Çîroka Venûsê

Ka hela em binerin bê ev navana ji kû tên?

Gelawêj-Venûs yan jî Zuhre. Di mîtande bi gelek navan hatiye naskirin. Di mîtolojîya Asurîyan de “Înanna” dî a Farsade “Anahîta” yan jî “Nahid” di a Yewnana de “Afrodît” û wekîdin stêrka Venûs û Meryem tê bi navkirin. Sterka Şivanan jî navê wêyi sosrete.

Çima weke “Cêwîyê Dinyê” tê naskirin?

Ezê anha tiştekî ecêb bejim. Di salên 1960 de Venûs weke bîhûştek tropîk dihat fikirîn. Ewqas ecêbe merovan digotin cîhanek tropîke û heta cinawirên kewnar lê dijîn. Bele dema kû insan nêzî Venûsê bûn hat fêm kirin kû dojeh bi xweye.
Venus ji alî meznahîya xwe hema hema bi qasî erdame yî. Dibirîqîne û ewr jî li ser digherîn. Ev jî nişan da kû dibe jîyan lê hebî. Belê bi rasti qet jiyan lê tûnne. Ji ber van tiştan kû dişibihê erde, wek cêwîyê dinyê dihat naskirin.

Ma qey Venûs xûrrifîye? Çima Erda herî germe?

Deme kû merov bifikire; dê bê bîra me kû Erda herî nêzî Tavê Merkûre. Gelo çima Venûsa bê bext ji Merkur’a feqîr germtire? Ax aaaxx!, feqîra Venûs çi hatye sere wê? Bi rastî zilma li Venûsê bûye li Kurda nehatîye kirin. Venûs di dema pêşîde ji bo jiyanê cihekî pir bi taybet bû. Başe! Em xweş dibêjin lê çi nerast çû? Ma çawa bû ev felek hat sere Venûsâ reben, Venûsa bê bext, Venûsa belangaz…

De ka îca em ji wer bahsa rastîya wê bikin. Heta anha li ser Erda venûsê zêdeyî 10000 agirpij(Volkan) hatiye jimartin û li gorî likolînan piranîya pêkhatîyên atmospfera Venûsê jî Karbondîoksîd’ê pêktê. Vêgavê ev çiye? Tê ser çi wateyê? Bîhna xwe fireh bikin va ez dibêjim.
-Vênus piştî kû Sovyet û Dewletên Yekbûyî Emerîka sonda gihandîn ber venûse derket hole kû Venûs ji ber ev agirpîj(volkan)’an kû bi carêke teqiyane fetisye. Ev Karbondioksîda derket atmospfera Venûse hemû asîman girt. Tav dayê û erda Venûsê kelîya. Yanî têsîra sera lê rûda. Piştre hemû av kelîya û ji atmopfera Venûse derket û reviya Gerdûne(dibe kû hatibe dinya me jî). Baran nema peyde bû tiştekî ve toz û gasê paqij bike nema. Û venûs di halê xwede fetisî. GermahÎya wê nêzî 485 C’ye
Ji ber tesîra serayê Venûs yan jî Gelawêj gerstarka herî germe di sîstema tavê de…

Gelo çima jîyan lê peyde nebû?

Ji xwe bersiv eve: Av tinne û germahî pir zêdeyî. Ger ewqas agirpij ji nişkêve neteqîyana wê Venûs Cihanêk teze û herî pak bana. Jiyan dê rêya xwe bidîtana. Divê ez bejim heta anha tû agirpijek aktif li ser erdê Venûsê nehatiye tomarkirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply