Dawetên Herêma Mûşê (2)

C) Dema Nîşanê

Dema ku diçin mala keçikê, mazûvan ji mêvanan re xwarinê çêdikin. Piştî xwarinê bavê lawikî tevî mêvan û rûspiyan, gazî bavê keçikê dikin ku ji bo qelend biaxivin. Wê demê bavê keçikê û merivên wî fikrên xwe dibêjin eger ku bavê lawikî jî qebûl bike ew çax qelend tê birîn. Dema ku qelend tê birîn, bavê keçikê ji ber xatirê mêvanên xwe qelendê keça xwe hinek kêm dike. Piştî lihevkirinê re fatîha tê xwendin û nîşana wan dibe. Li cem me di navbera nîşan û dawetê de sê an jî çar meh hene. Piştî nîşanê di navbera sê an jî çar mehan de şahiyek çêdibe û em ji vê şahiyê re dibêjin heftelix[1]. Heftelix berê mezinan, ji ber ku heftek piştî nîşanê dawet kirine, em ji vê dawetê re dibêjin heftelix lê wek hertiştî ev edatên mey ê berê jî hatine guhertin, niha çend meh piştî nîşanê dawet çêdibe.

Ç) Heftelix (Heftane an jî Şîrînahî)

Zemanê berê wek niha Heftelix tûne bû. Ji bo Heftelixê Şîrînahî dihat gotin. Roja Şîrînahiyê mala zavê ji bo mala bûkê re şekirê toz ê çayê dibirin. Vî şekirê toz dibirdan di nav qoçxaneyek mezin de û dixistin şerbet. Ji bo her mêvanekî şerebet li wan belav dikirin.

Heftelix şahî ye û dema keyf û reqsê ye. Heftelix pêşiya dawetê û tenê li mala bavê bûkê tê lidarxistin lê hemû tevdîrên heftelixê bavê zavê tînê cî.

 Tevdîra heftelixê jî ev in: Gerek bavê zavê sazbendekî (orkestra) bigire. Gerek çerez (îmîş) bikire. Ji bo bûk û malbata wê xelatan bistîne. Di roja heftelixê de bavê bûkê destûr bide zava, ew diçe mala bûkê û tevlî heftelixê dibe, lê heger mala bûkê li ciyekî dûr be an jî xezûrê zavê destûr nede zava, ew li mala xwe di nav xeyalên xwe de dimîne (piranî zava tevlî heftelixê dibe). Sibeha heftelixê, bûk, zava, berbû[2] û birazavayî[3] diçin kuafor, porên xwe çêdikin, kincên bûkanî û zavatiyê li xwe dikin.

Heftelix piştî nîvro dest pê dike û heya êvarê, piştî hina bûkê xilas dibe. Roja heftelixê mêvan û ciwanên hatine dawetê govend digerînin û roja xwe bi lîstikan diqedînin. Bi rastî jî gelek cûreyê govendê li hêla Milazgirê hene wek mîna delîlo, cîda, koçerî, şêxanî, qilîçkîya sivik û ya giran hene. Dema ku wextê hinê tê, keçik bûkê tînin holê, dev û dora wê digirin, bi stranan re tepsiya hinê li ser serê bûkê digerînin. Bi coşeke mezin heftelixa xwe diqedînin. Mêvanên ku hatine dawetê jî û tevî malbata zavê vedigerin malên xwe lê bûk li mala bavê xwe dimîne. Bûk piştî siwarkirinê[4] diçe mala zavê.

[1] Heftelix: heftane

[2] Berbû: kesên di dawetan de hevaliya bûkê dikin.

[3] Birazava: kesê di daweta wî de xwedîtiya wî dike

[4] Li herêmê ‘Siwarkirin’ jê re tê gotin.

Nivîs a bidomê (2)

Nivîskar: Ozan Aktekîn

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply