Çîrokên Me Li Ber Wendabûnê Ne!

Di biçûkatiya me de dê, bav, met….û xaltiyên me her êvarê wexta raketinê di nav cihan de ji me re çîrok vedigotin, wexta ku çîrokên xwe diqedandin me jî digot “Dayê yekî din jî, dayê yekî din jî bibêje…” ku disa ji me re digotin an dûbare dikirin  em pir pê  kêfxweş dibûn û diketin nava xewa şîrîn.

Çîrok ewqas xweşbûn ku em bi xeyalên xwe war û diyarên ku me qet nedîtibûn digeriyan, cinawir û heywanên ku me qet heyal nedikir me ditît. Em di bin bandora wan çîrokan de diman. Ku dibû sibe jî bandora çîrokan hîna li ser me didomî, bi wê kêfê dijiyan û em dîsa  li benda çîrokên êvarê bûn.

Pîr û kalên me her çiqas nexwenda bûn lê çanda me ya dewlemend tûrikê xeyalên wan de bi çîrok û meseleyan tijî bûn, pîr û kalên me her yek bi sere xwe wekî çîrokbêj bûn; Xeyalên zarokên xwe berfireh dikirin û bûyerên qewimî ji zarokan re digotin. Zarok jî jê sûd werdigirtin û pê kamildibin.

Îro jî her roj em bi ro an êvaran em bi rêzefîlim,  belge fîliman an bi fîlmên qartonî dijîn, êdî em nizanin çîrok çi ye. Ewqas em bê çîrok dijîn ku çîrok ji me û zarokên me re wek tiştê beredayî tê hesibandin. Çîrokên me yê cewher û bi şîret; Çîroka Şêr û Kerguh(Kîvroşk), Çûka Keko Peko(Pepûk), Şahmaran, Zembîlfiroş, Çîroka Kêz Xatûn, Çîroka Mar û Rêwî, … êdî tew nayê bîra me.

Îro dê û bavê me dîsa çîrokan dizanin, em hindik zanin, zarokên me jî tew nizanin, sibê jî wê newiyên me hîç nizanibin. Çareya vê  divê her mirov her çiqas nikaribe bixwîne jî lê ji dê û bavê xwe an ji pîrên xwe çîrok bielime û ji zarokên xwe re bibêje ku çîrokên me wenda nebe.

Ji bajarvaniyê û ragihandina teknolojiyê çîrokên me her roj wenda dibin. Ev rewşa çanda me ya çîrokan wenda dike. Em jî bi filimên biyanî, çanda Laîsizmê û biyaniyan mezin û kal dibin.

Teknolojî baş e lê divê Kurd jî teknolojiye bikar bîne û çîrokên xwe bi fîlîm û deng an jî bi rêya çapameniyê pêşbixe…

Çanda gel, heş û bîra gel e. Edet, dîrok, bîr û bawerî… çanda devkî di çîrokan de dije. Kîjan dewlet dev ji çanda xwe berdaye ku em çanda xwe ya dewlemed piştgoh bikin.

Paşa Amedî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply