Cudahiya Me û Serdema Cahiliyê

Gelo cudahiya me û mişrîkên serdema Cahiliyê çiye?

Wan jî digot: em ji Xwedê bawer dikin; lê jê ne bi ewlebûn û digotin bila Xwedê alaqa xwe ji karê menî dinyayî neyîne. Ma em alaqa xwe ji karê Xwedê tînin !

Qaşo em Misilman jî bi tevayî me xwe teslîmî Xwedê nekiriye, bi dev em bawer dikin; lê em ji Xwedê ne bi ewle ne. Lewra tevgerên me, ne li gorî jiyaneke Îslamî ne û ne li gorî axretê ne. Em bi qanûn, sazî û sazûmana xwe dibêjin: Bila Xwedê alaqa xwe ji me neyîne. Ku qanûnên Îslamî li dewletekê hebin jî, rêvebirên bêahlaq, ji ber sedemên aborî û berjewendî, ev qanûn jiyaneke Îslamî nayîne cih.

Ji xwe divê ferqeke me û mişrîkên serdema cahiliyê hebe da ku kêfa me were. Em dibêjin wan nezanan put ji xwe re kiribûn xweda û prestijî wan dikirin. Bi vî hawî em henekê xwe bi wan dikin û kêfa me tê ku elhemdulillah em ne weke wan in. Di rastiya xwe de wan bi navgîniya putan dia dikirin. Ew put zemanekî qencê xwedê bûn, ew ewliyayê Xwedê bûn. Li gorî wan ji ber ku Xwedê hij wan dikir, bi navginiya wan wê diayên wan jî hatibana qebulkirin.

Qaşo hinek Misilman ji bo ku tewbeyê wan bêne qebulkirin xwe davêjin şêx û xewsan. Ku di hiş û dilê misilmanan de Xwedê ne dûr ba xwe nediavêştin mişayix, ewliya, tirb û ziyaretan.

Wan jî ji Xwedê bawer dikirin; lê qurban li ser rihê dostên Xwedayên xwe şerjê dikirin da ku wan nêzîkî Xwedê bikin; lewra li gori wan, Xwedê pir dûrî wan bû.

Îbadeta wan jî hebû: li dora Kabeyê dizîvirîn û li çepka dixistin. Derdora Kabeyê dibû cihê bazirganî û şahiyê. Ji xwe mişrîkan ji bo vê yekê derdora Kabeyê pîroz didîtin. Dîn, aborî û şahî pevre bû. Ku te pirsîba ma kê ev dinya û kaînat xuliqandiye wê gotiban Xwedê; lê mixabin li gorî sazûmana Xwedê ne dijiyan.

Em jî nimêj dikin; lê nimêja me kêrî me nayê. Em diçin emrê û heccê; lê em xwe amadeyî mirinê nakin. Em jî rojî digirin; lê em nikarin xwe bigirin! Bi van îbadetan feqîr û belengaz nayên têrkirin. Zike û sedeqe dibine deyn û dikevine stûyê me de. Ev îbadet bûne fors, bûne xapandinek. Ev îbadet ji me re bûne bertîl ku em didine Xwedê.

Baweriya wan, çanda wan bû, çanda wan, bazirganiya wan bû. Sêwî li ber lingan diçûn, aborî li ser koleyan ava bûbû. Ji bo ku kole nemirin ku karê wan bibînin xwarin didan wan. Dînê wan ji bo bazirganiyê hebû. Ji bo Xwedê ti kesî bi deyn pere nedida hev. Bi zêdekirin (Riba-faîz) mal û pere didan hev. Riba jî bazirganî bû. Ma çî me ji wan kêm e?

Hê jî rêvebir û serok karker û karmendan bi nan û zikê dişixulînin. Civaka ku li hemberî Xwedê û pêxember şer bike wê çawa hem ji xwe re bibêje ez misilman im jî. Wê çawa bi xwe zanî be!

Ku te ji mişrîkan pirsîba: kê ev dinya û gerdûn xuliqandiye, wê gotibana: Xwedê; lê li sêwîyan nedinerîn,  feqîr têr nedikirin.

Cejnê wan jî hebûn: tê de bi qumarê dilîstin, şerab vedixwarin û zina dikirin. Gelo ma em çi dikin di van cejnan de?

Wan nezanan, ji milyaketan bawer dikirin, navê keçikan li milyaketan dikirin, ew mê didîtin.

Ji cinnan bawer dikirin, ew ji xwe re dikirin heval. Bi sêhrê tevdigeriyan, fal vedikirin.

Di serdema cahiliyê de desthilatdariya mişrikên dîndar hebû. Wan jî bawer dikir, ew jî bi baweriya xwe ewle bûn.

Cudahiya me ji serdema Cahiliyê çiye gelo?

Ma heye?

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply