Çîrokek dramatîk: Çûka Keko Peko

Ez li Stockholmê (Swêdê) dijîm. Dema ez diçime Stenbolê û Amedê pêşî diçime dikanên pirtûkfiroş ên ku pirtûkên kurdî difroşin. Di dikanan de ez li pirtûkên kurdî yên ku nû derketine dinêrim.

Di lênêrîna min de bala min kişand, pirtûkên romanên kurdî hindik bû û pirtûkên çîrok, kurteçîrok û helbestan wek hejmar zêde bû, pir bû. Ji ber pirbûnê mirov nikare hemû pirtûkên helbest û çîrokên kurdî bikire û bixwîne. Niha ez bi navê ”Çil pirtûkên çîrokên kurdî” pirtûkek lêkolîn, danasîn û analîzê amade dikim û di pirtûkê de cih didime çil pirtûkên çîrokên kurdî. Di nav çil pirtûkên kurdî yên ku ez ê hilbijêrim, bi xwendevanên kurd bidime nasîn û derbarê wan de dîtin û ramanên xwe pêşkêşê xwendevanên kurd bikim, yek ji wan pirtûkan pirtûka birêz Kek Paşa Amedî ye. Navê pirtûkê ”Çûka Keko Peko” ye. Pirtûk 54 rûpele û di nav weşanên ”Nûbihar”ê de li Stenbolê derketiye. Di pirtûkê de yanzdeh (11) kurteçîrok cih girtine.

Çîroka Keko Peko çîrokek gelêrîye, folklorîke û herweha di nav wêjeya kurdî a devkî de, di gelek heremên cuda de bi varyantên cuda tê gotin. Dema ez biçûk bûm, dapîra min ji min re digel gelek çîrokên kurdî, çîroka “keko peko”, çîroka ”lawê qers”, çîroka ”bizin û heft karik” û hwd gelek çîrok digote. Naveroka piraniya çîrokan çîrokên dramatîk bûn, bi êş bû, bi kul û keder bû, xemgînî bû. Lewre jî çaveroka çîrokên dramatîk ji bîra min nediçû.

Di pirtûka Kek Paşa Amedî de yanzdeh kurteçîrok hene, ji bo nivîs dirêj nebe ez ê behsa naveroka tevan nekim. Ez ê behsa çîroka ku navê xwe daye pirtûkê bikim.

Pêşî ez vê bibêjim; hêjayê pesnê ye û gelek baş kiriye ku birêz Kek Paşa Amedî ev çîroka folklorîk a gelêrî  nivîsiye û di pirtûka xwe a kurteçîrokan de weşandiye û herweha wê ji wendabûnê xilas kiriye. Bi pêşketina teknîkê û êdî di her malî de hebûna TV û telefonên destan hinek adet û tradisyonên gelêrî ji holê rakirine. Êdî şevburik pêk nayên, di şevan de çîrokbêj, kalepîr, bapîr û dapîr ji neviyên xwe re çîrokên gelêrî nabêjin. Zarok gohdariya çîrokan nakin, li xêzefîlman dinêrin, bi telefonên destan dilîzin, di tabletan de li fîlmên cuda û programên curbecur temaşe dikin.

Niha binêrin naveroka çîroka keko peko çiye? Çi bûyer pêk hatiye? Çi qewimiye?

Zilamekî ku du zarokên wî hebûne, diya zarokan çûye rahmetê û zilam ji xwe re jinek din aniye, pê re zewiciye. Jinik navî li sere dêmariye. Dêmarî bi piranî dibine diyamarî û weke marî bi zarokan ve didin. Ev damarî jî ji zarokan hez nekiriye, li wan zilm û tehda kiriye, nan nedaye wan, ew birçî hêştiye û wan herroj şiyandiye çolê.

Dêmarî wan dişiyand çolê ku li çolê pincar, kereng, hêlûk, ribês, godîş û hwd, biçinin û bînin û li çolê li berx û golikan binêrin. Dîsa rojeke damarî tûr dide zarokên sêwî û dişîne ku herin kereng berhev bikin. Zarok di nav çend saetan de gelek kereng berhev dikin.

Lêbelê çi heyf ku tûr qul bûye û haya wan jê tûnebûye. Di rê de birayê keçikê ji xweşka xwe re dibêje ez birçî bume, ez kerengek bixwim. Xweşka wî dibêje na, wê dêmariya me li me bixe, nan nede me. Ew hinek jî kereng berhev dikin, keçik kerengek sor dibîne û dide birayê xwe ku birayê wê kereng bixwe.

Piştî demeke berhevkirina kerengan keçik ji birayê xwe re dibêje ”em li tûrê binêrin ka me çiqas kereng berhev kiriye.” Keçik li tûrê mêze dike ku tûr valaye. Keçik dibêje bira kerengan xwariye, lê bira şaş dibe, dibêje min nexwariye.

Keçik ji damariyê pir ditirse. Li birayê xwe hêrs dibe, diqehire, wî tawanbar dike û dibêje heger te nexwar kê xwar; ka ez zikê te biqelêşim û mêze bikim, binêrim ku te xwariye, nexwariye! Bira jî dibêje; nexwe tu bi min bawer nakî, mêze bike.

Keçik zikê birayê xwe diqelêşe û dinêre ku ji xeynê kerenga sor kereng tunin. Keçik şaş dimîne, li tûrê dinêre ku tûr qule.

Keçik poşman dibe, lê êdî bûye. Keçik dike hawar û qêrîn, digrî, li ber birayê xwe dikeve. Keçik ji Xwedê/a re dua dike, dibêje ”Ya Rebbî, Tu min bikî çûka keko peko, bikî pepûk ku bi ser çiya û daran bikevim û tim wiha bibêjim” keko, peko kî kuşt? Min kuşt. Ji bo çi? Ji bo tûrê kerenga…”

Keçik diçe malê û bûyerê ji bavê xwe re rave dike. Bavê wê dibêje ”çima? Seba çi te birayê xwe kuşt?”

Keçik dibêje ku ji bo kerengan. Keçik ji bavê xwe re dibêje ku heger ew kereng berhev nekin neynin malê dêmariya wan li wan dixe, nan nade wan.

Bavê keçikê ji damarî dipirse, lê ew înkar dike, dibêje keçik derew dike. Bav neçar dimîne ku çi bike. Keçik gelek li ber birayê xwe dikeve. Xwedê/a duayê wê qebûl dike û li cem malbata keçikê wê dike ”çûka keko peko” û difire diçe ser darê û dest pê dike ”keko, peko kî kuşt? Min kuşt.”

Piştî vê bûyerê, çûka keko peko li çiyan, li deşt û zozanan, li çolan û li ser dar û deviyan tim dibêje û dixwîne. Ew bi xwendina xwe drama bûyerê û xirabiya damariyê tîne zimên.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply