çiya niqutî dilê min

çiya niqutî dilê min
ez xistim bin sîwanê
derewên ji hezar salan ve
bi deshilatiya qesasiya zemên
li çiyê hatibûn barkirin
bê fikirîn dihatin reşandin,
bi ser mirovên derewîn de

tevî barên ji qonaxên zemên lêkirî
çiya di tevahiya bihurdekên zemên de
xwe dikir star;
kaşikên cêwîk
bi dilnizmiya fîlozofên mirovperwer
ji mirovahiyê re feda dikir

giraniya ji destên aferîdan lê werqilîbû
ew hêrs dikir;
dikir ku giraniya hezar salan
di bihurdekên zemên de
li ser mirovên bêar bê verîşîn
jiyanên derewîn
dibin kavilên hêrsa hezar salan hewandine
bêne eciqandin

hetîketî û tiraliya bê mane
encex wisa paqij dibû
û
şênî bi derewên xwe dihesiyan

31 Gulan 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply