Daçek di kurdî de

Di tarîka şeva hicran çiraxek sîfet im ya Reb
Ji ser heta piyan ar e, bi carek vêketim ya Reb

Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil
Evîn behr e belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb

Ji dilber dûr ketim lewra bela ser daye can û dil
Temaşa nakî ey zalim kî ez bêtaqet im ya Reb

Meger pirsê li min nakî belê tim tê xiyala min
Şev û rojan bi nalîn im bi ah û hesret im ya Reb

Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im

Hevalê xuncê baxan im, ji gul ez dûr ketim ya Reb

Di gel bilbil dinalim ez, zirav im wek hilal im ez
Şikestî rengê dal im ez, di halê hirqet im ya Reb

Di kûra ‘eşqê borî me, yeqîn ez pîrê torî me
Di ”lailma” derûrî me, di qeyda hicret im ya Reb

Meger ez Rustemê kurd im, firaqê ez nexweş kerdim
Cegerxwîn im siyahçerd im di kunca xelwet im ya Reb

CegerxwînŞeva hicran[1]

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Daçek (adpozisyon, bi inglîzî adposition) birreke peyvan (word class) ya rêzimanî ye ku têkiliyên cihî yan demî diyar dike yan jî hin erkên wateyî nîşan dike.

Daçek li gel navdêran, cînavan, rengdêran, hokeran yan jî komikên navdêrî tên bikaranîn. Ji van gotinên bi daçekan re tên bikaranîn di rêzimanê re temamker (complement) yan jî berkara daçekî (object of the preposition) tê gotin. Daçek û temamker bi hev re dibin komika daçekî(adpositional phrase).

Di kurdî de daçk dikarin pêşdaçek (prepositon), paşdaçek (postposition) yan jî dordaçek (circumposition) bin.

Pêşdaçek (preposition) dikevin berî temamkerên xwe (daçek di nimûneyan de hatine qelewkirin):

  • li malê
  • bi kêran
  • ji Kurdistanê
  • bo me kurdan
  • ji kû?
  • heta niha
  • bi xwandin û nivîsînê

Dordaçek (circumposition) ji du yan zêdetir beşan pêk tên ku bi kêmî beşeke wê li pêş û beşek î li paş temamkerê ye:

  • di kitêbê de
  • ji min re
  • bi hevalên xwe re
  • ji wê rojê ve
  • ber bi malê ve
  • ji sala 1994 şûn de

Paşdaçek (postposition) ew daçek in ku dikevin pey temamkera xwe:

  • kû ve, kû de, pişt re, dû re

Paşdaçekan bêyî pêşdaçekan di kurmanciya nivîskî de diyardeyeke nadir e. Anku gava ku mirov paşdacekan di kurmancî de bi kar tîne, di zimanê nivîskî û di devokên rojhilatî û navendî de adeten pêşdaçekan jî pê re dibêje yan dinivîse anku wan bi hev re dike dordaçek.

Husein Muhammed- Ji Kovara Kanîzar, hejmar 5

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply