Dawetên Herêma Mûşê (1)

Çanda dawetan bi rastî jî di nav me Kurdan de ciyekî girîng digire. Gelê Kurd ji kêf û şahiyê pir hez dikin, ji ber vê yekê jî dawetên Kurdan wek mîna mîhrîcanan xweş û geş dibin. Lê belê di nav dawetên Kurdan de li gorî herêman cudahî derdikevin holê. Em vê cudahiya di nav dawetan de dikarin li her herêmê bibînin. Lewra çanda her herêmê  cuda ye. Di çand û hûnera me de , di dîroka me de evîndarî pir muhîm e. Di çanda me de gelek çîrokên evîndariyê hene, mîna ku Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Derwêş û Edûlê hwd. Bi rastî jî eşq tiştekî xweşik e û di navbera keç û xortan de jî gelek caran eşqê mezin çêdîbîn lê mixabin hemû aşiq jî nagêhêjin mirazê xwe, lê dema ku dighêjin mirazê xwe jî ew car bi daweteke mezin û geş re diçin ser mirazên xwe. Em niha ji herêma serhedê ji bajarê Mûşê mînakeke dawetan bidin, ka em lê binêrin ew dawetên xweş û geş çawa çê dîbîn.

Niha ji gundê Dêrik ê ku bi Milazgirê ve gîrêdayiye li ser dawetên wan em ê bisekinin. Gundê Dêrikê gundekî mezin e, nêzikê 300 mal di gund de hene û kêm zêde 1000 mirovî tê de dijîn. Dawetên vî gundî pir xweşik û rengînên.

Destpêka Zewacê

Belê em niha ji serî de dest pê bikin, ka çika zewac çakî[1] dibe û çakî dest pê dike. Li herêma Mûşê dema ku xortek bixwaze bizewice şertê pêşî divê eskeriya xwe kiribe.  Piştî eskeriyê eger lawik ji xwe re keçek nedîtibe dê û bavên lawik li gor malbat, çand û ûrfa xwe ji lawê xwe re li keçekê digerin. Hin ciwan jî piştî eskeriyê diçin ji xwe re kar dikin ji ber ku qelenê rinda xwe temam bikin. Li herêma Mûşê nextê keçikan di navbera 10 an jî 20 zêrîn e (teqrîben dike 7-8 milyar). Belê em niha dest ji qelend berdin û herin destpêka zewacê, çi dibe û çi diqewime? Dema xortek dawa zewacê bike, ew xort carnan tiştên ecêb dike, mîna ku bixeyde, dema ku xort li maniyan digere, ew çax dê û bavên wî  dizanin ku ew dixwaze ku bizewice. Ew tiştên ku min qala wan kir di çanda berê de hebûn, lê niha tiştên wisa kêm mane. Heger dildarîyeke lawik hebe, ew ji diya xwe re dibêje û diya lawik jî ji zilamê xwe re dibêje. Bi vî awayî bavê lawik diçe ji bavê keçikê re qala rewşa wan dike û heger ku bavê keçikê qebûl bike vê carê bavê keçikê diçe ji xanima xwe re behsa xwezgîniyan dike, xanima wî, jî ji keça xwe re dibêje, heger keç qebûl bike, rêya mala xwe didin xwezgîniyan. Malbata lawik diçe xwezgîniyê.

B) Xwezgînî

Bi gelemperî lawik û dê û bavên wî gelek caran digel wan xwişka lawik a mezin jî bi hev re diçin mala keçikê. Dema çûna mala keçikê, malbata lawikî bi xwe re tiştên xwarin û vexwarinê dibin. Dema ku çûn malbata lawik û malbata keçikê bi hev re dişêwirin. Keçik ji mazûwanên xwe re çayê amade dike û pêşkeşî wan dike. Pişt re jî lawik û keçik, carna jî li gel wan xwişk an jî dotmameke keçikê bi wan re diçin odê û bihev re dipeyîvin. Di odê de ji şert û mercên xwe ji hev re dibêjin û heger keç û lawik li hev bikin, daxwaza xwe a zewacê ji dê û bavên xwe re dibêjin. Ku malbatan jî  li hevkirin û ku qedera wan jî çêbibe, zewaca wan çêdibe. Piştî lihevkirinê dema şahiyê tê, yanê dema nîşanê tê. Nîşan, di zewacê de merhela herî serî ye, dema nîşanê malbata lawik ji bo nîşana xwe gustîl û bazinên xwe distînin. Her du alî jî ji bo nîşanê gazî heval, meriv û cîranên xwe dikin.

[1] çawa

Nivîs a bidomê (1)

Nivîskar: Ozan Aktekîn

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply