- Sal saleka xerîbe, demsal sebate
Xulam hat pêşberê axê jêr avêt pate
Got: “Axa yê min ê gewre û qedirbilind û berrêz
Dixwazin te bibînin du xortê ciwan û bihêz”
Axa got: “ çi kesin, ji kuder hatine ev der
Rûbikenin yan jî rûçilmisî û bi keder”
Xulam got: “hatine ew ji welatekî xerîb nenasin
Heçî li rûyê wan binêrî xuya ye egîd û mêrxasin
Tenê dibên em axa bibînin, pêr biaxifin û bipeyivin
Di derheqê çend mijarê girîng û balkêş pêr bişêwirin”
Axa got: “ka bila bên, lê hên ku neketibin ev jûr
Ji wan bistînin, bila li ser wan nemîne kêr û şûr”
Herdû xort hatin hundir, ji axê ra avêtin pate
Leşkerê axê li wan dinêrî bi baldarî û miqate
Xortekî got: “ey axa yê qedirbilind û birûmet
Navê min Şîro ye yên hevalê min jî Ehmet
Em hatine ji welatê ecem kerwanek bihêştir û biker
Me rê şaş kir pêwîste ji mer yekî rêzan û rêber
Kerwana me binirxe heye tê da hezar celeb têkber
Ku tu nebî alîkar wê tevî talan bikin bi seranser
Hêvî ya me ewe ku tê bêyî û me biparêzî
Emê bidine te di gerewa wî da tu çi bixwazî”
Axa fikirî û amade kir di serê xwe da dekek
Ku ew û leşkerê xwe bi mehna alîkarî û biçek
Herin bi wan re xwe bigihînin kerwana wan
Êriş bikin û yek hebekî sax nehêlin ji wan
Laşê wan teva binerd bikin û veşêrin
Wê ew hemû têkber ji wî ra bimînin
Axa li wan fetilî got: “ hun qet nekin fikar
Ez û leşkerê xwe emê ji we ra bibin alîkar
Hunê bigihîjin cîhê xwe bêziyan û bixêr
Lê ji bo vê tevgerê dixwazim sê kîs zêr”
Wan û axê bi hev ra peyman girê dan
Hemû bi hev ra berê xwe da alî kerwan
Axa li ser hespê bikêfxweşî û bidilşadî
Hêdî hêdî ew digihîşte wê meqsedî
Lê nizanibû ew xort çi fenek û dêkbazin
Di şer da jî mîna şêr û piling û bazin
Ew hatibûn vêder ji xak a Ermenan
Da ku bistînin ji ev axa tol û heyfan
Hevalê wan herdû xortê ermenî
Xwe veşartibûn li cîhekî nepenî
Di destê wan da çek û silêh dabûn pa
Dîtin ku hevalên wan û axa tên li ser hespa
Ku ew hatin nêz êrişî wan kirin wekî şêr
Ji bilî axê kuştin, nehiştin yek hebek leşker
Şîro li axê fetilî got:
“Çaxa ku te bihîst li nêze kerwanek dewlemend
Bû keft û lefta devête û gilêz jê rijiya bêhemd
Ji bo tu bi dest bixî dirav
Tu nasnakî ne bav û ne zirbav
Tê bîra te axa yê kirêt, tu û çete yê çaktar
Êriş kiribû ser malbatê ermena wekî gurê har
Ji bo mal, milk, dirav û zîv û zêr
Te malê wan xera kir, tevda kir şikêr
Bi hezara ermen kal û pîr, jin û mêr, zar û zêç
Te yek hebkî nehişt, nîn bû ji te ra qet hêç
Ew mirovên paqij, xwerû, bêsûc û bêguneh
Te xak û welatê wan ê qedîm li wan kir dojeh
Te digot qey tê bi vî milkê kêf bikî heta heta
Niha neçar û bêhêvî û belengazî di destê me da”
Paşê axê avêtin erdê, xistin qeydê dest û pê
Û wî bi kindir girêdan û avêtin dû hespê
Pêra Şîro ji kalan kişand û bilind kir şûr
Axa yê kirêt veceniqî ji xew a xwe ya kûr
Ji kerba dilerizî û ji xweydanê şil bibû
Dît ku dora devê wî jî ji kerba kûlbibû
Oxek kişand got: “şikir ji te ra yezdanê dilovan
Tevî ev bû; xewn û xewnereşkê şevmêvan?”
Derket ji nav nivîna û dest û serçav şûşt
Li hewşa qesira xwe ya xweşiktirîn rûnişt
Taştê amade bû, anîtin danîtin berê
Wekî ji xela yê filitîbe êriş kir serê
Xulam hat ba axê, xwest jê destûr
Û jê axê ra pesna barand hûr hûr
Axa got: “bêje tu çi dixwazî?” bixeyd
Xulam got: “li derva li ser du hespê kumeyd
Duheb xortê çist û ciwan
Divên tu destûr bidî wan
Temenê wan jî nêzikê bîst”
Lê gava axa van tişta bihîst
Loqek asê bû di qirik da
Fetisî di cîhê xwe da rih da
Emre MÛHARGÎNÎ
www.candname.com