Şopînerên hêja,
Bi tevlîbûna gelek heval û hogirên kurdîhez me jimara xwe ya yekem weşand.
Gelek pîrozbahî û rexne li e-Kovara Çandnameyê hatin kirin. Em wek Koma Rêvebirên Çandnameyê, ji bo hemû pîrozbahîyên we spas dikin û di heman demê de ji bo rexneyên we jî spasdar in. Em hemû rexneyên we qebûl dikin, ser seran û ser çavan, tenê em dikarin dîsa bibêjin “weşan ji me, nivîs ji we.”
Wekî din em vegerin ser danezana xwe ya ji bo jimara duyem a e-Kovara Çandnameyê.
Wek ku me di nivîsa edîtoryayê de jî diyarkiribû em ê ji sê mehan carekê e-Kovara Çandnameyê biweşînin. Em niha li qonaxa yekem a jimara duyem de ne û heta dawiya Nîsanê li benda nivîsên we ne.
Ji bo jimara duyem plana me ev e:
- 01-30 Nîsan – Dema nivîsşandinê ji bo jimara nû
- 01-31 Gulan – Dema Serrastkirina nivîsan û rûpelsaziya jimara nû
- 01-30 Hezîran – Dema weşandin û danasîna jimara nû
Gelî Kurdînivîsno!
Bila ked û xebata weşandinê ji me, nivîsandin jî ji we be.
Ey xwişk û birayên hêja, tevlî vê xebata hêja bibin û nivîsên xwe ji navnîşana me re bişînin.
Hûn dikarin heta roja dawîn a vê mehê (30ê Nîsana 2018an) nivîsên xwe ji bo hejmara duyem a e-Kovara Çandnameyê bigihînin ber destên me.
Hejmara Duyem a e-Kovara Çandnameyê wê di 1ê Hezîrana 2018 de bê weşandin.
Navnîşana ku hûnê nivîsan bişînin ev e: candnamekovara@gmail.com