Damezirandina yekemîn radyoya Kurdî

Yekemin radyoya kurdî Radyoya Bexdayê di 29ê Rêbendana sala 1939an li Bexdayê her roj dane esrê dema ewil 15 deqiqayan bi Kurdî dest bi weşanê kir.

Dema weşanê di demên ewil de roje 15 deqe bi Kurdî bû, pişre dema weşanê hate zêdekirin. Di sala 1946an bi Kurdî 2 saet û 45 deqîqe weşan dihat kirin.

Radyoya Bexdayê her çikas 16 sal beriya rodyoya Erivanê dest bi weşanê kiriye jî ji ber desthilatdariya wê di destê Hikûmeta Bexdayê de bû mîna radyoya Erîvanê xurt nebûye.

Dewlet bi nêrînekê sîyasî radyoyê vekiribû û birêve dibir, politikaya rodyoyê jî li gor rêzik û rêbazên dewletê bû. Herçiqas radyo di destê rejime de bû jî gelek stranbêjan di radyoyê de stranan gotine û gelek stranên Kurdî bi saya wê radyoyê hatine tomarkirin û gihîştine rojame.

Hunermendên wek Tahsîn Taha Berîvanê, Hesen Zirek bi strana Yella Şofêr, Eyşe Şan Xerîbim qêrîna xwe gihandineme, Îsa Berwarî bi klama Wey dinyayê, Mehemed Arifê Cizravî Zozaniyê, Meryemxan Wele domamê em ji wan awaz û gotinan bê par neman.

Radyoya Bexdayê her roj dane esre bi dengên dengbêj û stranbêjan di bûn mivanên malên me. Herwiha radyo bandorekê mezin li hunermedên ku bi radyoya Bexdayê mezin bûne jî kiriye. Radyo,çand û hunera kurdan, kurdên ku li Cîhanê belav bûne nedaye jibîrkirin.

krd.sputniknews.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply