Dara Hêviyê

ez ê

bi zimanê pênûs

û helbesta serhildêr

têbikoşim

li ser axa welatê birîndar

tovên dara hêviyê

bireşînim

toz û mija ewrên reştarî

ji ser bajarên şaristaniyê

rêşkim

kul û kederên sûr a Amedê

bi melhema kevirên sebirê

bikewînim

ez ê

xezeba xwedê

li mîrata pêlên deryayê

bibarînim

bi belxama reş

tifî rûyê îxanetê bikim

seltenata dagirker û serdestan

ji holê rakim

berê keştiya Nuh pêxember

ber bi girava serkeftinê ve

bizivirînim

cemeda ser dilê kolanên mêrxasan

bi germa henasa xweşmêran

bihelînim

kaniya kêf û aramiyê

di newalên çiyayê qendîlê re

biherikînim

ez ê

di qefesa sînorên parçebûyî de

ala rizgariyê daçikînim

bejna keç û xortên milîtan

bi cilûbergên şervanan

bixemilînim

li seyrangeha zozanên sêwîmayî

kulîlkên bihara evîndaran

bipişkivînim

û bi tililîyan

destmala govend û dîlana şadiyê

bihejînim

ez ê

zeviyên hişk û ziwabûyî

bi xwîdana eniya mezlûman

av bidim

tava berbangên rût

bi kirasê berxwedanê

bipêçim

bi qêrîn û hawara hestên penaber

di guhên zaliman de

deng vedim

bi giyanê pakrewanan

gora tirsê bikolim

hewrikên jiyana bêbext

ji mirina xwe ya bêwext

bidizim

û keskesorê li xwe

bibexşînim

ez ê

li ser tirba cangoriyan

strana ”cîhwarê min çiyan e”

bistirênim

rabirdûyên qirêj binax bikim

û şewqa çira dahatûyan jî

di kefa destê xwe de

veşêrim

zencîra zendê qedera bindestiyê

bişeqînim

perdeya mêjiyên kor

veçirînim

çirûskên agirê hezkirinê

geş bikim

tîrêjên roja azadiyê

di neynika dilê zîzbûyî de

bibiriqînim

û ez ê

ji dilopên barana çavên kal û pîran

Cîhaneke rengîn û bextewar

di kenê awirên zarokan de

ava bikim

 

Xizan Şîlan

2016-02-07

Stockholm 

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply