SONY DSC

Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çiyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çiyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çiyayî hene; Gola BerxanGola BongilanGola Şah Melek

Çiyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên wê pir in, gelek zozanvan tên van zozanan. Zozanên herî bi nav û deng ev in: ÇalkavyaBazirgananQendîlMêrgemîr[1]… Li ser zozanên Şerefdînê cîhê herî navdar û fireh Meydana Hirçan (Meydana Heşek, Eşek Meydani) e.

Hêla başûrê vî çiyayî ya ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên dûz, rast hene, ew jî piçûk in. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmiyê jî hene.

Çiyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Hesnawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê li derdora Gundê Mîran(Çayçati) beriyek heye.

Li Rojhilatê Beriya Gundê Mîran, Girê Kanîspî (1800 m.) bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çiya hene; li bakurê Çemê Baskan Çiyayê Çapank, ber bi Rasta Xormekê Çiyayê Greboxan (2050 m.), ber bi rasta Gimgimê Çiyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çiyayê Kurê.

Çiyayê Bîngolê girseyeke mezin û bilind e. Ji bakurê rojava ber bi başûrê rojhilat li dor 120 kîlometreyan dirêj dibe. Li ser vî çiyayî hin girên mezin bilind dibin: Ber bi Deşta Xinûsê (Hinis) Girê Kelê(Kaletepe) an Girê Bîngolê (3194 m.), tûjik û girê herî bilind e. 7 kîlometre li rojavayê vî girî Girê Beranan (3189 m.) bilind dibe. Di navbera Girê Kelê û Girê Selereş de newalek bi qasî 5 kîlometreyan dirêj û kîlometreyekê fireh heye. Ji vê deverê re Hûrikan (Kortikan) tê gotin, zanga (krater) Çiyayê Bîngolê ya sereke ev newal e. Di vê newalê de, ber bi Girê Selereşê Gola Sîtilan heye. Ev gol pir kûr e, hêla başûr pir tîk e. Li rojava çemek derdikeve, bi navê Coya Bastikêber bi Çirava Eltûnan diherike û dibe şaxekî Çemê Erezê. 5 kîlometre li başûrê rojavayê vê golê, li Mêrga Şewitî golek piçûktir, Gola Çaqilêheye ku havînan zuha dibe. Derveyî van golan bi sedan golên piçûktir hene ku piraya wan di meha Tebaxê de zuha dibin.

Li rojava û başûrê Girê Qele Zozanên Ger; li başûrê Girê Beranan jî Mêrga Şewitî (3050 m.) hene. Li rojhilatê Mêrga Şewitî, newalek heye ku li dor 800 metre dirêj û bi qasî 200 metre jî fireh e. Jêrê vê newalê avzêm e. Li gor agahiyên nişteciyên vê deverê, di dema borî de hin caran dûxan ji vê newalê bilind bûye û qet gîha lê şîn nehatiye. Li gor vê agahiyê ev newal zangek (krater) volkanî bû ye, Lê paşê av lê kom bûye û gîha lê şîn bûye.

Çemê Goşkarê, ji Çiyayê Bîngolê derdikeve û ber bi Gimgimê; wek kefa sabûnê ser kevir û zinaran digire û pê re jî dike lorîn û diherike. Di vî çemê zelal de masiyên alabalix pûl bi pûl in. Li aliyê rojavaÇiyayê Guhazêrîn bi belekiyên xwe bilind dibe û digîhêje Çiyayê Goşkarbaba (2750 m.). Goşkarbaba, wek silûmekî zirav bilind dibe û ji Kurdên Alawî re dibe ciyekî pîroz. Li wê derê îbadet, girî û lawayên wan, gilî û gazinên wan qet kêm nabin.

Di rêzê de ber bi rojhilat ve Çiyayê Hazirbaba, wek nikilekî bilind dibe û her weha ew jî ziyaretgehek e. Di rêza Hazirbaba de ber bi rojhilat ve seranser çiyayên bilind rêz dibin. Di nav van çiyayên bilind deNewala Hotan, bi kûrahiya xwe û çemê xwe, xwe digihîne Gundê Gulikê û Çemê Gulikê. Çemê Gulikê, ji Xoşan derbas dibe û li deşta Gimgimê digîhêje Çemê Goşkarê û navekî din digire; Çemê Sûs. Çemê Sûs, di ber Şerefdîn re derbas dibe û di bin Pira Evdirehman Paşa de digîhêje Çemê Muradê.

Piştî Çemê Gulikê, Çiyayê Toraqan (2850 m.) bilind dibe. Rojavayê Çemê Goşkarê bilindayiyeke girseyî ye. Ber bi Deşta Xormekan (Xormekê) û Gundê Stukranê (Çaylar, gundê Gimgimê ye) Çiyayê Sorpalak (2800 m.) bilind dibe. Li hêla rojhilat tam li hember vî çiyayî,Çiyayê Kumnakşan heye, li ser vî çiyayî girê herî bilind Girê Sor e (2850 m.). Hîn li rojava Zozanên Çelker hene, Zozana Batimê jî li vê deverê ye.

Li ser Çiyayê Bîngolê girê herî mezin Kox (3500 m.) e, di navbera Xinûs û Gimgimê de dimîne, zozanên bi nav û deng (Mêrga Xalitan,Mexelê Sor…) li vir in, di demên borî de havînan Eşîra Berîtan, dihat van zozanan bi reşmalên xwe bi cî û war dibûn.

Çiyayê Guhazêrîn, di bilindayiya xwe de yekem di Îlonê de qirê berfê digire û tu dibejî qey agahiya zivistanê dide. Ji ber ku li gelek gundan di bilindayiya xwe de xwiya dike.

Çiyayê Bîngolê, di navbera Tatos (Tekman), Xinûs (Xinis), Gimgim (Warto) û Kanîreşê (Qarliowa) de dimîne. Li ser beriya Xinûs, bi taybet jî li ser beriya Gimgimê wek dîwar an maseyekê bilind dibe. Li erdê vê deverê derz (fay) hene ku hîn jî dibin sedemê erdhejan. Di sala 1966an de du erdhejên mezin li derdora Gimgimê pêk hatine (07-Adar-1966, 19-Tebax-1966). Erdheja di Tebaxê de mezintir bûye, li dor 2500 kes mirine û hima hima hemû avahî xera bûne.

Barîna Çiyayê Bîngolê pir e; berf zêde zêde dibare, çem û newal bi berfê tên dagirtin, çiya wek girseyek bilind û dûz xwiya dike. Li palên başûr gelek tevgerên aşîtê pêk tên. Bi taybet jî, li derdora Çemê Koşker, Çiyayê Sorpalak û Qûmnakşanê aşît dibe sedemê gelek xeteran, li van deveran gelek kerî (pez) û mirov di binê aşîtê de mane.

Çiyayê Bîngolê ji vê herêmê re wek embara (depo) avê ye. Gelek av ji vî çiyayî xwe bera ser çemên Erez û Mûradê didin. Çavkaniyên Çemê Erezê yên destpêkê ji vir, ji navbera Girê Beranan û Mêrga Şewitî derdikevin, ji vê deverê re Heft Newal tê gotin. Çemên xwe bera ser Mûradê didin pirtir û mezintir in.

Jorê Çiyayê Bîngolê, rût e, dar û ber pir kêm e. Li palên rojava, rojhilat û başûr hin darên mazî hene. Li hêla ber bi Xinûsê hin darên gûzê hene. Gelek heywanên dirinde li ser vî çiyayî dijîn: Hirç, beraz, gur, rêvî, kîrgo, pezkovî… Rêviyên reş li vê deverê bi nav û deng in, lê çiqas mane ne diyar e.

Çiyayê Bîngolê ber bi bakur ve hêdî hêdî nizm dibe, Zozana Xerabê Sor û Zozana Çeto li vê hêlê ne. Li bakurê Çiyayê Bîngolê, rastên Pasîn û Erziromê, li rojhilat Çiyayê Şeqşeqê heye, ji vê deverê re Rasta Tatosê (Tekman) tê gotin.

Abdurrahman Onen-Çandname

 

[1] “Mirov ku ji Geliyên Berazan diçe Elezgirê, di ser çiyayê Mêrgemîrê re derbas dibe. Dema ku em derketin ser Mêrgemîrê, li fêza kaniya Hêlê, çiyayê Kosedaxê bi wê heybeta xwe ve derkete pêşiya me.” Ahmet Aras, Hinar, Bultena Kurdî-Derê ya şaxa Îzmîrê, sal 1, hejmar 2.n

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply