Darazên Rojiyê-Mele Cewadê Girdarî

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ (183) البقرة

Xwedê Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje:  Gelî yên ku bawerî anîn! Rojîgirtin, çawa li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin, her wiha li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn (bi rojîgirtinê) xwe (ji ezabê Xweda) biparêzin.

PÊXEMBERÊ Xwedê jî (sav) gotiye: “Bêguman Xwedê Teala rojiya remezanê li ser we ferz kiriye û min jî îhyakirina şevên wê ji we re kiriye sinet. Vêca kî rojiya remezanê bigire û şevên wê jî îhya bike, îmana WÎ/WÊ hebe û xêra xwe jî ji Xwedê bixwaze, weke ku hêj ji diya xwe re çêbûbe, ji gunehan paqij dibe.”
PÊNASEYA rojiyê: Rojî ew e ku ji avêtina SPÊDÊ(fecrê) heta ku roj here ava, ji tiştên fitarî pê çêbibe xwe bigire. Dema rojiyê ji avêtina SPÊDÊ heta ku roj here ava. Çawa ku Xwedê Teala di Qurana pîroz de dibêje: (Bi şev) heta ku tayê spî ji tayê reş ( roj ji şevê) kifş bibe, bixwin û vexwin.

RÛKNÊN ROJIYÊ

1 – NIYETANÎN(Bi hev ve ye). Ji bo her rojek niyetek nû tê anîn. Ji rojiya Remezanê, nezîr, qeza û kefaretê re di şeva wê rojê de niyet tê anîn. Ev bi nîsbet rojiya ferz ve ye. Lê heçîke rojiya sinet e niyeta wê heta ji beriya zewalê jî çêdibe bi şertê ku tiştek nexwaribe. Delîl jî ev e ku rojekê pêxemberê me ji diya me Aîşe  re (rxl) dibêje: xwarin li cem we heye? ew dibêje: Na. Pexemberê me jî dibêje: wê demê ez bi rojî me. 2 – Ji tiştên ku rojiyê xera dikin, dûr sekinandin.

ŞERTÊN WICÛBBÛNA ROJIYÊ

1 – MISILMANBÛYÎN 2 –  KAME(BALIX)BÛYÎN 3 – BIAQILBÛYÎN 4 – XWEDÎHÊZBÛNA JI BO ROJIYÊ
ŞERTÊN SIHETA ROJIYÊ

1 – MISILMANBÛYÎN

2 – MUMEYÎZBÛYÎN(kesê ku qencî û xerabiyê ji hevdu diqetîne)

3 – PAQIJBÛNA JI HEYZ Û NÎFASÊ ( paqijbûna ji bênimêjiyan û çilikan)

4 – BIKÊRHATINA ku rojî TÊ DE (cuda ye)tê girtin (Di roja cejnên Remezan û Qurbanê de û sê rojên piştî cejna Qurbanê ku ew sê roj, rojên Teşrîqê ne de û di roja şekê de ROJÎGIRTIN heram e û çênabe.

UZRÊN KU FITARIYÊ HELAL DIKIN

1 – Mirovê nexweş gava ku JI ROJIYÊ zirareke dijwar bibîne yan jê ji zêdebûna nexweşiyê û dirêjahiya wê bitirse. Dema pêdivî bi bal dermanî ve hebe ji xwe fitirandin wacib e.

2 – Rêwiyê ku riya wî di xêrê de be û riya wî ji 81 KMYÊ (bi hev ve ye)ne kêmtir be.

3 – Jinika di çilik û bênimêjiyan de. Ji xwe fitirandina wan WACIB E (cuda ye). Ger ku rojî bigirin jî rojiya wan çênabe. 4 – Jinika ducanî û ya ku şîr dide. Gava ku rojî zirarê bide wan û yan jê zaroka wan dikarin bifitirin.

5 – Kesê kal. Gava ku nikaribe rojî bigire, wê bifitire û ji ber her rojekê ve wê kefaret bide û qezakirin jî jê re tune ye.

TIŞTÊN ROJIYÊ XERA DIKIN

1 – Bi riyên tebîî ku tiştek here nava mirov. Mîna dev, poz, guh, pêş û paş.   Çend mînakên ku rojî pê xera dibe:

A – BI CIXAREYÊ û temamê cureyên wê.

B – BI FITÎLÊ. Lê bi derziya binê çerm û damaran  rojî xera nabe. Lê ya baş ew e ku piştî fitariyê be.

C – danîna tiştekê di nava guh de. Lê bi dilopa çavan rojî xera nabe.

GER KU DI QIRIKA XWE DE BI TEHMA WÊ BIHESE

D – Gava ku ji xwarinê tiştek di nava didanê wî de MABE(Bi hev ve ye) û dikariya paqij bike û nekir û vêca ku bi roj çû nava wî, rojî xera dibe.

E – GAVA ku avê li dev û pozê xwe werde û av biçe nava WÎ.

2 –  Îstîmna (bi xwestin rijandina meniyê)

3 –  Bi  zanîn xwe vereşîne.

4 –  Minasebeta cinsê

5 –  Ketina BÊNIMÊJIYAN

6 – Çilik

7 – ZAROKANÎN

8 – DÎNBÛN

9 – Di TEVAHIYA rojê de JIHIŞVEÇÛN

10 – Di tevahiyê rojê de SERXWEŞBÛN 11 – JIDÎNDERKETIN

Mele Cewadê Girdarî
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 14.06.2016

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply