Çîrokên bi zimanê zikmakî ji bo zarokan bingeha hişmendiyê ye

Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Diyarbekirê, ji bo girîngiya zimanê zikmakî xebatek ji bo zarokan kir. Li enstîtuyê ji bo zarokan pirtûkên çîrokan hatin çapkirin û bang li dayîk û bavan tê kirin ku beriya xewê pirtûkan ji zarokên xwe re bixwînin.

Li Diyarbekirê ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî DÎSA’yê ve ji bo balkişandina ser girîngiya zimanê zikmakî, xebatek hat kirin da ku di nav zarokên Kurd de xwendina bi Kurdî belav bibe. Xebat ji çapkirina pirtûkên çîrokan pêk tê û piştî lêkolînên berfireh ên li bajarên Bakûrê Kurdistanê, pirtûk hatine amadekirin. Koordînatorê vê xebatê Atalay Goçer jî amaje dike ku hebûna zimên bi axaftin û xwendina zarokan pêkan e.

Atalay Goçer ji K24ê re got: “Di despêkê de li ser pirsgirêka bi kar neanîna zimanê zikmakî lêkolîn hatin kirin. Paşê li gorî vê lêkolînê me çend encam derxistin. Me dît ku bi kar neanîna zimanê zikmakî bandoreke neyînî li ser pêşveçuna zarokan dike. Xebata çapkirina pirtukên çîrokan ên bi kurdî jî li gorî vê lêkolînê derket holê.”

Pirtûkên çîrokan ên ku ji bo zarokan hatine amadekirin, bi zimanekî zelal hatine nivîsandin. Nivîskar û amadekarê pirtûkan Ferîdûn Bîrgul dibêje; heta ku Kurdî nekeve ser zimanên zarokan, dê nekeve nav civakê û bi pêş ve neçe.

Ferîdûn Bîrgul dibêje: “Ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin û bijîn ev berhem kêr hatî ne. Mamoste jî dikarin di dibistanên fermî an jî teybetî de ji bo hînkirina perwerdeya zimanê zikmakî  sûdê ji van berheman werbigrin.”

Amadekarên pirtûkên çîrokan bang li dayîk û bavan dikin ku divê bê şert û merc beriya raketinê ji bo zarokan çîrokên bi zimanê zikmakî werin xwendin a jî vegotin. Lewra li gorî pisporan; bingeha hişmendî û hezkirina zimanê dayîkê ji temenê zarokatiyê dest pê dike û ev yek jî bi saya guhdarîkirinê pêkan e.

kurdistan24

Derbar ziman

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply