Çarşem , Kewçêr 18 2017
Malper / Forum / Nivîsxane / Çûk û Pîrê

Çûk û Pîrê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Carekê ji caran li gundekî pîrejinek hebû. Rojekê ji roja mevanên pîrê ten. Ji bo ku nanê xwe bi tenûrê wekê, hatibû serê tenûrê. Hundurê tenûrê tijî qirşik û darik û ardû dike lê tenûr pênakevê. Çiqas pifdike tenûrê tenûr pênakevê. Çûkek tê xwe li ser tenûrê dideynê. Çûk dibînê ku pîrê çi dike nake nikare tendûrê pêbixe. Çûk:

– Wa pîrê, wa di piye min de strî hene. Ger tu van striyan ji piye min derxî û bixî çaviya tenûra xwe, wê tedûra te pêbikeve.

Pîrê biya çûk dike. Striya ji piye çûk derdixê û dixê çaviya tenûrê. Tenûr pêdikevê. Pîrê nanê xwe bi tenûrê ve dike. Dema ku pîrê nan xilas dike çûk bangî pîrê dike:

– Wa pîrê!

Pîrê dibêje:

– Çiye?

Çûk dibêje:

– Pîrê yan tê striyên min bidê min yan tê heft nana bidî min an jî ez bela xwe ji te navekim.

Pîrê ji bêçaretî heft nan û qursikekê didê çûk.

Çûk ji wir difirê diçê digihêje şivanekî. Dibîne ku şivan mîrok û kêzika û rîx û pişkûla dixê nav şîrê xwe de. Çûk ji şivan re dibêje:

– Wa şivano! Wî şîrî birjîne û şîr ji nû ve bidoşe. Va nanê germ li ba min heye. Emê bi şîr re bixwûn.

Şivan biya çûk dike. Piştî ku bi hev re xwarin xwarin, çûk dibêjê:

– Şivano ya tê heft mîh û beranekî bidî min an tê nanê min û qursikê min bidê min. Tu nedî min ez bela xwe ji te venakim.

Şivan ji bêçaretî tiştê ku çûk dibêjê dide çûk.

Çûk ji ba şivan difire diçe li hemberî dawetêkê tê. Çûk dibînê ku her kes ker û bergîl û kuçik û pisîka serjedikin. Çûk ji wan re dibêje:

– Dev ji wan berdin. Wa li ba min heft mih û beranek heye. Ger ku hûn bixwazin ezê van mih û beranê xwe bidim we.

Dawetvan gelekî kêfxweşbûn. Mih û beran gurandin û kelandin. Dawetvaniya xwarina xwe xwarin. Duvre çûk dibêje:

– An hûnê heft mih û beranê min bidin min, an jî hûnê bûkê bidin min.

Ji neçarî bûkê didine çûk.

Çûk bi bûkê re diçê digihêje gavanekî. Dibîne ku bilûra gavan heye. Ji gavan re dibêje:

– Gavano ger tu wê bilûra xwe bidî min ezê vê bûkê bidim te.

Gavan pê şadibe. Hema bilûrê didê û digehije bûkê.

Çûk bi bilûra xwe diçe ser hêtekî/dîwarekî xaniyekî ketî. Li bilûrê dixe û bang dike. Dibêje:

– Ji wir û ji vir kî wek min heye. Min strî dane bi heft nana, nan dane bi heft mih û beranekî, mih û beran dane bi bûkekê, bûk da bi bilûrekê û ana li ser vî hêtî li bilûra xwe dixim. Ma kî wek min jêhatî heye?

Çûk ve gotinê sê cara dibêje. Dema ku çûk bi wî awayî dixwene hêt dibin çûk te tê hilweşandin û çûk dibin hêtê ketî de dimire.

 Bitrîtî ji gayê cot re jî namî ne.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Mele û Keşe

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Li gundekî …

Leave a Reply

%d bloggers like this: