bi zayînê re şewqa xwe bi çirûskên êgir avêt
nav jiyana bêbext
destekî kedkar
bi ser laşê ji xwînê sor bûye ve
bi dilekî hevrîşimî vedida
parçeyek ji kezeba bi şewat wer bûbû
nav şêniyên bê hejmar
bi dilgermî ew didanî ser sîngên xwe yên vejînî
bi hestên zindî diket xewa şêrîn
bi hêviyên xeyalên duwerojên pêknehatî ve
ji niha û pê ve ew ne kesek bû
yek jî bi hêviyên xwe mezin dikir
parçeyê xwe yê bêyî nake
ji heriya pêşiyan
li daristanên bê dar mane dimeyand
roj bi ser hev de diqulibîn
meşê destpê dikir ya jiyanê
hawîrdor biyan
tenê tu hebûyî bi vedana xwe ya hevrîşimî
li ber serê min sekinî
lorînên ku min ji wî giriyê zarokane dûr dikirin
bi xewên ji xewnan dagirtî ve dibirin
hêdî jî be bûn ziman ji devê sîngalîs re
mijulahiya min bi te destpêkir YADÊ
bi bîreweriyê re tenê tu hebûyî li cem min
bi pirsên aware min serê te pir diêşand
lê te bi nermahiya bayê biharê
sebra min dikişand
ma ji bîr diçe ew rojên bi sabûnên bîndar
di nava teşta lekî ya qetiyayî de
te serê min dişûşt
belê DAYÊ!
te ji xwe re lehengek an jî rizgarkerek diafirand
di wan rojên bibîrhatî de
ma beredayî bû ew dilovaniya te
ya ji ramanên xwedayî
ku bi hewara min ve dihat
na DAYÊ na!
her ku mezin dibûm
bi baweriya te ya ji dilê safî
diherikîm ji der hembêza kezebşewêt
di şevên derengmayî de dibûm mitale
û çavên ji hêsiran zû şil dibûn
li rê diman
lê jiyan
li derve bi awayekî din diherikî
bi hemû şida xwe ya guhartok
wext bê wext bû
ez ku hê zarokê doh bûm
min hejmara rojên xwe yên dîtî
di ramanên aloz de ji bîr dikir
heval
xwendin
pênûs
lênûs
û çi yê din li van kim
pere û têgînên din ên ragihandinê
di hişê min de
wek muristangan digeriyan
tê bîra min DAYÊ!
ma ne tu bûyî di civatên jinan de
li ber tenûrê
bi destên xwe nan lêdixist
û bi wî zimanê xwe yê şêrîn jî
pesnê lawê biçûk ê ku ji mêj ve mezin bû dida
min ji ku dizanî!
sedemên hemû êşên serê te ez im DAYÊ
her şev li kolanên bajarê ku bîna giran
a mirinên bêwext jê difûriya
bi hevaldoşên xwe re dimam
ta ku min şev pîr dikir
ax û wax DAYÊ!
qey ji ku zanibûm
tu di tarîtiya şevên bê hîv de
li şibakeya malê li benda min î
dereng têgihîştim dereng
qaşo mezin dibûm
li wê wargeha bêwar mayî
hişê min li ser tiştên aware bû
yên ku bi balixbûnê re tên
ketibû nav têkiliyên ji te dûr
ango tu ne dihatî bîrê
na na ne wilo tenê bû
jiyana bi ser min de digeriya
lewre hin hestên nû şîn dihatin
di wî temenê – xwedêgiravî mezin – de
kuçe û kolanên bêber
ji berê ve dibûn şahid
ji hêsirên dayikên kezebşewat re
yek bi yek bar dikirin ji nav me
birayên me yên ji ciwaniya xwe bêparmayî
ku dibûm mêvan li civatên dorxweyî re
‘mirin sar e dijmin har e’
wek peyvên veşarî
bi piste pistekê
bi leza guleyên noker
li ber guhan diketin
lepên min ji neçarî dihatin şidandin
diranên min li hev diketin
dilerizîm YADÊ dilerizîm bê hemdê xwe
çi bikim sor dibû rengê erdê
parçe ji kezebê bûn, diçûn
êdî hejmara rojên dîtî zêde dibû
ramanên aloz bi peyvên dîtir jî dihesiyan
pênûs
lênûs
pere û hwd.
bêwate dibûn
peyva YADÊ
bi qêrîn û êşa kolanan ve dihate girêdan
bi çend hêlan hatibûm pêçan nizanim
lê her serpêhatiyek dibû kujerê min
ez ji te direviyam
tu li pey min bêrawestan
bêguman
bi kamilbûnê re pê hesiyam
ku du ruh di ruhekî de hatine hewandin
dûrbûn û dûrkirin bû
bi ya min di rastiyê de
dil ê te bû
can bi te bû
tu sîwanî YADÊ
hê jî li ber serê min
di hemû rojên li bendê mayî de
paşila te her sitar ma ji bo rojeke vegerê
çavên ku ji hêsiran kul bûne
bi çirûskên stêrên şemîtok tên
roj dibûhurin
tu bi hêvî yî dizanim
ku nebînî tu bê rojî DIYA min
27 Nîsan 2001 / Stenbol
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014