Dara Xurmê

Darek xurmê ya Semret îbnî Cendeb hebû û di nav baxçê ji ensaran yekî de bû. Xaniyê vî ensarî di nav vî bexçeyî de bû û bi xanim û zarokên xwe re li vê derê rûdinişt. Semret car caran dihat û dara xwe dinêherî, xurme kom dikir. Bêguman çûn û hatina bal dara xwe û eleqedarbûna dara xwe mafê wî bû. Lê Semret dema dixwest were, bêdestûr û bêxeber diket malê û di vê navberê de jî çavê xwe hawirdor digerand.

Xwediyê malê daxwaz jê kir ku dema tê bere destûrê bixwaze. Lê ew qebûl nekir. Xwediyê malê bê çare çû gazincên xwe li cem Resûlê Xwedê(sxl) bilêv kir: “ ev zilam bêdestûr dikeve mala min, kerema xwe ji wî re bibejin bere bêîzîn nekeve malê da ku haya malbata min jê hebe û xwe ji çavderiya wî biparêzin.”

Resûlê Xwedê(sxl) gazî Semre kir û jêre got: “ Felan kes ji te gilîdar e û dibêje tu bêdestûr dikevî mehrema wî. Bikî nekî tu malbata wî dibînî ku ew naxwaze wusa derkevin ber te. Ji vir şunde bêdestûr nekeve milkê wî.” Lê Semre gotinê neanî cîh.” Wê demê jê re “ dara xwe bifiroşe” hate gotin. Semre dîsa qebûl nekir. Resûlê Xwedê(sxl) buhayê wê zêde kir, dîsa razî nebû. Bêtir zêde kir dîsa jî qebûl nekir. “ Heke tu wî karî bînî cîh li cinnetê wê darek te hebe.” Dîsa qebûl nekir û got; “ Heke her du piyê min bikevine solekê ez ne ji dara xwe diqerim ne jî dema dikevim hewşê xwediyê wê destûr distînim.” Got.

Resûlê Xwedê(sxl) ferman kir: “ Di dînê Îslamê de zirar dayîn û zordarî tuneye” Pişt re berê xwe da wî zilamê  ensar û got: “ Biçe wê dara xurmê ji qurm ve rake û deyne ber  Semre.”

Çûn û vî karî kirin. Pişt re Resûlê Xwedê(sxl) ji Semre re: “êdî dara xwe bibe û li ku derê bixwazî li wê derê biçîne.”

 

kurdihikaye.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply