Darkokeyê Şamî

Meznatî û kelwaş: 23 cm dirêj e.

Salox: Alek spî ye û enî spîyekî gewirve ye. Gîxeka reş ji liẍavokan dest pê dikit û bi teniştên heftikê de diçit, heta digehite ser qaneka sêgoşe ya reş, ku li herdu teniştên stûyî ye, gîxa jêgotî heta herdu teniştên singî diçit, dûmahîya banê serê wî, li dev yê nêr, qurmiz e û li dev ya mê, reş e.

Wekî dî ji milê piştê ve reş e di gel kurî yê, ji bilî perrên milan û çengveşêrên mezin ku spî ne. Ji binî ve spîyekî bi ser gewrî ve ye, zikê wî di gel kurîveşêra binî, pêleka pêtî ya sorşekir lê ye, li rasta kurîveşêrê tarîtir û aşkeratir e. Spîlika çavan sor e. Nikil şînve ye û binê wî zerve ye û pê risasî ne.

Jîngeh: Li kurdistanê, xwecih e, li nav çiyayan û payîzan bi qetlazî, xwe berdidite berbinîyan jî.

Xwarin: Mêşemor û kirmikan dixut. Li bêna xwarina wan, bi dare ve hildiperrikit û depedarê pêtî hildikolit.

Zêdebûn: Hêlîn kuneka kolayî ye di qurmê dare de. Ya mê tê de hêkan dikit.

Cihên lê belav: Li rojhilatî yuguslaviya heta mekedoniya û bulgaristan û turkiya û lubnan û sûriya û filistîn û ‘îraqê û îranê, xwecih e û têjikan diînte der.

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply