Çîrokên Çiya Mazî ”MISTEK JIYAN”

Hersal berhemên nû yên edebî li berhemên edebîyata kurdî zêde dibin. Di nav şaxên edebîyata kurdî de, herî pir kurteçîrokên kurdî berbi dewlemendîyê ve diçin. Di hêla afirandina kurteçîrokan de pêşveçûneke berbiçav heye.

 

Di nav pirtûkên kurdî –yên ku hatine weşandin- de herî pir pirtûkên kurteçîrokan hene. Li Kurdistanê û li Ewropayê pirtûkên kurteçîrokan ji pirtûkên roman, şano û helbestan pirtir in. Di edebiyata kurdî de afirandina berhemên roman, şano û helbestan hêj jî qelsîya xwe didomîne. Lê, di hêla afirandina berhemên kurteçîrokan de qelsî ji holê rabûye û hersal gelek pirtûkên kurteçîrokan yên bi kurdî têne weşandin.

 

Di salên çûyîn de piraniya pirtûkên kurteçîrokan li Ewropayê –bi taybetî jî li Swêdê- dihatin weşandin. Lê, ev çend salên dawîn pirtûkên ku li welêt têne weşandin ji yên li Ewropayê pirtir in. Li Ewropayê nivîskarên kurd yên ku hersal yan jî ji du salan carek pirtûkên kurteçîrokan diweşînin M. Emîn Bozarslan, Zeynelabîdîn Zinar, Firat Cewerî, Lokman Polat û Hesenê Metê ne. Li van nivîskaran nivîskarekî nû zêde bû, ew jî Enwer Karahan e. (Nivîskarên ku helbest û roman dinivîsin derveyê mijara vê nivîsê ne.) Ji xeynê Enwer Karahan nivîskarekî nû li nivîskarên kurteçîrokan zêde nebû. Lê, li welêt hersal nivîskarên nû li nivîskarên kurteçîrokan zêde dibin. Wek mînak; par nivîskarên nû Dîlawer Zeraq û Qedrî Dersilavî li yên pêrar zêde bûn, îsal Sedat Yurdtaş û Çiya Mazî li yên par zêde bûn. Xweziya pêşveçûna di afirandina berhemên kurteçîrokan de, di hêla afirandinas roman û helbestan de jî pêk bihatana. Lê, xuyaye ji bo pêşveçûna vê hêlê hêj dem dixwaze. Ez hêvîdarim ku di demên pêş de, di hêla afirandina roman û helbestê de jî pêşveçûnek pêk bê.

 

Belê, li berhemên kurteçîrokên kurdî berhemeke din zêde bû. Ew jî berhema nivîskar Çiya Mazî ya bi navê “Mistek Jiyan”e. Ev berhem pirtûka Çiya Mazî a yekem e. Pirtûk di nav weşanên “Sî” de, li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 149 rûpel e. Di pirtûkê de 16 kurteçîrok hene.

 

Min berê jî gelek nivîsên Çiya Mazî yên bi kurdî di kovar û rojnameyên kurdî de xwendibû. Hem naveroka nivîsên wî û hem jî zimanê wî baş bû. Ev çend salên dawîn deng û hes jê tunebû. Nivîsên wî di kovar û rojnameyan de dernediket. Piştê bêdengîya salan, ew bi berhema xwe ya kurteçîrokan derket pêşberê xwendevanên kurd.

 

Kurteçîrokên ku di pirtûka Çiya Mazî de ne, ji hêla naveroka xwe ve baş in, dewlemend in. Nivîskar mijarên kurteçîrokan ji jiyana rojane a gelêrî wergirtiye, bûyerên civakî û sosyal helbijartiye û her kurteçîrokê li ser mijarek hunandiye. Temaya kurteçîrokan û bûyerên ku têne qalkirin ji nav jiyana civakî a gelê kurd hatine hilbijartin.

 

Nabe ku nivîsên danasîna pirtûkan dirêj bin. Mirov nikare bi berfirehî analîza yekbiyek kurteçîrokê bike. Loma jî, ez ê tenê behsa yek kurteçîrokek bikim. Sernavê kurteçîrokê ”Çavê Kor Dinyê Nabîne” ye. Ev kurteçîroka yekem a pirtûkê ye.

 

Kurteçîrok dîmenên civakî ne. Mirov carna di hinek kurteçîrokan de xwe dibîne. Yan jî, hinek kurteçîrok serpêhatiyên mirov yên biçûkiyê, yên dema berê tînin bîra mirov. Min dema vê kurteçîrokê xwend, serpêhatiyeke min ê ku di biçûkiyê de di serê min de derbas bûbû kete bîra min.

 

Ez biçûk bûm, çavê min êşiya û li ber çavê min ginûr derket. Nas û dosta, der û cîranan ji malbata min re gotin ”ji bo ev ginûr rehet bibe, divê hûn porê keçikek ku bi kurê apê xwe re zewiciye têde bidin.” Di mehla me de keçikek ku bi kurê apê xwe re zewicîbû hebû. Ez çûm cem wê û min jê daxwaz kir ku ew mûyên porê xwe di ginûra ber çavê min de bide. Wê mûyên porê xwe têde da, lê ginûr rehet nebû. Kalê min ji bajêr hat û dît ku ginûra ber çavê min mezin bûye, wî min bir nexweşxanê. Doktor min muayene kir û paşê kêreke serî tûj da ser agir, serê kêrê sor kir û pê ginûra ber çavê min teqand. Ji ginûrê xwîn û nêm hat. Wî xwîn û nêmê paqij kir û derman kir, ez rehet bum.

 

Lehengê kurteçîroka Çiya Mazî jî, çavê wî diêşe. Ew naçe cem doktor, diçe cem mêrikekî ku Xwedêgiravî ji êşa çavan fêm dike û bi dermanê gîya êşa çav rehet dike. Navê serlehengê çîrokê Mulahîm e. Ew diçe cem kalo û kalo jê re dibêje : ”Here ji filan gundî gîyayê pûng bîne, di ava germ de bikelîne û ava gîya bike çavê xwe, dê çavê te rehet bibe.”

 

Milahîm diçe gundê ku Kalo jê re gotiye. Ew li wir li gîya digere, şivanê gund wî dibîne. Şivan jê pirs dike ku li çi digere, Milahîm derdê xwe jê re dibêje. Şivan jî dibêje : ”Divê tu Şebê bişewitîne û hûr bike û heba wê li çavê xwe bike.” Milahîm gîyayê Pûng û Şebê tîne, ew şev di çavê xwe de dide, çavê wî hîn xirabtir dibe. Ew rehet nabe. Yekî din dibêje: ”Xwîna genî bike çavê xwe.” Werhasil Milahîm çi dike, çavê wî rehet nabe û her diçe ronîya çavê wî kêm dibe. Ew diçe cem kesên din jî, lê çavî rehet nabe. Xwendevanekî jê re dibêje : ”Divê tu herî cem doktor.” Lê, ew naçe cem doktor. Ew diçe cem hekîmên kurmancî, cem şêx û mişayixan. Lê, rehet nabe. Yek jê re dibêje : ”Em yekî ku pismamê xwe mar kiriye bibînin…. Yên ku pismamê xwe mar kiribin, biskên xwe di çavan didin û çav rehet dibin.” Ew jinek ku bi pismamê xwe re zewiciye dibînin. Jinik biskên xwe di çavê wî de dide, lê dîsa rehet nabe. Milahîm kor dibe.

 

Di vê çîrokê de îronî û nezanîya civakî hene. Paşvemayina însan û bi xurafeyan bawer kirin hene. Ev tiştên weha hêj jî di nav civaka kurd de tê pêkanîn. Nivîskar di kurteçîrokê de rewşeke civakî û nezanînê datîne holê. Mesaja ku ew di kurteçîrokê de dide, divê mirov bi xurafên weha bawer nekin, bi îlm û tibê bawer bikin. Piştê ku Milahîm kor dibe, ew poşman dibe ku çima neçûye cem doktor. Milahîm dibêje : ”Xwezîya ez biçûma dixtor.”

 

Kurteçîrokên Çiya Mazî yên ku di pirtûka wî ya bi navê ”Mistek Jiyan” de ye, hemû jî kurteçîrokên civakî, sosyal û realîst in. Rewşa sîyasî û civakî, koçberîya kurdan, zehmetîya jiyana aborî, têkilîyên civakî, sosyal û mirovane û herweha gelek tiştên din di kurteçîrokên wî de hene. Wî dîmenên gel yên jiyanê bi şêweya kurteçîrokê li hevûdu hunandiye, bi peyvên edebî xemilandiye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.

 

Di kurteçîrokan de xeyal, sembol, surrealîstî û romantîzm tune. Rastî, anku rasteqînîya jiyana civakî û bûyerên rojane ên sosyal û civakî hene. Mirov dikare vê berhemê di nav kategoriya edebiyata rasteqînî –realîst-  a civakî de bihesibîne. Bi min, divê ji her kategoriyên herikandinên –ekolên- edebiyatê berhemên kurdî hebin. Hebûna berhemên edebî yên romantîk,  realîst, surrealîst, sembolîst û herweha ji hemû cureyên din, ji bo edebiyata kurdî dewlemendiye.

 

Di pirtûka kurteçîrokên nivîskar Çiya Mazî de, kurteçîrokên baş û xweş hene ku divê miheqeq xwendevanên kurd bixwînin. Her xwendevanekî kurd, dema hemû kurteçîrokan bixwîne dibe ku xwe di kurteçîrokek de bibîne. Ev xwe dîtin jî rengê civakî û netewî dide kurteçîrokan. Kurteçîrokên ku ji nav jiyana gelêrî hatine afirandin, ji bo ku rewş û dîmenên jiyana gelêrî tîne zimên, xwendevan bi hêsanî dikarin xwe tê de bibînin.

 

Ez nivîskar Çiya Mazî pîroz dikim ku, piştê bêdengîya çend salan ew bi berhemeke edebî derkete pêşberê xwendevanên kurd û wî bi berhema xwe çand, ziman û edebiyata kurdî dewlemend kir û li pirtûkxana kurdî pirtûkek edebî zêde kir.

 

Nisan 2003

 

Têbinî / Min vê gotara derbarê pirtûka hêja Çiya Mazî di sala 2003 de nivîsîbû.

Nivîsek 14 sal berê, îro jî û sed sal paşê jî dikare were xwendin. Berhemên edebî û nivîsên derbarê edebiyatê de herdem bi xweşî têne xwendin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply