DAXUYANIYA PENA KURD: ROJA NIVÎSKARÊN DI ZINDANÊ DE

PENa Navneteweyî, di sala 1981’an de, li ser pêşniyaza Komîteya Nivîskarên di Zindanê de, 15’ê Mijdarê wek Roja Nivîskarên di Zindanê de pejirandiye. Her sal PENa Navneteweyî bi şaxên re di vê rojê de bala raya giştî dikişine ser nivîskarên di zindanê de.

Rayedarên welatên ji demokrasiye bi dûr; ji nivîskar, rojnamevan, akademisyen, hunermend û siyasetmedarên muxalîf û rewşenbîrên din ditirsin. Ji rexneyan ditirsin. Çareye di qedexekirina ramanê de dibinin. Di makezagon û zagonên xwe de cih didin azadiya ramanê. Lê belê azadiya ramanê di nav rûpelên zagonan de dimîne. Ji bo nekevin rewşa binpêkiriyên zagonan, muxalîfan wek terorîst an alîkarên terorîzmê bi nav dikin û didarizînin.

PENa Navneteweyî ne tene di vê rojê de, bê navber mafên mirovan û azadiya ramanê diparêze. Li ku dere neheqiyek li çalakgerên mafên mirovan, nivîskar, rojnamevan û hunermendan hatibe, piştgiriyê dide wan û bala raya giştî dikişine ser vê mijarê. PENa Navneteweyî her sal li ser navê hemû zindaniyên ramanê pênc kesan wek nimûne hildibijêre. Bi çalakî û daxuyaniyan bala raya giştî dikişine ser nivîskarên di zindanê de.

Navenda PENa Kurd jî her sal di 15’ê Mijdarê de heman xebatan dike. Mixabin di nav welatên ku mafên mirovan tên binpêkirin de, Tirkiye di rêza yekemin de ye. Bi rêzê Çin, Misir, Erître, Viyetnam, Azirbêcan, Ûganda û Sûriye li pey Tirkiyeyê tên. Komîteya Navneteweyî ya Rojnamevanan diyar dike ku li dinyayê 350 rojnamevan di zindanê de ne û ji vana 172, di zindanên Tirkiyeyê de ne. 124 rojnamevan jî hatine girtin, di lêpirsînê de derbas bûne, bi şertê ku nikaribin azad tevbigerin, kar û xebatên xwe bikin, hatine berdan ku ev hejmar di îstatîstîkan de cih nagirin.

Platforma Piştgiriya Rojnamevanên Zindanî jî heman hejmaran dide, bala raya giştî dikişine ser zext û zorên ku li Tirkiyeyê tên kirin.

Her wiha, Rojnamevanên Sînornenas jî di warê binpêkirina mafê azadiya ramanê de, Tirkiyeyê ji nav 180 dewletan di rêza 155’emîn de nîşan dide û dibêje; Tirkiye ji rewşa ‘welatê nîvazad’ ketiye rewşa ‘welatê neazad’.

Li Tirkiyeyê 246.426 kes di girtîgehan de ne, ji vana 50 hezar kes, ji ber fikr û ramanên xwe yên siyasî di girtîgehan de ne û her roj ji aliye rayedaran ve ‘mizgînên’ vekirina girtîgehên nû tên dayîn.

Li Tirkiyeyê siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, hunermend û rewşenbîrên kurd di bin zext û zoreke giran de ne. Bi dehan komeleyên demokratik, televizyon, rojname, ajans û kovarên kurdan hatine girtin. Zimanê me bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên giran ve rû bir û ye.

Li bakurê Kurdistanê rewşeke derasayî heye. Ne tene kurd, demokrasîxwazên ku piştgiriyê didin çareserkirina pirsgirêka kurdan jî di bin heman xetereyê de ne.

Navenda PENa Kurd dê di her rewşê de piştgiriya azadiya ramanê bidomîne. 15.11.2018

Resim

Komîteya Birêvebir a Giştî ya

Navenda PENa Kurd

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply