Pazar , Nisan 18 2021

Cudahiya di navbera çîrçîrok û çîrokê de

Beriya her tiştî divê em der barê pênaseya nav de xwe hinekî zelal bikin. Bi dîtina min çîrok pênaseyek ne rast e. Zêdetir ji bo qiset an jî serpêhatiyan tê bikaranîn. Li şûna peyva çîrokê, çîrçîrok bê gotin bêhtir di cih de ye. Lewre çîrçîrok hinekî di nav xwe de tê afirandin û derewan disêwirînin. Ji ber vê ez dixwazim li şûna çîrokê peyva çîrçîrokê bi kar bînim. Li hin deveran jî ji bilî çîrok û çîrçîrokê, meselok, xeberoşk, xemşok, qewil û çîrvanok jî tên bikaranîn.

Dîroka wan kevnar e

Çîrçîrok şaxeke girîng a wêjeya gelêrî ye ku ji afirandin û berhemên gel pêk tê.  Dîroka wan ne diyar e. Bi devkî hezar û  hezar salan  heya roja me ya îro hatine.  Di çîrokan de, serboriyên lehengên derasayî, awarte û  ji  dereqlî tên vegotin. Pêwîstiya wan bi cih û demê tune ye. Çîrçîrok babeteke  ji wêjeya devkî ye.  Hinek ji wan ji aliyê çîroknûsan ve  hatine nivîsîn, lê gelek ji wan jî hatine jibîrkirin.

Çîrçîrok bi gotinên lihevanînok ve dest pê dikin û bi gotinên lihevanînok ve bi dawî dibin.

Bi piranî çîrçîrokên kurdî bi van gotinan dest pê dikin, ‘hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibare, li ser hazir û guhdêran bi tevî der û cîranan, ji xeynê dêwên keleman; hebû tûne bû rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran, bi tevê sêwî û bêmalan, ji xeynî  dizên xiyaran; carek ji caran rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran; bi tevî derî û cîranan, ji xeynî dêwên keleman; carekî cebarekî xwedê pêxember qerarekî, kûsî rabû ser serê darekê erd hejiya dar leqiya, kûsî ket her du çavên wî riijya; kûsî kete gelek gemiyan li dinyayê geriya, li behra reş vegeriya, mişk û mar li hev civiyan; hinekan go ‘axiriya dewrê ye, hinekan jî go ‘na ne axiriya dewrê ye gurmegurma mirqota qîza kurê kerê ye.’ û hwd.

Dawiya çîrçîrokan jî  bi van gotinan diqedin, ‘çîroka me çû nav diyaran, rehmet li dê û bavên we guhdaran, bi tevî sêwî û bê malan, ji xeynî mişkên qulên dîwaran; çîroka me çû nav zeviyan rehmet li dê û bavên we hemûyan ji xeynî papaxgeniyan’ û hwd.  Bi piranî çîrok bi bextewarî diqedin.

Gava em li pênaseya babetên çîrçîrokan binêrin em ê têbigihêjin ku anatomiya çîrçîrokan tev nêzî hev in,  bes kinc û libasên wan hinekî ji hev cuda ne. Her çiqas di nav çand û erdînîgariyên cuda de bin jî dirûvên wan nêzî hev in, lê dîsa jî her çîrçîrok bi serê xwe bawerî û vegotinekê  di nav xwe de dihebîne. Wek mînak di çîrokan de, bi gelemperî hejmarên sereke tên bikaranîn, weke: çil cewal zêr, çil zêrên zer, çil hesp, çil siwar, çil berbû, çil kêroşk, çil derî, çil şev, çil roj; an heft kurê paşê, heft bira, heft xwişk, dêwekî heftserî; an jî sê bira, sê xwişk, sê heval, sê qewil, du destebira, du xwişk, du destexweh, du cûwal derew û hwd tên bikaranîn…

Girîngiya çîrçîrokan

Çîrçîrok, ji rastiya jiyanê dûr bên xuyan jî ji bo her kesî, bi taybetî jî ji bo zarokan dinyayeke rengîn û awarte  diafirîne. Çîrçîrok, her çiqas zêhna mirovan şêwe nekin jî mafê hemû zarokan heye ku bikevin nav dinyaya derêrastî û rengîn. Pêw-îst e, hemû zarok siwarê xaliçeya bisihir bibin, behr, çiya, banî û robaran biborin, xwe  bigihijînin serê çiyayê qaf, bi Mîrza Mihemed  an jî bi keybanoyekê re di nav xasbaxçeyan de bigerin.

Çîrçîrok ji bo perwerde û pêşketina zarokan roleke girîng dilîzin. Ji bo mezinan jî wek roman an jî wek filîman dibin mijûlayî û sebir. Li gor zanyaran,  zarok bi saya çîrçîrokan jiyanê bêhtir fêm dikin. Di jiyanê de haya wan li gel qenciyê ji xerabiyê jî çêdibe. Bi şer û têkoşîna qenc û xeraban, ew tim dibin alîgirê qencîxwazan. Di çîrokan de giştik karekterên qencîxwaz bi ser dikevin. Ev jî dibe sebeba fikreke zindî yên serkeftina xwedî erdem û mafdariyê. Zarok bi rêya çîrçîrokan cure û cure karekteran dinasin.

Çîrçîrok, dinyeya xeyalan reng û reng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî rengîn bi rêk û pêk xwe îfade dikin. Hêza fikir, raman û hestên xwe bi çîrçîrokan ve dikemilînin. Hunera hizirkirina nedîtbar bi çîrokan ve geş dikin. Pêwîst e, hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan ve di navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke ji dil û can û germ çêdibe.

 Li cîhanê rewşa çîrçîrokan

Li cîhanê, têgeha çîrçîrokan di wêjeya yewnanan de Ezop, Beydaba di wêjeya hindan de cihekî pir muhîm girtiye, “Hezar û yek şev” di wêjeya ereban de, li  Fransayê  çîrokên La Fontaine, li  Almanyayê “Birayên Grimm” û   di wêjeya Danimarkayê de jî çîrçîokên “Andersen” cih girtine.

Çîrçîrok di çanda kurdan de xwedî roleke mezin in. Gelê kurd bi çîrçîrokan ve jiyana xwe xemilandiye. Çîrçîrokên kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran jî wekî axaftin tên vegotin. Li her gund û taxeke Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûne û ji aliyê wan ve hatine vegotin.

Ev yek bi hezar salan e di şevên zivistanên sar û dirêj de bûne navgîna kêf û mijûlahiyê. Her çiqas îro zarok dema xwe bi mobîl, kompîter û li ber televizyonan derbas dikin jî li hin cihên gundewar ev kevneşopî hê jî didome…

Kurdên mişextî yên li Ermenistanê, li Şamê, penaberên li Swêdê û di van salên dawî de kurdên li Bakur gelek çîrçîrokên gelêrî berhev kirine û nivîsîne.

Taybetmendiyên çîrçîrokan

  1. Di çîrçîrok de mijarên awarte û derêsayî hene.
  2. Taybetmendiyên lehengan ne ji rêzê ne.
  3. Cih û dem ne diyar in.
  4. Ji her çîrçîrokekê mirov dersek an jî şîretek derdixîne.
  5. Çîrçîrok bi gotinên lihevanînok dest pê dikin û gotinên lihevaninokê bi dawî dibin.
  6. Di piraniya çîrçîrokan de jîndarên awarte, wek cin, perî, ferişte û dêw, cih digirin.
  7. Lehengên çîrçîrokan, piştî têkoşîna zor û dijwar di dawiya çîrçîrokan de digêjîne armanca xwe û bi bextewarî diqede.
  8. Wesfê çîrçîrokan çi dibe bila bibe bi her ewayî ve xeyalî ne.
  9. Metnên wan zêdetir bi şêwazek hunerî û wêjeyî pêk tên.
  10. Hilberên wêjeya devkî ne, lê hinek berhemên nivîskî jî hene.

 

Ev nivîsa ji xwebun.org ê hatiye standin

Nivîs a Yasemîn Elban e

About Çand Name

Avatar

Check Also

Pêşberî!?

Tenê bo te..! Payeyên balkêşiyên hestan çokên xwe dînin Û xwedawendên viyanê Ên ku li …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir