Danezana E-Kovara Çandnameyê

Şopînerên ezîz û hêja,

Malpera “www.candname.com”ê ev 2 sal in di xizmeta gelê xwe de ye.

Me wek koma Çandnameyê ji destpêka weşanê heta îro bi armanca xizmeta Zimanê Kurdî û zaraveyên wê hewl da û didin. Di vê heyama 2 salî de, nivîsên ku me ji derdorê berhev kirin û yên ku nivîskaran bi xwe ji me re şandin di nav de ji 3 hezar û 200î zêdetir nivîs hatin weşandin.

Wek koma çandnameyê em dixwazin niha jî bi heman navî (Çandname) kovareke dijîtal (e-kovar) biweşînin. Ji kerema xwe hûn û kesên derdora we yên ku dixwazin ji bo xizmeta zimanê dayika xwe xîretekê bidin di vê xebatê de me bi tenê nehêlin.

Bila ked û xebata weşandinê ji me, nivîsşandin jî ji we be. Ey xwîşkên delal û birayên hêja, tevlî vê xebata pîroz bibin û nivîsên xwe yên ne siyasî ji navnîşana me re bişînin.
Hûn dikarin heta roja dawîn a vê mehê (28ê Sibata 2018an) nivîsên xwe JI BO HEJMARA EWIL A KOVARÊ bigihînin ber destê me. Hejmara ewil a e-kovara Çandnameyê wê di 20ê Adara de (2018) bê weşandin.

Navnîşana ku hûnê nivîsan bişînin jî ev e: candname1@gmail.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply