malbta xwe bidim.

 

Pîrika min Sita Xamo destpêka 1900î dema koçî Wêranşarê kirin sivik bû. Bavê minê rahmetî û şeş zarokên xwe yên din li Wêranşarê bi kurdî mezin kirin, heta wefat kir jî gotinek tirkî fêr nebû.

Pîrika min li ba apê min dima. Jina apê min swêregî ye, dema bi apê min ra zewicî bi kurdî nizanîbû, bi apê min ra bi tirkî dipeyivî.

Lê pîrika min him jina apê min û him jî 7 zarokên wan fêrî kurmanciyeke bi baş kir.

Yanî pîrika min bi tena serê him bûka xwe û him jî 7 neviyên xwe fêrî kurmanciyeke pir baş kir.

Diya min jî gava zewicî û ji gund hat bajêr keçeke 17 salî bû. Lê ne ew tirkî fêr bû û ne jî bi zarok û neviyên xwe ra bi tirkî peyivî. Xêra xîretkêşiya wê, zarokên wê, neviyên wê giş fêrî kurmancî bûn.

Lê dayik û pîrikên îro çer dikevin bajêr dev ji zimanê xwe berdidin û bi zarok, bûk û neviyên xwe ra tirkî dipeyivin. Di malekê da dayik, pîrik yanî yek tenê jî bi zarokan ra bi kurdî bipeyive têrê dike, baş xerab, pir hindik zarokê fêr bibin. Lê jinên îro, dayik û pîrikên îro wek yên berê ne girêdayî ziman û kultura xwe xwe ne.

Helbet ne dayik û pîrik tenê, bav û kalikên niha jî wek yên berê ne bi xîret in, ew jî pir zû û bi dilxweşî dev ji zimanê xwe berdidin û zarokên xwe asîmîle dikin.

Zinarê Xemo 

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Parastina Kurdî Zor Zor Girîng e!

Hewldan û hesasîyeta parastina Kurdî zor zor giring û watedar e. Ji bo mêjîyekî pak …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.