Danasȋna Pirtûka Lokman Polat “Çil Romanên Kurdî”

Van paşwextiyan ronahȋ dȋt pirtȗka nivȋskar, lȇkolȋner ȗ xizmetkarȇ edebiyeta kurdȋ, Lokman Polat ya bi navȇ “Çil romanȇn kurdȋ”. Pirtȗk 191rȗpel e. Ew  ji aliyȇ weşanxana Sȋtav ȇ de ȗ bi dȋzaȋneke bȇqisȗr, hatiye çap kirin. Ev pirtȗk ya danasȋn, nirxandin ȗ şirovekirina çil romanȇn kurdȋ ye.

Bi gotina nivȋskar sȇsedȋ zȇdetir romanȇn kurdȋ hene. Lȇ bi nȇrȋna nivȋskar, gava meriv bi çavekȋ rexnegerȋ bala xwe dide wan berheman, kȋjanan ji aliyȇ nivȋskarȇn wan de wek roman hatine destnȋşan kirin, bi dest xwe de tȇ xuyakirin, ku gelek ji wan çȋrokȇn dirȇj in ȗ vegotinȇn tevlȋhev in, hinek ji wan jȋ novȇl yan kurteroman in. Bi nȇrȋna me, dibe ku sedem jȋ ev e, ku hinek nivȋskarȇn kurd dibȇjin, ku romana kurdȋ tune. Lokman Polat 140 romanȇn kurdȋ xwendiye ȗ nirxandiye. Wȋ sȇ pirtȗk: “Bȋst romanȇn kurdȋ”, ” Pȇncȋ romanȇn kurdȋ”, “Çil romanȇn kurdȋ” daye weşandin ȗ niha ew bi navȇ sȋ romanȇn kurdȋ pirtȗkeke din dinivȋse. Nivȋskar wisa jȋ pirtȗkek bi navȇ “Romanȇn Nivȋskarȇn Kokkurd” amade kiriye.

Em ȇ niha behsa pirtȗka nivȋskar ya bi navȇ “Çil romanȇn kurdȋ” bikin. Pirtȗk bi zaravȇ kurmancȋ hatiye nivȋsar, zimanȇ nivȋsarȇ ne giran e, zelal e ȗ bi hȇsanȋ tȇ xwendinȇ.  Nivȋskar, bi kurtayȋ şirovedike naveroka her romanekȇ, her romanekȇ dinirxȋne, dȋtin ȗ nȇrȋnȇn xwe derbarȇ her romanekȇ de dinivȋse. Ramana ewlin ya li vȇ pirtȗkȇ de behsa wȇ tȇ kirin, romana Haciyȇ Cindȋ “Hawarȋ” ye. Lȇkolȋner bi awayȋkȋ şȇkirdariyȇ behsa ked ȗ emekȇ nivȋskarȇ navdar yȇ ji Ermenistanȇ, bavȇ folkilora kurdȋ, mamosta, profȇsor Haciyȇ Cindȋ dike ȗ qȋmetekȋ bilind dide romana wȋ. Lȇkolȋner dinivȋse, ku bi dehan pirtȗkȇn wȋ nivȋskarȇ bi nav ȗ deng yȇn ji bo çapȇ amedekirȋ hene ȗ hȇviyȇ ne, ku weşanxanȇn kurdȋ dest bavȇjin wan ȗ çap bikin. Li vȇ pirtȗkȇ de wisa jȋ behsa romanȇn sȇ nivȋskarȇn din yȇn ji Ermeanistanȇ tȇ kirinȇ: Eskerȇ Boyȋk “Xezeb”, Eliyȇ Evdilrehman “Şer li Çȋya”(“Şȇx Zayȋr”), Tosinȇ Reşȋd “Mestȗre”.

Di çar romanȇn kurdȋ de, yȇn li vȇ pirtȗkȇ de hatine çap kirin, behsa Komkujiya Ermeniyan ya Mezin(1915 – 1923) tȇ kirin: Hesenȇ Metȇ “Gotinȇn Gunehkar”, Dewran Evdirehȋm “Reşeba”, Mehmet Devȋren “Kortika filehan”. Lehengȇ Romana Hesenȇ Metȇ ermenȋ ye, navȇ wȋ Merkȗs(Markos) e. Markos li ber çavȇn xwe dibȋne, ku bi çi awayȋ eskerȇn Roma Reş yȇn nolȋ keftarȇn xwȋnxwar, dadikutine li nava gundȇ wan. Hevala dayȋka Markos, Domȋna xanim, kȋjan keça mȋrekȋ kurdan bȗye, wȋ li mala xwe de vedişȇre. Bi vȋ awayȋ ew ji xezeba Roma Reş, ji kuştinȇ xelas dibe. Eskerȇn Roma Reş bi hovanȇ zarok, zilaman, kalemȇr ȗ pȋrejinȇn ermeniyan dikujin, keç ȗ jinȇn wan yȇn bedew dikine hundirȇ dȇrȇ, dest davȇjin namȗsa wan, paşȇ wek hȇsȋr li tev xwe dibin… Kurteromana Mehmet Devȋren “Kortika filehan”  awa destpȇ dibe: “Li herderȇ welȇt de binȇ her şopȇn kevnar de axȋnek heye, ȇşek veşartȋ ye. Ev şop dilop bi dilop bi xwȋnȇ hatiye avdan. Ev şop berȇ me dide gundekȋ bi ȇş ȗ elem. Di binȇ kevirekȋ de jiyanek veşartȋ heye. Sop berȇ me dide nava gund(gundeki girȇdayȇ Dȇrika Çȋyayȇ Mazȋ ) ȗ deriyȇ hewşekȇ ji me re vedike…”. Gund, gundȇ fileha( xaçparȇzan) bȗye, li ku xȇncȋ ermenȋ, aşȗrȋ ȗ keldaniyan wisa jȋ ȇzȋdȋ dijȋtin. Hewşȇ de keç ȗ bȗkȇn gund li ser tevnȇn kom bibȗn ȗ kulama “Lawikȇ Metȋnȋ” digotin. Axayȇ wȋ gundȋ wisa jȋ sȇzdeh gundȇn doranȇ wȇ kurd bȗ, navȇ wȋ Evdilkerȋm. Rojekȇ jȋ fermandarȇ dewleta Roma Reş tȇ gund ȗ Evdilkerȋm re dibȇje, ku dewletȇ ferman derxistiye, kuştina filehan helale, kȋ wan bikuje diçe cinetȇ. Leşkerȇ dewletȇ bi axa ȗ xulamȇn wȋ ve ȇrȋşȋ xaçparȇzan wisa jȋ ȇzȋdiyan dikin. Ewan keç ȗ bȗkȇn xweşik nakujin, lȇ wekȋ din ji zarokȇn zikȇn dayȋkan de heta kalemȇr ȗ pȋrejinȇn li nav cȋnivȋnan de dikujin. Gund dişewitȋnȋn. Keç ȗ bȗkan direvȋnin, dibin. Nivȋskar dibȇje: “Qetlȋama ermeniyan ȗ filehȇn din (keldanȋ ȗ ȇzȋdiyȇn kurd jȋ tȇ de) trajedȋ bȗ, jenosȋd bȗ ji aliyȇ dewletȇ ve ȗ bi destȇ leşkerȇn dewleta osmaniyan ȗ hinek kurdȇn hevalbendȇ dewletȇ hate kirin.

Babatȇn romanȇn kurdȋ yȇn behsa wan li vȇ pirtȗkȇ de tȇ kirin bi pir cȗreyȋ ne. Gelek roman derheqa 29 serhildanȇn kurd ȗ Kurdistaniyan de ne. Pir romanȇn nivȋskarȇn kurd yȇn evȋndariyȇ ne. Nirxȇn romanȇn kurdȋ jȋ ji hevdu tȇn cuda kirinȇ. Hinek roman bi zimanekȋ qels, bi zimanekȋ giran hatine nivȋsar ȗ çetin tȇne xwendin. Hinek nivȋskaran navȇ berhema xwe kirine roman, lȇ ewan çȋrok yan jȋ serpȇhatiyȇn dirȇj in. Pir roman jȋ kurteroman, novel, romanok in. Kȇmasȋke romana kurdȋ jȋ ew e, ku romanivȋsȇn jin yȇn kurdȋ tunene. Pirtȗka Zerȋfe Demȋr “Kela bilind” kurteromana yekem e ya ji aliyȇ niviskara kurdȋ ya jin ve hatiye nivȋsar ȗ berhemeke nirxgiran ȗ hȇja ye.

Bi dȋtina Lokman Polat, wisa jȋ bi nȇrȋna me, romana kurdȋ heye. Lȇ mixabin, gelek weşanxanȇn kurdȋ giraniya xwe didin li ser weşandina romanȇn erebȋ, ecemȋ, tirkȋ yȇn xwediyȇn wan bi esilȇ xwe de kurd in. Bi vȋ awayȋ gelek weşanxanȇn kurdȋ ne ku ji bo dewlemend kirina zimanȇ kurdȋ kar ȗ xebatȇ dikin, lȇ behsa edebiyeta ereb, ecem ȗ tirkan dikin. Gelek nivȋskarȇn esilȇ xwe da kurd, yȇn niha li dewletȇn Ewropȋ ȗ Rȗsiyȇ de dijȋn, ewan berhemȇn xwe bi zimanȇ zikmakȋ nanivȋsin. Sedem jȋ ew e, ku  kar ȗ xebata nivȋskarȇn kurd nayȇ nirxandin, nayȇ qȋmet kirin. Weşanxanȇn kurdȋ ne tenȇ heqȇ xebata nivȋskar nadine wȋ, lȇ gerekȋ nivȋskar bi xwe pere bidin weşanxanan, ji bo ku ewan berhemȇn wȋ çap bikin.

Lokman Polat xȇncȋ sȇ pirtȗkȇn lȇkolȋnan derbarȇ  romanȇn kurdȋ de, wisa jȋ 12 roman ȗ kurteroman nivȋsiye ȗ daye weşandin. Pirtȗka “Çil romanȇn kurdȋ” pirtȗkeke serketȋ, nirxgiran ȗ hȇja ye. Pȋroz be.

Dr. Ezȋzȇ Gerdenzerȋ

Derbar Mêvan

Check Also

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re …

Leave a Reply