Ax û ax û ax û ax besse
Şev û roj dinalim ne tu kese
Ne tam dila maye ne hewese
Wek çûk ek firi ciwaniya min
Kes nizani lê dil bûye tiji
Ne aqil seri maye ne meji
Ji min kêm nabi axin û êşi
Wek gul ek çilmisî ciwaniya min
Êşik ket vî dili,ketim nav xeyala
Hawar kirim ji dost û hevala
Alîkari nekirin,derketin pûç û vala
Wek mûm ek heliya ciwaniya min
Werin dû şeq bikin wî dilli
Binêrin têde tiji bûye kel û girî
Derdê wî dili,min dinyayê birî
Ji destê min de çû ciwaniya min
Ömer KURT
www.candname.com