Çîyayê Nemrûdê

Çîyayê Nemrûdê di nav Deşta Rehwa û Gola Wanê de bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga (krater) li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re ‘kaldera’ tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metre bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav kalderayên Dinyayê yên herî mezin de yek jê jî Kalderaya Nemrûdê ye. Çapa vê kalderayê li dor 7 kîlomtreyan e û dişibe Kalderaya Lake (Lake Caldera) ya li Amerîkayê. Nemrûd volkanekî çalak (aktîf) e, cara dawîn di sala 1452an de pijiqîye.

 

Qada kalderayê bi qasî 38 km2 ye. Li nav vê kalderayê gelek gol û germav hene. Di vê kalderayê de sê golên sereke hene: Gola Nemrûdê (Gola Şîn), Gola Germ û Gola Rehna.

 

Gola Nemrûdê (9 km2) bi şiklekî lêvedas (hîlal) di nav vê kalderayê de ye, ava berf û gelek kanîyan xwe bera ser vê golê dide, rengê ava golê şîntarî ye û ava golê sar û şêrîn e. Ji ber ku rengê ava golê şîntarî ye, ji vê golê re Gola Şîn jî tê gotin. Navekî golê yê din jî Gola Mezin e. Kûrahîya vê golê li dor 100 metreyan e, devera herî kûr 184 metre ye. Bilindahîya golê 2250 metre ye.

Gola Şîn & Germav

 

Gola Germ (Germav) li hêla bakurê Gola Nemrûdê dimîne, ev her du gol nêzîkî hev in, di nabêna wan de çend sed metre hene. Ava germ ya ji binê erdê tê li vê golê tê ser hev, li dora golê kanîyên avgerm jî hene û ava van kanîyan tev li golê dibe, ji vê golê re Germav jî tê gotin. Germahîya ava golê digîhêje 60 dereceyan. Her du golên din zivistanî qeşa digrin, lê li ser vê golê zivistanî jî keldûxan bilind dibe.

 

 

 

 

 

Gola Rehna li rojhilatê Gola Mezin dimîne, rêya ku ji hêla Tetwanê diçe li serdestê vê golê dimîne, rêya ku ji hêla Xelatê tê jî di nêzîkî vê golê re derbas dibe. Goleke biçûk e, ava wê jî şêrîn e.

 

Li ser rêya ku ji hêla Xelatê tê kevirên reş û birqok hene, ev kevirên camê yên xwezayî (obsidiyen), bi cemidîna lavên ji volkanê pijiqînê çêbûnin.[1] Gola Rehna nêzîkî van kevirên reş û birqok e. Li serdestê Gola Germ, di nav kevirên mezin de pixêrîyek heye, hewayeke germ ji vê pixêrîyê difûre. Ev germahîya ku ji van Pixêrîyên Keldûxanê derdikeve ji bo çareserîya hin nexweşîyan tê bikaranîn. Li nêzîkî Gola Germ, ber bi hêla Gola Mezin di nav zinaran de cîyekî ku hewa cemidî jê derdikeve heye. Ev Pixêrîya Cemidî wek sarkerê tê bikaranîn, di mehên havînê de tiştên xwarin û vexwarinê di vê pixêrîyê de dihatin parastin.

 

Li ser Nemrûdê, li hêla Xelatê hin coyên ku av tê re herikîne hene, ev coyên ku anuha reşîqîr xwiya dikin di nav gel de wek Şetê Xwînê tên binavkirin.

 

Ji hêla rojhilat ve daketina ber bi Gola Nemrûdê hêsantir e, erebe jî diharin heta ber her sê golan. Hêla bakur asê ye, stûnên bazaltan bi qasî 500 metreyan bilind dibin, devera Çîyayê Nemrûdê ya herî bilind li vê derê ye, ev dever Kela Nemrûdê (2828 m.) ye. Hêla rojava kin e, 300-400 metre ji golê bilindtir û tîk e. Ji vê hêla rojavayê golê re Serê Golê tê gotin, dar û berên vê deverê pirtir in.

 

Çîyayê Nemrûdê ne ewqas tîk e, ji ber teqîna duyem jorê wê hilweşîyaye, lewra çîyayekî pahn e, palên wê ne pir tîk in. Li palên vî çîyayî zinar kêm in, tuf û xwelîya boz (cûn) li palên vî çîyayî qorekî qalind çêkirine, ev tuf û xwelîya wek qûmê zû hûr dibe û avê wek sungerê dimêje, lewra li ser vî çîyayî çem qet tune û kanî jî pir û pir kêm in. Ava ku xwe bera hundur dide, pirtirîn li rojava li hêla Serê Golê wek kanîyan derdikevin rûyê erdê.

 

Çîyayê Nemrûdê li hêla rojhilat hêdî hêdî xwêl dibe û digîhêje ser Behra Wanê. Li ser erdê berî ku bigîhêje bahre gelek zevîyên çandinîyê hene, ji dor ve wek deşteke biçûk û xalîçeyeke rengîn xwiya dike. Girfeqî û Girê li pişta van zevîyan dimînin, Girê li ber Kizwakê wek nîvgiravekê dikeve nav Behra Wanê.

Hêlis

Av, gîha û mêrgên vî çîyayî hindik in, tenê li derdora golan dar, gîha û mêrg şîn dibin. Li derdora Gola Germ û deverên nêzîkî vê golê darên tuîz (tuz/tûz, huş ağacı), sipîndarên bejî, şilore û hêrvizê hene. Sipîndar û tuîz li hin deveran pir gûr dibin û dibin wek daristanan. Berê ji şaxên van darên tuîzê türe dihat çêkirin, tûre ji bo girêdana bar wek kindirê dihat bikaranîn. Darên bihokê jî li vir şîn dibin. Li palên Nemrûdê yên berî zangê û li gelek deverên din hêlis şîn dibe, wek êmê heywana tê bikaranîn. Hêlis hêşinahîyeke demkurt e, zû hişk dibe, ji ber vê yeke li ser hêlisê ev gotin hene: “Mîrê min hêlis borî.” “Emrê te emrê hêlisê be.”

 

[1] Kovara Atlasê, Atlasa Rotayên Meşê, Koleksîyona Taybet 2009.

Derbar ziman

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply