Cudatiya Te Ji Heft Milyar û Nîv Mirovan Çi Ye?

Ciwanên Hêja!

Hin caran bi piranî ciwan bo min dinivîsin ku “Çima Zimanê Kurdî nayê xwendin?” Jixwe derdê giran, êşa bêderman û hewara zimên ev pirs e!

Bêguman ziman ji her kesî re rihê nijadî ye. Dema ew rih derket, ew kes jî miriyekî zindî ye. Hingê di nava heft milyar û nîvê de cudatiya te ji kesekî dî namîne. Jixwe diyar e ku ev 7.5 milyar meriv, bi rengê xwe dabeşê ser îar pişkan bûne; sor, sipî, zerik û reşik.
Lê Xwedayê mezin gotiye ku wî ev 7.5 milyar meriv ji hev wek nijadên cuda cuda afirandine. Kesê ku vê yekê nikar û mandela bike jî, kafir dibe.

Sal 2013, meha dehan bû, mamosteyekî bo min e-mailek hinartibû û gotibû:
”Dema ez ketim dersa zarûkan, zarûkekî ku bi vîn dixwaze kurdî bixîne, kes di nava wan de nebû. Digotin, eger em kurdî bixwînim, em ê birçî bimînin.”

Nexwe divê rewşenbîrên Kurd, rind zanibin ku li Bakûrê Kurdistanê heta ku Zimanê Kurdî weke yê Tirkî nebe fermî û ji dibistanê ta zanîngehê pê xwendin neyê kirin, wê ev rewşa nexwendina kurdî berdewam bibe.

Dîsa divê bête zanîn, heta ku nanê zarûkên Kurdan ji xwendina Zimanê Kurdî (Wek xwendina Zimanê Tirkî) dernekeve, kes bi vîna xwe Zimanê Kurdî naxwîne.

Îcar pir girîng e ku Zimanê Kurdî ji pêdivîbûnê zêdetir bibe zimanê qezencê jî. Divê rewşnbîrên Kurd di vî warî de zexta xwe li ser dewletê jî zêdetir bikin. Yanena, karesatên mezin li pêşiya Zimanê Kurdî têne xuyakirin.

Ey Ciwan!
Eger tu bi zimanê xwe nexwînî û pê nepeyivî, tu dê di nava 7,5 milyar mirov de jî wenda bibî û kes te nasnake.

Xwedayê mezin vî zimanê jihevdeketî biparêze û bide jiyandin.

 

Zeynelabidin Zınar

Kocaelî 04/ 04/ 2016
pencinar.z@gmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply