Yekşem , Tebax 19 2018
Malper / Urf û Edet / Dawetên Herêma Mûşê (3)

Dawetên Herêma Mûşê (3)

D) Siwarkirin (Merhaleya Dawî)

Siwarkirin merhaleya dawetê  ya herî dawî û  ya herî girîng e. Piştî heftelixê çar an jî pênç meh şûnve bûkê siwar dikin. Di navbera heftelix û siwarkirinê de malbata zavê tevî xelatin ku stendine diçin mala bûkê. Xelatan didin mala bûkê û roja siwarkirinê diyar dikin. Wextê dawetê herî dereng di navbera heftêyek an jî deh rojan de eşkere dibe.

Di nava heftê de malbata zavê tevdîrên dawetê dibînin. Tevdîrên dawetê wiha ne: Bavê zavê ji bo mêvanên xwe xwarinên xweş bê çêkirin diçe goştê sor distîne; li ber goştê sor, birinc, cacix û tirşik tê çêkirin. Tevdîrên din jî çerez, sazbend(orkestra), bangname hwd. Dema ku ew tişt amade bûn, pişt re eger ku hebe birayê zavê an jî pismamê zavê ji nas û xwediyên  xwe re bangname dişînin, wê demê ji bo dawetê merêvin zavê yê ku ji bajarên dûr dijîn jî tên tevlî dawetê dibin.

Roja pêşiya dawetê danê nîvro malbata zavê hin erebeyan digirin û tevlî milletên xwe diçin mala bûkê ji bo hina bûkê. Belê roja pêşiya siwarkirinê jî hina bûkê çê dibe. Ew çax jî mîna heftelixê ye û bi rastî demeke pir xweş e. Lê ji bo bûkê û malbata wê hinek bi xemgînî derbas dibe, lewra ew şev ji bo bûkê şeva dawî a li mala bavê wê ye. Ew şev dawet heya derengî şevê didome. Dema ku qediya jî malbata zavê û hemû mêvan belav dibin û diçin li malên xwe. Bûk, berbû û xwişkek an jî dotmameke zavê li ba bûkê dimînin. Roja din malbata zavê sibeh zû radibin dîsa tevdîrên xwe dibînin. Sibehê birazava, zava hildide û diçin mala bûkê. Bûkê tevî berbû hildidin diçin kuafor, dema ku karê wan diqede, vedigerin diçin li mala bûkê û li benda malbata zavê disekinin. Dema ku malbata zavê tê ku bûka xwe bibin, birayê bûkê qurdela pişta wê girêdide û xwişka bûkê jî li pêş derî disekine ji bo bavê zavê xelatek bide wê, heya ew xelata xwe nestîne rê nade wan. Xelatên din jî ev in: ji bo balîfok (balîfa biçûk) û ji bo sindoqa bûkê xelat tê girtin. Xelatên tên girtin jî bi gelemperî zêr an jî pere ne . Pişt re jî dawetvan li erebê xwe siwar dibin û diçin mala zavê.

Dema ku bûk tê li ber derî sazbend dest bi stranan dike. Hinek ciwan ji kêfa xwe guleyan berdidin hewayê, dû re ciwan dest bi govendê dikin. Bûk û zava li cîhekî rûdinin û keç û xort tên wan pîroz dikin. Govend heya nîvro, heya ku xwarin amade be didome. Dema ku xwarin tê, sazbend disekinin. Camêrek tepsiyek hildide û ji bo mirovên ku hatine dawetê xelatên xwe bavêjin diçe cihê ku mêr lê kom bûne. Bi heman awayî jinek jî diçe nav jinan ji bo xelatan bistîne. Dema ku mêvan xelatên xwe avêtin ew camêr bi dengekî bilind dibêje çiqas xelat hatiye li ser dawetê û dû re jî ji bo mêvanan xwarinê tînin. Aşpêjê xwarinê li benda xelata xwe dimîne, piştî stendine xelatê xwarinê li mêvanan belav dike, ev xelata ku tê stendin ji bo stîla goşt tê stendin. Pêşiya xwarinê çerezan belav dikin. Dema ku mêvanan xwarinên xwe xwarin û çerezên xwe hildan diçin cem bav û apên zavê ji bo daweta wan pîroz bikin. Piştre jî ciwan û mezin dest bi govendê dikin û govend heya hina zavê didome. Bêriya hina zavê birazava ji bo ciwan werin li ser hina zavê gazî wan dike û ji wan re kaxizên hinê dişîne. Dema dibe êvar hina zavê dest pê dike, ciwan tên li ser hinê û bi gelemperî deh panot davêjin li ser hinê. Ew pereyê ku tê ser hinê ew dighêje birazavayî, dema ku hine xilas dibe, hinek ciwan diçin li serbanî agirbazî (havaî fîşek) diteqînin. Pişt re jî govend dîsa dest pê dike û bi coşeke mezin didome û heya nîvê şevê berdewam dike.

E) Mehrbirîn

Mehrbirîn li gorî dînê Îslamê ji bo zewac bê temamkirin û şexs bibin helaliyên hev ji aliyê melayî ve te birîn. Roja siwarkirinê mehr tê birîn. Bi hatina melayî re bûk û zavayî li gel du şahidên xwe diçin odê. Mela ji her duyan dipirse: hûn hev wek hevjî qebûl dikin an na? Heger bersiva wan erênî bî melayî mehra wan dibire û Fatîha tê xwendin.

Bûk pirî caran  ji zava mehr (navê xelatê) dixwaze. Heyamên berê bûkan piranî çêlekek an jî bizinek dixwestin. Di dewra niha de piranî bazin an jî zêrê mezin tê xwestin.

Xwedayê mezin mirazê hemû ciwanan bike…

Di dawiyê de gerek tîştekî were zelal kirin, di serî qala qelendê hat kirin. Bila xwendevan ûrfa qelendê şaş fêhm nekin. Qelend ji bo keçikê didin bavê wê, bavê wê qelendê ku hatî ji keça xwe re dike cihêz, li aliyê Milazgirê bi gelemperî wisa ne. Eger ku qelend ji bo cihêzê keçikçê be, ji bo alîkariyê be tiştekî ne xirab e. Bila kes çanda kurdan şaş fêhm neke û şaş nede naskirin.

Çanda gelê Kurd bi rastî pir dewlemend e, lê mixabin niha bi taybetî jî di nav ciwanan de hinek hatiye bişaftin, lewra li çanda xwe xwedî dernakevin.

Nivîs Qedîya

Nivîskar: Ozan Aktekîn

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Adabê Vexwarinê (ji Hedîsan)

 عن أنسٍ ? أن رسول الله ? كانَ يتنَفَّسُ في الشَّرَابِ ثَلاثاً . Ji Enesê …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir