Gelek xweş sîrûşt û xweza
Di nav mêrg û bostan û reza
Binhêre gelek birên peza
Dertên ji devera Elegezê
Gelek zana û rewşenbîr
Nivîskar, alîm û kalepîr
Nojdar, pirofesor û wezîr
Derdikeve ji herêma Elegezê
Ji wan Şiko, Şero û Karlênê Çaçanî
Serdar, Şemo, Xudo, Qanatê û Cindî
Ordîxanê Celîl, Fêrîkê Ûsiv û Şemsî
Derketiye ji welatê Elegezê
Mîrek, Senger, Sîpan û Camûşvan
Şarê Axparan û Têlîn navçeya wan
Li ser wan bajarê mezin Rewan
Warê Kurdan e Çiyayê Elegezê
Helbest: Metînê Kewê DILXÊRÎ
2012 Mûş/Kop