Pêncşem , 28 Gulan 2020

Çîrokên Gelêrî û Pirtûka M. Xalid Sadînî – Lokman Polat

Di nav hinek rewşenbîr û nivîskarên kurd de halê ruhiyeta xwe biçûk dîtinê heye. Ev ruhiyet ji bindestiyê, perwerdeya dagirkeriyê û hwd., ji gelek sedemên cuda pêk tê. Ew xwe, gelê xwe û hemû dewlemendiyên çand, ziman, edebiyat, dîrok û hemû cureyên folklorîk yên gelêrî û wêjeya nûjen ya kurdî biçûk dibînin, naecibînin, kêmasî û şaşiyên wê mezin dikin.

Edebiyata kurdî didin ber a cîhanê û navbera wan de muqayese dikin û dibêjin berhemên kurdî qels in. Li gorê wan romana kurdî tune, çîroka kurdî qels e û helbesta kurdî ji tiştekî re nabe. Lê rastî ne wek wan e, berevajê wan e.

Dema ez berhemên edebî yên kurdî dixwînim û dinirxînim, ez wan kêmiyên xelkê nabînim. Di nav edebiyata kurdî de gelek berhemên serketî hene ku qet jî ne kêmî berhemên zimanê tirkî, erebî, farisî û berhemên zimanên ewropî û amerîkî ne.

Dema min pirtûka fabil ya birêz M. Xalid Sadinî xwend, min ew bi hemû şêweyan ve kêmî pirtûkên fablên zimanên din nedît, heta ji yên tirkî gelek serketîtir dît. Edebiyata kurdî a devkî gelek dewlemend e û gelek lêkolîner û berhevkarên çîrok û fablên gelêrî yên ewropî ew ji nav kurdan kom kirine, civandine û di pirtûkan de weşandine. Binêrin çend çîrvanokên ku bapîrê min ji min re gotibû û min naveroka wan zanibû, mindi nav pirtûkên Anderson û birayên Grimm de dîtn. Dapîra min xwendina wê tunebû û qet navên Anderson û Grimm jî nebihîstibû, lêbelê çîrvanokên ku wî qal dikir û Anderson û Grimm qal dikir heman tişt bû.

Gelek çîrok û çîrvanokên kurdî yên folklorîk hene ku bi çend varyantên cuda têne rave kirin. Herweke çîroka Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Gul û Sînem û hwd. Lê çîrok û çîrvanokên ku di pirtûkên Anderson û Grimm de hene eynê weke yên ku di edebiyata kurdî a devkî de têne gotin in. Yanê varyantên cuda nînin û heman tişt in. Ev jî dide xuya kirin ku wan ev çîrok û çîrvanok ji ber edebiyata kurdî a devkî wergirtine, berhev kirine.

Gelek neteweyên cîhanê edebiyata xwe ya nûjen li ser bingeha wêjeya xwe ya klasîk ava kiriye û pêşve biriye. Edebiyata kurdî a klasîk û bi taybetî jî edebiyata kurdî a devkî pir dewlemend e û ji bo wêjeya kurdî bingeh e. Naveroka çîrvanokên kurdî û herweha çîrvanokên ku di pirtûka M. Xalid Sadinî de hene balkêş e, têde gelek tişt hene. Herweke mêrxasî, mêvandarî, şîret, evîn, mirovahî, piştgirî, alîkarî, başî, xirabî, pirs û pirsgirêkên malbat, têkiliyên cîrantî, xeyal, fantazî û bi gelek tiştên din hatine hunandin û bi şêweya fablê, bi hunereke edebî wek çîrvanokên wêjeyî hatine rave kirin.

Naveroka gelek çîrok û çîrvanokên kurdî li ser civakê bandoreke baş pêk tîne û tesîreke pozîtîf li ser mirovî dike. Têgihîştina folklorîk ji bo mirovî dibe weke deryaya zanînê û tecrûbeyê. Mirov bi vê tecrûbe û zanînê têdigîşe, dikemile. Weke ku kedkarê berhevkirina çîrok û çîrvanokên folklorîk birêz Zeynelabîdîn Zinar jî dibêje

“….Dema ku mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne. Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike. Tiştê herî girîng ev e ku mirov êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paş. Herweha bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe. Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire. Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe. Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjî belengaz bike. Û bi dehan xeysetên baş ên wisa… Ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bavên kurd, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin, heyranok û payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya Kurdistanê jî bi wan bidin naskirin.”

Şaristanî, medeniyet, hilbirînên aborî, îcatên hesinî, bi tevahî li mezopotamyayê dest pê kiriye. Bingeha dîroka qedîm û ravekirina çîrok û çîrvanokên folklorîk di heman herêmê de pêk hatiye. Kelepora kurdî, çand, ziman û edebiyata kurdî li ser vê kokê, vê bingehê şax daye, geş bûye, pêş ketiye. Çawa ku çîrvanokên, fablên gelên cîhanê hene û ew bi şêweyeke nivîskî hatine rave kirin, herweha çîrvanokên, fablên kurdî jî êdî bi nivîskî têne rave kirin. Çîrvanok û fablên folklorîk yên gelê kurd weke fablên Ezop û La Fontaîne bi nirx in, bi qîmet in. Piştî van çend gotinên gelemperî, ez dixwazim bi kurtahî behsa xebata nivîskariya birêz M. Xalid Sadinî bikim û berhema wî ya hêja ”Çîrokên Gelêrî” bidime danasînê û li gor zanîna xwe binirxînim.

Lêkolînvan û nivîskar M. Xalid Sadinî kurdperwerekî ji herêma Hekariyê ye. Ev bîst sal in ku ew di kar û xebata kurdewariyê de dixebite û diafirîne. Herweha ew nivîskar û berhemkarekî jîr e û afrîner e. Heta niha heşt pirtûkên wî çap bûne û gelek xebatên wî yên hêja hene ku ew ê di pêşerojê de werine çap kirin. Ew li zindanê deh salan razaye û wî ji xwe re hepisxane kiriye wek zankoyê, ango hepisxane jê re bûye unîversîte. Niha ew li welatê xwe, li bajarê Hekariyê kar û xebata xwe ya wêjeyî didomîne.

Di hêla berhevkirina çîrvanok û çîrokên gelêrî yên folklorîk de du navên hêja hene, yek jê M. Emîn Bozarslan û yê din Zeynelabîdîn Zinar e. M. Xalîd Sadinî jî bû yê sêyem. Kar û xebatên van hersê hêjayan ji bo edebiyata kurdî dewlemendiyeke giranbiha ye, bêpayan e.

Pirtûka M. Xalid Sadinî ya bi navê ”Çîrokên Gelêrî” di nav weşanên ”Nubihar”ê de derketiye. Pirtûk 111 rûpel e. Di pirtûkê de 44 çîrvanok, fabl hene. Edîtorê pirtûkê birêz Suleyman Çevîk e. Redaksiyon û pêdaçûna wê Mihemed Jiyanî raçav kiriye. Berga wê ÎHB Reklam Ajansiyê amade kiriye.

Rûpelsaziya pirtûkê jî birêz Dawud Rêbiwarî kiriye. Wek ku birêz M. Xalid Sadinî jî di pêşgotonê de gotiye, ji vê cure çîrokan re ango çîrokên ku wek fabl in re çîrvanok, meselok, metelok, serborî dibêjin. Lê, bi min mirov tenê çîrvanok bibêje bes e. Xwezî navê pirtûkê ”Çîrvanokên Gelêrî” bana yan jî ”Çîrvanokên Kurdî” baya.

Weke min got di pirtûka birêz M. Xalid Sadinî de çilûçar çîrvanok hene. Ez ê behsa naveroka hemû çîrvanokan nekim, tenê ji bo bala xwendevanan bikşînim ser pirtûkê, ez dê behsa naveroka çend çîrvanokan bikim. Ez ji xwendevanên kurd daxwaz dikim ku ew pirtûkê bikirin û tevahiya çîrvanokên ku di pirtûkê de ne bixwînin.

Di pirtûka birêz M. Xalid Sadinî de gelek çîrvanokên/fablên baş û xweş hene. Çîrvanoka yekem sernavê wê ”Riya Azadî” ye û tê de mijareke gelek girîng ku kurdan eleqeder dike heye. Di vê çîrvanokê de zilma zordar û li hemberê zilmê şer û têkoşîna mazlûman heye. Şerê fîl û çûkan weke şerê serdest û bindestan, şer û têkoşîna gelên bindest û dewletên dagirker e.

Fîl sembola dagirkeriyê, zilmê û tehdayê ye, berxwedana çûkan remza gel û neteweyên bindest e. Ji bo têkoşîneke hevpar, ji bo serketinê weke ku di çîrvanokê de jî tê zanîn, pêşî yekîtî û yekgirtina çûkan – ango yekîtiya xelkê mezlûm – pêwîst.

Dema yekîtî pêk were ew dikarin li hemberê dagirkeriyê, zilmê biserkevin. Çûk li hemberî zilma fîlê yekîtiya xwe pêk tînin û hemû bi hevre têdikoşin û fîlî têk dibin. Piştî têkçûna fîlî û serketina çûkan êdî ew azad dibin û bi hevre stiranên azadiyê û şadiyê dibêjin û serketinê pîroz dikin.

Di çîrvanoka sernavê ”Dostaniya Rovî û Eylo/Qertel” de dostaniya rast û ya sexte, bêbextî û tolhildan tê rave kirin. Di piraniya çîrvanokan de rovî heye û herweha di gelek çîrvanokan de lehengê sereke rovî ye. Rovî bi fen û fût e, fêlbaz e, qurnaz e, canbaz e û bieqil e. Ew bi heş û eqilê xwe, bi fen û futên xwe, bi plan û leyistikên xwe yên li hemberê xwe têk dibe. Piling û şêrên bi azamet jî li pêşberê fen û oyînên rovî têk diçin. Rovî çiqas ku fêlbaz e, hirç jî ewqas bêeqil e û tim rovî zora wî/wê dibe, wî/wê têk dibe.

Di pirtûkê de çîrvanokên rovî, hirç, şêr, kivroş, beq, mişk, kosî, bizin, dîk, gur, dûpişk, hêştir, qurebeş, werdek, mirîşk, ga, seg, pisîk, mar, legleg û piling hene. Çîrok û çîrvanokên mamê rovî xweş in. Ew hemû heywanan bi fêlbaziya xwe têk dibe û ew dibe axayê malan û bi gundiyan re sohbet dike.

Niha ez ê ji xwendevanên ezîz re behsa sohbeta rovî û gundiyan bikim, çawa rovî bûye axayê malan rave bikim û dawî li nivîsa xwe bînim.

Rovî û gur dibine hevalên hev û li kar digerin. Ew di ber gundekî de derbas dibin û dibînin ku waye hinek gundî li rexê gundî civiyane û ji xwe re sohbet dikin. Ew diçine cem gundiyan û silav didine wan. Gundî dibêjin; ”Mamê rovî hûn ji kû ve tên û kû ve diçin?”

Mamê rovî bersiva wan dide û dibêje ew li kar digerin. Gundî dibêjin mirîşkên me û pezên me bê şivan in. Kêfa rovî tê ku behsa şivantiya mirîşkan hatiye kirin, lê ew fêlbazî dike û dibêje “Şivanî karê me nîn e.” Gundî jî li ser vê gotinê êdî behsa şivantiyê nakin, lê rovî bi fêlbaziyê mijara sohbetê tîne ser mesela şivantiyê û ji gundiyan re dibêje; “Xwedê ez ji bo nobedariya mirîşkan û gur jî ji bo şivaniya pezan çêkiriye.”

Di çîrvanoka sernavê “Rovî Axayê Malan e” de jî, serpêhatiya roviyekî tê rave kirin. Roviyek li çolistanê pir birçî bûye. Ew ji xwe re li nêçîrê digere. Rovî virde, wêde çûye û dawî çûye ser bîreke zuhabûyî. Rovî li binê bîrê tişteke spî dîtiye. Ew çûye binê bîrê û dîtiye ku ew tiştê spî kevirekî girover e. Rovî xwestiye ji binê bîrê derkeve jor, lê nikaribûye. Ew li binê bîrê rûniştiye. Rovî li binê bîrê mar û kosîyekî dibîne. Ji wan pirsiye ku ew li vir çi dikin? Kosî gotiye “Ax Mamê rovî em jî wekî te ji ber nefsa xwe ketine vir û êdî nikarin derkevin.”

Ji jorê bîrê dengek hatiye. Hersêyan xwe dane koşekê û xwe berşêdane. Wawikekî xwe ji jor ve avêtiye xwarê. Wawik jî bi kevira spî xapiyaye û loma xwe avêtiye xwarê. Paşê kurek hatiye û xwe avêtiye xwarê. Piştî gur berazek hatiye û xwe avêtiye xwarê. Paşê hirç, hemû birçî li binê bîrê ne û nikarin derkevin. Ji bo çareseriya birçîbûnê, rovî gotiye ez ê heyranokek bixwînim navê kê derket em ê wî bixwin.

Heyranoka roviyî çawa ye, kijan heywanan bi dorê dikujin û dixwin, ez ê nebêjim, lê ez vê bibêjim heyranoka roviyê wek stiranên bi kafiye gelek bi huner e û xweş e. Çîrvanoka herî dawî jî li ser rovî û pilingê dijwar e. Divê xwendevanên kurd van çîrvanokan bixwînin û yên xwedî zarok ji zarokên xwe re van çîrvanokên xweş bixwînin.

Ez birêz M. Xalid Sadinî pîroz dikim ku wî ev çîrvanokên xwe berhev kirine û pêşkêşê xwendevanên kurd kirine. Wî bi vî kar û xebata xwe pirtûkeke kurdî li refa pirtûkxaneya kurdî zêde kiriye û edebiyata kurdî a nivîskî dewlemend kiriye.

Derbar Lokman Polat

Lokman Polat

Dikarê vê jî bixwênê

Kurdek li Novodevîçiyê

Novodevîçî goristaneke dîrokî û pir naskirî ya Rûsyayê ye ku li navenda bajarê Moskova paytext …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *