Çivîk û Kew û Ker

Çîrokek Ji Herêma Sêrtê
Çivîk û Kew û Ker

Carek nav cara rihmet li dê û bavê hazir û guhdara, qedal şeytanê qulê dîwara, nelet bê li bavê hakim û tehsîldara.

Hebû tine bû çiştek ji xwe Xwedê mestir tine bû. Hebû Kerek û Kewek û Çivîkek. Ev her sê bûne deste birayên hev. Rojekî ji rojan cara her sê li ba hevin, dibêjin, -em ê ji xwe re genim biçînin. Rabûn wî salê ji xwe re henekî genim çandin. Bû bihar. Kew jî bê zozona îdare nake. Kew û Çivîk û Ker êvarek tên li ba hev, rûdinên, Kew û Çivik dibêjin:

-Deste birayê Ker, pêşiya me havîn e, tê germ çêbibe, em jî deştê îdare nakin, em mecbûr in herin zozana, ava me genim jî reşandiye…

-Herin birayên min herin, genim jî Xwedê û li min, benê lêviya min, qe ez nikarim telbê bikim?

-Baş e, tu jî haj ji genimê me hebe, heta ku çêbibe ji xwe tê em ê zozanê werin.

Bu sibeh, Çivîk û Kewê xwatir ji deste birayê xwe yê Kerê sitandin, perên xwe hildan, ha li vir na ha li wir na, berê xwe dane zozanê, vî çiyayê diçine wî çiyayê, li kuderê ji wan re xweş be diçine li wir.

***

Baran jî dibare, genim jî şîn dibe. Ker jî her rojê diçe qetekî genim ji xwe re dixwe. Çiqas genim ji alekî ve şîn dibe ew jî wî aliyê ve dixwe, heta paşî bi genim tê.

Havîn xilas dibe, Kew û Çivîk jî serma dide wan, ew jî dibêjin;

“Welleh em ê herin deştê, ji xwe vêga genimê me jî çêbûye, em ê herin telbê genimê xwe.”

Kew û Çivîk têne malê, caxê tên, êvarê tên ba hev her sê deste bira, rûtinên, dikevin mijûlayiya, Kew û Çivîk jî dibêjin:

-Deste birayê Ker genimê me çawa ye?

-Ê welleh çi ji we bi veşêrim ji Xwedê nahê veşartin, cara ku hûn çûne zozanê piştî we baranek hat, teyrikek hat, wî genime ku me reşandibû hemû petand, qene teyek jî serê xwe hilneda. Kew:

-Welleh ez bawirê te nakim deste birayê Ker.

-Ê welleh ku hûn bawirê min nekin hûn bibêjin çi ez li ber we hazir im.

-Em ê sond bixwînin.

-Em bixwînin, em ê li ku derê sond bixwînin?

-Em ê herin devê royê Belîsê*.

-Temam.

Dibe şeveq, her sê didine li pey hev, diçin, yek ji nav wan de dibêje, pêşî tu yê sond bixwînî, yê dinê jî dibêje, tu yê pêşî sond bixwînî, welhasil dawiyê de Çivîk dibêje;

“Bisekinin! Ez ê peşî sond bixwînim, firq nake ji min re, ha pêşî ha paşî…”

Herdu yê din jî dibêjin, temam.

Çivîk jî radibe, henekî pêş ve diçe, dibêje;

“Çivo çivo çiveyto, eger min xwariye xws û seyda xenîpto.”

Û perên xwe vedike, derbasê wî aliyê ro dibe. Dor tê li ser Kewê, Kew jî wekî Çivîkê henekî pêş ve diçe, dibêje;

  1. “Qebo qebo qebeyto, eger min xwariye xws û seyda xenîpto”

Ew jî perên xwe vedike, derbasî wî aliyê ro dibe. Îjar dor tê li ser Kerê, ew jî dizane ku genimê tev ewî xwariye, ji xwe çavên wî de jî her tişt kifş e. Ker jî henekî pêş ve diçe, dibêje; “Zir û zir û zir û zir”, çotkanî pîyên xwe hiltîne ku xwe bavêje, cara xwe davêje nava ro dikeve, dike hawar, “aî aî aî aî”, pêlên avê lê dikeve, pepikên wî hervazî radike, qoqê wî jî dikeve nav avê, bi avê diçe…

Ava çîroka me çû nav deriya rihmet li dê û bavê me hemûyan.

*Royê Belîsê di navbera Sêrtê û Bilîsê de navê çemeke ye.

Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (Diya min)
Amedekar: Qesîm Etmanekî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply