Çîyayê Sîpan (Sîpanê Xelatê)

Sîpanê Xelatê di navbera Xelat, Milazgir, Panos, Erdîş, Elcewaz û Behra Wanê de dimîne, piraya Sîpanê li hêla Elcewazê ye. Di zanga Sîpanê de Gola Sîpanê heye, jê re Gola Serê Çîyê jî tê gotin. Wek xemla Behra Wanê ji her deverê bi awayekî serbilind xwiya dibe.

 

Li rojhilatê Zilgeha Mam (Sütey), erd bi derbekê bilind dibe; Çîyayê Sîpan (4058 m.) li ser vê zemînê bilind dibe, piştî Agirî volkana herî bilind e, di nav hemû çîyayên Kurdîstanê de jî di asta sêyem de (piştî Agirî û Cîlo), çîyayê herî bilind e. Ev çîyayekî volkanî ye û li hember Behra Wanê bilind dibe. Li qotê Çîyayê Sîpan zangek (krater) pir fireh (1 km2) heye, di nav vê zangê de golek biçûk û girover jî heye (Gola Sîpanê), bi qasî 100-150 metre dirêj dibe. Ava golê şêrîn e, ji ber sar û seqemê ava golê dibe cemed, cemeda li ser golê tenê di dawîya havînê de dihele, lê di vê demê de jî li derdora golê perçeyên cemedê hene. Li derdora korta zangê 3 girên tujîk bilind dibin, girê ber bi hêla Milazgirê yê herî bilind e, girên ber bî Gola Wanê nizmtir in.

Çîyayê Sîpan ji lav, xwelî û kevirên pixtok (sungerî) pêk tê. Li hêla başûr, xwelî û kevirên pixtok; li hêla bakur ya ber bi Milazgirê jî lav pirtir in. Ango yên sivik li başûr û yên giran li bakur kom bûne. Ev jî dîyar dike ku di dema teqîn û pijiqînê de, bayê bakur bi hêztir bûye ku tiştên sivik li başûr û yên giran li bakur belav bûne, sedema tîkbûna hêla bakur jî ev e.

 

Çîyayê Sîpan, ber bi her hêlan ve bi awayekî tîk xwêl dibe. Li hêla başûr xwelî û kevirên pixtok di piranîyê de ne, li vir gîha jî şîn nabe. Ji ber tîkbûn û rewşa erdê meşa li vê hêlê pir dijwar e. Li hêla bakur zinar pir in, li hin deveran stûnên ji bazaltê bilind dibin. Li vê hêla bakur, ber bi Deşta Milazgirê gelek şikeft hene, di hin şikeftan de havînî jî cemed pêde dibe. Ji ber ku zinar, kevir û kuçuk li vê hêlê pir in, derketina serê vî çîyayî pir dijwar e, derketina serê vî çîyayî ji hêla Wêranqazî (Çanakyayla, gundê Elcewazê) hêsantir e.

 

Li palên Çîyayê Sîpan, hin çîyayên biçûktir jî hene: Li başûr Çîyayê Keçel (2750 m.) û li bakur jî Çîyayê Dûdû hin ji van çîyan in.

 

Li jorê Çîyayê Sîpan her dem berf û cemed heye. Li hêla başûr ya ku tav (roj) zêdetir lê dixe, di demsala havînê de berf û cemed dihelin; lê li hêla bakur di nav hin kort, newal û gelîyan de havînî jî berf û cemed nahelin û berfa sala din li ser dibare.

 

Çîyayê Sîpan jî wek gelek çîyayên volkanî avê dihilçîne, dimêje û bera hundurê xwe dide. Lewra ev çîya jî zuha û ji hêla hêşînayîyê req û rût e. Li ser vî çîyayî gîha pir kêm e, li hin deveran gihayên bi dirî şîn dibin. Lê li hin palên vî çîyayî çîçek û kulîlkên bi bîhn û rengîn şîn tên û ji bo botanîstan hêjayî nirxandinê ne.

 

Gelek heywanên hov li ser Çîyayê Sîpan dijîn: Hirç, gur, rêvî, kîrgo, kûze, bizina kovî… Li hin deverên vî çîyayî berf kêm dibare an tavilê dihele, lewra li van deveran heywanên kovî yên gîhaxwur herdem ji xwe re êm pêde dikin, heywanên kovî yên goştxwur jî li pê gîhaxwuran diçin wan deveran.

 

Çîyayê Sîpan, ber bi hêla bakurê rojhilat ve bi derbekê nizm dibe. Li ser rêya ku ji Elcewazê digîhêje Panosê, li derdora Derbenda Qereşêx (Sarısu, 2050 m.) nizmtir dibe û wek silûmekî di navbera Gelîyê Qereşêx û Gola Wanê de dirêj dibe. Piştî vê derbendê, çîya him bilind dibe û him jî firehtir dibe, ji vê deverê re Zozana Panî (Taşlıçay) tê gotin. Ev zozan bi qasî 15 km. dirêj dibe. Nêvîyê vê zozanê wek deşt an berîyekê dûz û rast e, li hêla bakur ber bi Qereşêx ve û li başûr jî ber bi Gola Wanê nizm dibe. Gîhaya vê zozanê heye, lê ji hêla avê ne ewqas dewlemend e, lewra erdê volkanî avê dihilçîne. Rêya di nav Erdîş û Milazgirê di nav vê zozanê re, di Derbenda Panî (2300 m.) re derbas dibe. Zozana Panî, ber bi bakurê rojhilat ve nizm dibe û bi derbekê tê birîn, bi dawî tê. Li vê devera ku zozan bi dawî tê Derbenda Axi (2250 m.) heye. Rêya ku ji Agirî tê û di ser Panos û Erdîşê re digîhêje Wanê, di vê derbendê re derbas dibe.

 

Taybetîyeke Sîpanê ya girîng û xwezayî jî ev e ku, ji her çar alîyan xwiya dibe. Ji Tetwan, Westan, Wan, Bêgirî, Erdîş, Elcewaz, Xelat û Milazgirê bi awayekî rêk û pêk xwiya dibe.

 

Sîpanê Xelatê

Kî here axa Tetwanê

Wê bibîne Çîyayê Sîpanê

Cîh warê Sîyabend û Xecê

Xeml û rewşa Kurdistanê

Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cinetê
Ava te ava qudretê

Te kul û xem pir dîtiye
Zulm û zorê te pir dîye
Xwezgînî hay ji te girtine
Soz û peyman wan dane

Abdurrahman Önen-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply