Çîroka Xapandinê

Zeman dîroke bû, dem demê berê bû, meselokek wiha qewimî bû.

Wextekê di nava miletê Kurd cotyarî û çandinî kêm bûbû. Ziwahî ketibû zevî û genimê. Hewcedarên miletê navçeya Qubîn’a (Beşîrî) Êlih’ê ketin rê û çûn Sîlwana Amedê ku ji bo xwe genim bikirin.

Gundekê Sîlwanê ciwanek li rexê rê zeviyek av dida. Wê wextê karwan li rexê zeviyê sekinî. Xwedanê karwanê Hecîyek bû. Hecî  gazî ciwanê cotkar kir û got: -“Kurê min! Genimê firotinê cem we heye?”

Kur: – “Belê xalo! Bavê min difiroşe. Lê hûn wisa bikin ku bavê min we nexapîne. Herin dev bavê min ji bo xwe genim bikirin. Xaniyê me dumahiya vê zeviyê ye.” Paşê karwan çû cem bavê kurikê ciwan.

Xwedanê genimê hat deriyê embara xwe bi mifteyê vekir. Xwedanê genimê serê her zilamekê pênceh teneke genim da, lê her zilamek tenê heqê bîst û pênc teneke genimê dane xwedanê genimê. Xwedanê genimê pê hesa lê dengê xwe qet derneêxist

Pişt re karwan zivirî rêya xwe. Car dî hatin cem ciwanê cotkar ê ku kurê xwedanê genimê. Hecî got: -“Kurê min ka te got, wisa bikin  ku bavê min we nexapîne. Me pêncsed teneke genim rakir lê belê parê dused û pênceh tenekeyan me da bavê te. Me bavê te xapand.” Kurikî berê xwe da rêwiyên karwanê û gote wan: -“ Ya rastî, bavê min we hemûyan xapand. Ev dinya beredayî ye. Hesaba bavê min ne li gorî vê dinyayê ye, li gorî axîretê ye. Bavê min we hesa bû, hay ji we hebû lê xwest duristiyê hûn ji dil bikin. A niha hûn hatine xapandin lê hûn pê nehesane.”

Ku kurikê cotkar wiha got, Hecî û hemû karwanî poşman bûn, berê hesp û ker û hêştirên xwe zivirandin û çûn heqê xwedanê genim dan û temam kirin û dumahiyê karwanî û Hecî vegerîn navçeya xwe.

Ev meselok xweş e, lê tiştê helal xweştir e. Ji bo hesabdîtinê jî Xwedayê Layezal tenê bes e.

Necmettîn KEVE-kurddiliedebiyati.com

Berfenbar/2015/Wan

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply