Dayê (Helbest)

ez nameya xwe dê sibê

ji te re bişînim

silavên xwe yên germî

ji te re dişînim

bejna xwe ditewînim

têm destên te

ez dizanim çawa

xemgînin hestên te

 

dayê

îro ez di Zîndana

Bayram Paşa de me

bi ranza ya xwe ve

di quncik û koşê de me

her roj û sibê

bi girtiyan re

di meşê de me

ji ber agir û şewatê

di nava canêşê de me

 

dayê

îro ez ketime greva birçîbûnê

rojiya mirinê

ev roja berxwedanê

ne ya girî ye

tu xema min meke

dayîka min zarşîrîn

stranekê bêje li ser min

bi dilbirîn

 

dayê

îro em îsyan dikin

di Zîndanan de

qêrîn û hawara me

belav dibe li asîmanan

çilûçar hevalên me hatin kuştin

laşên wan di xwîna sor de

hatin şuştin

 

dayê

Polîsan dest û lingên min

kelepçe kirin

dil û kezeba min

çilûçar parçe kirin

dêleguran derdorên min

rapêçandin

tîreke tûj di dilê min de

daçikandin

bêhna min çikandin

û giyanê min kişandin

 

dayê

ez gelek westiya me

li hêviya azadiyê

rawestiya me

ji zilma gardiyanan

netirsiya me

bi lêxistina jopan

nehesiya me

 

dayê

xwînmijan agir berdan

laşê min

di serê min de nema

hişê min

dil û canê min

diperitî

xwîn ji cîgera min

diherikî

 

 

dayê

hevalan

li ber zilm û zorê serî hildan

mirin dabûn ber çavên xwe

ji dildan

hestî û parsiyên me

şikandin

ji milan

ji bîra min naçe

mirina çilûçar şehîdan

 

dayê

wxeziya min di devê min de

dimiçiqe

janêşek ketiyê

dilê min û gurçikê

di bin êşkenceya Gardiyanan de

dinaliyam

weke berxan dikaliyam

 

dayê

destmala kesk û sor li ba bike

bêje ez qurban

ji birîna kezeba min re

tu yê bibî derman

ji heval û dostan re

bixwîne ferman

îro di zîndanan de

şehîd rabûn govend û dîlanê

 

dayê

tirba min bikolin li Kurdistan

li ser kevirê gora min

binivsînin destan

kurdno,

ji me re hat mizgîniya serbestî ye

dê em ê xilas bibin

ji koletî û bindestî ye

çima axîn dikişînim

li ser axa vî welatî

Ka li ku mayê wekhevî û biratî

ey mirin dîsa jî tu bixêr hatî

 

 

Xizan Şîlan-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply