Çîrokên hezar û yek şevê

Çîrokên hezar û yek şevê bi nav û deng in, navdar in, meşhûr in. Qet dawî li wan nayê. Di demeke qedîm de qralek hebûye. Ev qral digel her qîza ku razaye, di a din î rojê de qîz kuştî ye. Bi vî awayî qral ji xelkê xwe bêhejmar qîzan dikuje.

Şevekê bi navê Şahrezat dora razanê digihê qîzekê. Qîz pir bi aqil e. Dizane ku qral dê wê bikuje. Bi kurtî, Şahrezat li ber qrêl digere ku çîrokekê jê re bibêje û ew jî lê guhdar bike. Qral qanih dibe û Şahrezat dest bi çîrokê dike. Çîrok di wê şevê de naqede; qral dixewe û çîrok serguherî şeva din dibe. Di şeva duduyan de Şahrezat dîsa dest bi çîrokê dike û qral jî pir bi mereq lê guhdar dike.

Belê di wê şevê de jî dawî li çîrokê nayê. Qîza bi aqil gotinê ji gotinê pêdixe, çiqasî dibêje ewqasî xweştir dibe, dawiyê li çîrokê nayîne; qrêl dide ber bayê çîrokê û wî bi nav şevan de digindirîne. Ji ber hindê navê çîrokê hezar û yek şev hatiye danîn.

Bi rastî, edebiyata welatên rohilat pir dewlemend e. Edebiyata devkî ji a nivîskî dewlemendtir e. Çîrokên hezar û yek şevê, li welatên rohilat ji sedsala 9an heta sedsala 20an bi devkî û nivîskî dihatine gotin. Li îranê di sala 1890 î de ev çîrokana bi navê “Hezar Efsane” hatine çapkirin. Çîrok wek dem, bûyeran ji sedsala 10an heta sedsala 16an digire.

Kitêba çîrokên hezar û yek şevê bi zimanê erebî, frensî, hîndî, farisî, spanî, îngilîzî, elemanî, rûsî, tirkî û bi gelek zimanên din jî hatine weşandin. Ev çîrokana bi frensî wek 16 cildan hatine weşandin. Şerîf Onaran ê tirk jî van 16 cildan werdigerîne zimanê tirkî. Di nav weşanên “AFA”yê de hatine weşandin. Her cildek wê 250 – 300 rûpel in. Hemû li ser hev nêzîkî 5 hezar rûpelî digire. Min hemû cîldan ango 500 rûpelan xwend û derbarê wê de vê kurtenivîsê nivîsî.

Bi rastî, wergerandina 16 cildan ne karekî hêsanî ye. Belê herçendî zor dibe bila bibe, gerek ev çîrok bi zimanê kurdî jî bên nivîsandin. Di sala 1949an de gava ku şahirê tirk Nazim Hîkmet li girtîgeha Bursayê ji Va – Nû re nameyekê dişîne dibêje ku, “Kitêba Hezar û Yek Şevê miheqeq bikire û bixwîne. Di nav kultura rohilat de xezîneyek bi navê hezar û yek şevê heye. Dema ku em jê fêdê nebînin, ev rezalet e. Di roava de çîrokbêjî bi kitêba Bokas dest pê kiriye. Belê li rohilat ji wî bi çend qernan pêştir çîrokbêjiyê dest pê kiriye. Lê çi heyf e ku hêj jî bi tirkî wergera vê berhema hêja bi temamî nebûye. Wexta mirov hin çîrokên vê berhema delal dixwîne, tê de dibîne ku îro jî ne tenê li welatê me, li Ewrupayê jî berhemek wiha mukemel û şareze nehatiye nivîsandin.”

Belê, min her şazde cildê kitêba “Hezar û Yek Şevê” bi dilfirehî xwend. Min dil hebû ku li ser van cildan yek bi yek rawestim; lê ji ber ku dê nivîs gelek û gelek dirêj bibana min derbarê hemû cîldan de nenivîsî. Ez bi kurtayî tenê dixwazim hinekî qala cildê yekê bikim.

Ev cild ji 294 rûpelan pêktê. Wergerê kitêbê pêşgotinek bi tirkî nivîsî ye. Pêşgotinek din jî a weşanxaneya frensî ji teref Dr. J. C. Mardrus hatiye nivîsandin. Di her du pêşgotinan de jî li ser çîrokên hezar û yek şevê agahdarî heye. Destpêka kitêbê bi çîroka “Serdar Şahriyar û birayê wî Serdar Şahzeman” dest pê dike.

Çîrokên hezar û yek şevê di esasê xwe de li ser awayê nedilsoziya jinê hatiye avakirin. Li gor Serdar Şahriyar jin nesadiq û nedilsozê zilêm e. Belê li gor Şahrezatê mesele ne wiha ye: Jin pîroz e, jin dilsoz e.

Şahriyar û birayê xwe her du jî li du welatên ji hevûdin cihê desthilatdar/hikimdar in. Şahriyar dixwaze biçe serlêdana birayê xwe. Bi kerwanekî mezin xwe amade dike û bi rê dikeve. Di nîvê rê de Şahriyar bi xwe dihese ku diyariya ji birayê xwe re kirîbû, li mal ji bîr kiriye. Şahriyar vedigere malê. Dibîne ku jina wî û xulamekî wî di nav livînan de eşq û kêfê dikin, şadimaniyê pêk tînin û pev şad dibin. Şahriyar herduyan di cihêcih de dikuje û dîsa li kerwên vedigere. Di pey rêwitiyek dûdirêj de Şahriyar xwe digihîne saraya birayê xwe.

Rojekê birayê wî jê re dibêje, Xwe amade bike da em biçin nêçîrê. Şahriyar naxwaze biçe nêçîrê, li serayê xwe pal dide û birayê wî digel birek fêris û pêhlewanên xwe derdikevin nêçîrê.

Di van rojên ku birayê wî li nêçîrê ye rojekê Şahriyar di pacê re li derve temaşe dike. Dibîne ku jinbira wî digel pazde, bîst xulam û qewraşan ve xwe li nav bexçe şilfîtazî kirine û di golê de avjêniyê/sobaniyê dikin. Bi dû sobaniyê de jinbira wî bi xulamekî re dikeve eşqê. Bi vî awayî temamê xulam û qerwaşan heta danê êvarî kêf û seyranê dikin. Serdar Şahriyar ecêp dimîne! Deng nake. Vê yeka ha bi xwe re hiltîne heta ku birayê wî ji nêçîrê vedigere. Bûyera ku jina wî û jinbira wî kiribû ji birayê xwe re rave dike; belê bira bawer nake heta ku her tiştî bi çavên xwe dibîne. Serdar Şahzeman jina xwe, xulam û qewraşeyan bi carekê ve dikuje.

Serdar Şahriyar di pey bûyera jina xwe û jinbira xwe de, êdî tam dibe neyarê jinan/pîrekan. Emir li wezîrê xwe dike û dibêje; “Ji min re her şev tu ê keçikekê bînî! ”
Wezîr her şev jê re keçikekê tîne. Şahriyar heta sibehê bi keçikê re radize û bi ro jî wê dikuje. Qral bi salan vê wahşeta han didomîne. Wisa dibe ku xelk ji ber wî welêt terk dikin û bi çol û çiyan dikevin. Li welêt ji qîza wezîr pêve qîz namînin.

Vê carê jî qral doza qîza wezîr dike û dibêje;” Îşev jî dora qîza teye!”

Du keçên wezîr hene. Navê yekê Şahrezat û a din jî Dinyazat e. Şahrezat dibîne ku bavê wê bê kêf e. Mirûzê wî xerabe ye, kûrûdûr difikire û niçniça wî ye.

Şahrezat ji bavê xwe dipirse;”Bavo tu çima wiha diponijî? Derdekî te heye ji min re bibêje.”

Wezîr ji qîza xwe re rastiya meselê hemî dibêje. Şahrezat bavê xwe dibersivîne;
“Min ji qralê xwe re bibe; ya ezê wî qanih bikim û temamê qîzan ji dest wî azat bikim û ya jî eze bêm kuştin. Ez narevim û bavê xwe di şûna xwe de bikuştinkirin nadim.”

Wezîr qîzê ji qrêl re dibe. Şahrezat berî ku qral torekê têbike, qral qanih dike ku jê re çîrokekê bibêje. Şahrezat dest bi çîroka “Tacîr û îfrît” dike û dibêje: “Ey Şahê min ê bextxweşî. Di demekê de tacirekî gelek dewlemend hebûye…
Şahrezat heta berê sibehê çîrokê dibêje. Dawî li çîrokê nayê û qral jî dawiya çîrokê mereq dike. Ev keça bi aqil dîsa qral qanih dike ku çîrok ne bi ro, bi şev tên gotin.

Bi kurtî, çend şevekî çîrokê didomîne. Şahrezat bi dû ku çîroka Tacir û îfrît diqedîne vê carê jî dibêje; “Heger Şahê min îro min nekuje ez ê çîroka Masîvan û cin jê re bibêjim. Ev çîroka ha ji a Tacir û îfrît pir xweştir e.”

Qral gotina wê qebûl dike û ew dîsa dest bi çîrokê dike. Şahrezat bi vî awayî li dor sê salan çîrokan ji qrêl re dibêje. Di dûmahîkê de sê zarokên wan ji hevûdin çêdibin û temamê qîzên welêt ji destê vî zalim î azat dike.

Di kitêba Hezar û Yek Şevê de gelek çîrokên xweş û balkêş hene. Her edebiyathez divê çîrokên Hezar û Yek Şevê bixwînin. Hêvîdar im ku her xwendevanê kurd û herweha nivîskarên kurd vê kitêbê bixwîn in.

Têbinî / Di nav kurdan de çîrokên Mîrze Mihemed hene. Ew jî wek çîrokên hezar û yek şevî ne. Gelek varyantên çîrokên Mîrze mihemed û herweha bi sedan çîrokên ku mijarên wan cuda ne hene û di nav gelê kurd de têne gotin. Edebiyata kurdî a devkî gelek dewlemend e. Bi hêviya ku çîrokên gelêrî ên folklorîk ên di nav gel de têne gotin bêne berhevkirin û weşandin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply