Çorekê Amedê

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 8 kesan

*Ardê genim: 2 kîlo

*Şîr: Nîv kîlo

*Hebikên dara kenêrê: Kevçiyekî xwarinê

*Cehcehik: Kevçiyek xwarinê

*Reşreşk: Kevçiyekî xwarinê

*Kuncî: Qedehek bi yê qehwê

*Hêk: Hebek

*Rûnê malê: 500 gr

*Xwê: têra çorekan

*Av: Têra çorekan

ÇÊKIRINA  ÇOREKA AMEDÊ

Ardê xwe di teltekê de li moxil bixin, nava wî kort bikin, qedehek rûnê helandî, hevîrtirşê ku we di ava şîregermî de helandiye, şîr, xwê, reşreşk, cehcehik û berêkin kenêrê tev lê bikin û bi avê bisitrên û hevîrekê xwe hişk çêkin.  Di vê navberê de  rûnê ku maye jî  di dema eciqandina hevîr de  bi hevîr bidin xwarin. Paşê paçekê  nedawî li ser devê teşta  hevîr rast bikin da ku bila hevîrê we tirş bibe.

Gava hevîrê we tirş bû, di sêniyekê de raxin, ser hevîr bi destan rast bikin. Serê hevîrê xwe yê  ku we di sêniyê de rast kiriye, çargoşe bibirin, bi kevşî yan jî bi fincanê qehweyê bixemilînin, hêka çirpandî  bi firçeyekê rûyê wan bidin, kunciyan li ser wan bireşînin û bişînin firinê bila bipijin.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply